Scholz û Sanchez projeya Midcatê pêşniyaz kirin

Almanya ji bo çareyekê ji krîza xwe ya enerjiyê bibîne bi Îspanyayê hevkariya we pêş de dibe

Şansolyeyê Almanyayê Olaf Scholz li Îspanyayê bi lîderê Îspanyayê Pedro Sanchez re hevdîtinekê pêk anî

Meseleya sereke ya di hevdîtina Scholz û Sanchez de hate gotûbêjkirin projeya xeta gazê ya bi navê MidCat bû.

Ev xeta gazê wê ji ser Çiyayên Pîrenê û Fransayê re derbas bibe û bigihîje Almanyayê.

Bi vê xetê tê plankirin, Îspanya hîdrojena sifir-emisyon bifroşe Almanyayê.

Lêbelê Fransa bi projeyê ne qayile û ev jî li ser riya pêkanîna projeyê problema herî mezin e.

Bi xeta gazê Midcatê tê plankirin, Îspanya hîdrojena sifir-emisyon bifroşe Almanyayê.

Berlin û Madrid ji aliyekî ve hewl didin ji bo projeyê Parisê qayil bikin.

Projeya Xeta Midcatê. Tê plankirin xet di ser Katalonya, Çiyayên Pirene û Fransayê heta Almanyayê dirêj bibe.

Hevkariya di meseleya enerjiyê de cara ewil di dema serdana serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez a ji bo Almanyayê hatibû guftûgokirin.

Sanchez di serdana xwe ya di 30’yê tebaxê de tevlî civîna hukumetê bûbû û paşê bi serokwezîr Scholz re daxuyaniyek çapemeniyê li dar xistibû.

Her du lîder di daxuyaniyê de ji bo çareserkirina krîza enerjiyê soza hevkariyê dabûn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …