733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn.
Sîstemên hilberîn û belavkirina berhemên xwarinê û newekheviyên aborî û civakî sebebêb birçîbûnê ne.
733 mîlyon mirov ku ji % 9.1ê nifûsa cîhanê pêk tînin, di asta birçîbûnê de dijîn.
Ev daneyên janbar ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin.
Rêxistina navneteweyî di rapora xwe de nîşan da, di 2023an de têkoşîna li hemberê birçîbûnê bi ser neketîye.
Rêjeya birçîbûnê di sala 2019an de ji % 7.5ê nifûsa cîhanê bû.
Çi ne sebebên birçîbûnê?
Di Rapora Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî de sebebên vê karesatê jî cî girtin.
Li gorî vê, şerên li Sûdan û Rojhilata Navîn, ziwabûn, guherîa avhewayê û xizanî sebebên giring ên birçîbûnê ne.
Rêjeya birçîbûnê ya li hin parzemînan wiha di raporê de cî girt:
Afrîka ji % 20.4, Asya ji % 8.1 û Amerîkaya Latîn ji % 6.2
Xwarin têr dike lê….
Rêvebira Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) Cindy McCain derbarê mijarê de daxuyanîyekê da.
McCain got, xwarina li cîhanê tê hilberandin têra herkesî dike lê tevî vê jî bi sed milyonan mirov birçîne.
Rêvebira WFPyê sîstemên hilberîn û belavkirina berhemên xwarinê û newekheviyên aborî û civakî sebebên vê encamê nîşan da.
————————————————————
Foto: Logoya Neteweyên Yekbûyî
Infowelat