Encamên Lêgerînê ji bo: katalonya

Netewe bê ziman nabe demokratîk

Divê parastina ziman wekî wekheviya zayendî, bibe yek ji stûnên paradîgmaya tevgera Kurd. Yanî divê hedef civakeke demokratîk, ekolojîk ya xwedî wekheviya zayendî û zimanê Kurdî be. Bêyî hilweşandina serdestiya Tirkî li Kurdistanê û hiyerarşiya civakî û zimanê ya li ser vê bilind dibe, “neteweya demokratîk” pêk nayê. Tekane sînorên …

Bêtir »

Fransa û Îspanya hevkariyê kûr dikin

Macron û Sanchez ji bo îmzekirina Peymana Dostanî û Hevkariyê Barcelonayê tên cem hev. Katalanên serxwebûnxwaz hevkariya kûr a her du welatan protesto dikin. Katalan Îspanya û Fransayê berpirsê parçekirina Katalonyayê û astengkirina serxwebûnê qebûl dikin. Lîderê Fransayê Emanuel Macron ku li welêt rastî protestoyên karkeran tê, li derveyî welêt …

Bêtir »

Guy Heraud: Pêşengê federalîzma Ewrûpayê

Guy Heraud di hemû jiyana xwe de li hember Ewrûpaya ji dewletan pêk tê, fikra “Ewrûpaya gelan” parast. Ev teoriya federalîzmê, li ser esasê mafê self-determînasyonê hatibû avakirin. Heraud di riya self-determînasyona miletên Ewrûpayê de rola tevgerên katalan, bask û flaman girîng qebûl dikir. 28’ê kanûnê salvegera mirina parazvanê federalîzma …

Bêtir »

Li Îspanyayê civîna Forûma Serweriya Neteweyî

Forûma Serweriya Neteweyî di 2019’an de ji aliyê 16 rêxistinên polîtîk, çandî û sendîkayan ku hemû jî çepgirin hate damezrandin. Armanca forûmê li hember otorîterîzma dewletê pêşxistina rêûrêbazên berxwedana neteweyî ya li Katalonya, Welatê Bask û Galîsyayê ye. Li Îspanya endamên Forûma Serweriya Neteweyî di civîneke din de hatin cem. …

Bêtir »

Katalan ji bo mafên ziman meşiyan

Dadgeha Îspanyayê dawiya sala 2018’yan biryar dabû; hînkirina zimanê Îspanyolî ji % 25 li dibistanan mecbûr kiribû. Li Îspanyayê ji bo parastina zimanê katalanî çalakiyek hat lidarxistin. Dadgeha Îspanyayê dawiya sala 2018’yan biryar dabû; hînkirina zimanê Îspanyolî ji % 25 li dibistanan mecbûr kiribû. Ev biryar, wekî zexteke li dijî …

Bêtir »

Dadgeha Ewrûpayê dosyeya Puigdemont vedikole

  Hukumeta Îspanyayê  ji bo bandorê li biryarê bike, di asta dewletên endam de li paş perdeyan dîplomasiyê dimeşîne. Di encama van hewldanan de Polonya û Romanya ji niha ve ligel Îspanyayê ciyê xwe girtin û vegerandina Puigdemont pêşniyazê dadgeha Ewrûpî kirin.  Doza serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont vediguhere …

Bêtir »

Koperatîfa Alencop: Li Barselonayê aboriya piştgiriyê

Barselona bi tevgerên ekolojîk, femînîst û aboriya piştgiriyê weke laboratûwareke mezin a ceribandinên îdeolojiya azadîxwaz e. Koperatîfeke aboriyê ya li Katalonyayê hatiye damezrandin, bi piştgiriya şaredariyê ev 5 sal in hebûna xwe didomîne. Koperatîfa Alenkop a li Barselonayê, di 2015’an de ji aliyê komeke dilxwazên aboriya piştgiriyê ve hat avakirin. …

Bêtir »

Şoreşa ziman dikare li kolanan pêk were

Bi ya min, li bakur proseyeke Îrlandayîbûyînê pêk tê. Pevçûna giran a bi dewletê re, dînamîzmeke berfireh a siyasî û ne xwedî forma serxwebûnê be jî, hebûna dîskûrsa antî-kolonyal lêbelê ji ber ku ziman qadeke bingehîn a berxwedanê nehatiye dîtin gav bi gav hilweşîna ziman elametên Îrlandayîbûyînê ye. Bi ya …

Bêtir »

Li Fransayê Serfiraziya dîplomasiya katalan

Dîplomasiya Katalonyayê ya ji bo teşhîrkirina kiryarên dewleta îspanyol, li Ewrûpayê pêş de diçe. 52 parlementerên fransewî, bi nameyekê bang li Îspanyayê kirin ku rêzê ji mafên demokratîk re bigire. Parlementerên ku ji grûbên partiyên çep bigire heta partiyên rasta navendê ne, di nameya xwe de diyar kirin, nûnerên meşrû …

Bêtir »

Îspanya dixwaze dîplomasiya katalan asteng bike

Wezîrê Derve yê Îspanyayê Josep Borrell diyar kir ku ew ê li hember vekirina delegasyonên katalan ên li derveyî welat têkevin nava hewldanan. Wezîrê îspanyol da zanîn ku nûnertiyên katalan “bi awayekî eşkere xisarê didin berjewendiyên Îspanyayê.” Wezîr vê daxuyaniyê piştî daxuyaniya hikumeta katalan a di derbarê vekirina delegasyonên nû …

Bêtir »

JI EDÎTOR

Hilbijartina ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê (YE) bûyera herî girîng a hefteya borî bû. Medyaya mezin wekî her car piranî li ser bingeha çep û rast encamên vê hilbijartinê şîrove kir. Medyaya neteweyên Ewrûpayê yên ji bo serxwebûnê û berfirehkirina mafên xwe yên neteweyî têkoşînê dimeşînin, li ser serfiraziya partiyên …

Bêtir »

Puigdemont û Junqueras ji bo Parlamentoya Ewrûpayê hatin hilbijartin

Serokên partiyên serxwebûnxwaz ên li Katalonyayê di hilbijartina ji bo Parlamentoya Ewrûpayê de hatin lidarxistin de bi ser ketin. Di hilbijartinê de partiyên serxwebûnxwaz hema hema ji % 50’yê dengên li Katalonyayê girtin û du lîderên katalan bi ser ketin. Wekî ku dihat texmînkirin, serokê Katalonyayê yê li sirgûnê Carles …

Bêtir »