Li Îspanyayê civîna Forûma Serweriya Neteweyî

Forûma Serweriya Neteweyî di 2019’an de ji aliyê 16 rêxistinên polîtîk, çandî û sendîkayan ku hemû jî çepgirin hate damezrandin. Armanca forûmê li hember otorîterîzma dewletê pêşxistina rêûrêbazên berxwedana neteweyî ya li Katalonya, Welatê Bask û Galîsyayê ye.

Li Îspanya endamên Forûma Serweriya Neteweyî di civîneke din de hatin cem.

Civîn li paytexta Îrunya (Pamplona) ya li herêma xweser a Navarrayê hate lidarxistin.

Beşdarên civînê li ser daxwazên serxwebûnê yên Katalonya û Baskê gotûbêjkirin.

Herwiha rewşa dawî ya li Galîsyayê bi perspektîfa pêdiviya berfirehkirina otonomiya herêmê hate rojevê.

Yek ji mijara ku di civînê de beşdar li ser sekinîn, sekna dewleta îspanyol a li hember serxwebûna Katalonyayê bû.

Beşdarên bernameyê di gotûbêjan de gihîştin wê qeneetê, li Îspanyayê dewlet di krîzê de ye û ji bo çareseriya krîzê pêdiviya wê bi reforman heye.

Civîna li Navarrayê ji aliyê weqfa Iratzar û Forûma Serweriya Neteweyî hate lidarxistin.

Hêzên serxwebûnxwaz û yên alîgirên berfirehkirina mafên neteweyî ya herêmên xweser ku tevlî vê civînê bûn ev bûn:

Wekîlê ya ji Bloqa Netewperwer a Galîsyayê (BNG) Ollala Rodil, wekîlê EH Bildu ya ji Welatê Baskê Mertxe Aizpurua, rojnameger û endamê berê yê Namzetên Gelparêz ên Katalonyayê (CUP) David Fernandez û zanyara siyasî Gemma Ubasart.

Sekreteriya teknîkî ya bernameya Forûma Serweriya Neteweyî ji aliyê saziya sivîl a katalan CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Kêmarên Etnîk û Neteweyan a Escarre) hate kirin.

Forûma Serweriya Neteweyî 2019’an de ji aliyê 16 rêxistinên polîtîk, çandî û sendîkayan ku hemû jî çepgirin hate damezrandin. Armanca forûmê li hember otorîterîzma dewletê pêşxistina rêûrêbazên berxwedana neteweyî ya li Katalonya, Welatê Bask û Galîsyayê ye.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …