Edîtor

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi kar tîne, piştî bidestxistina beledîyeyan qeyûmên dewletê tên ser kar, bangên berxwedanê tên kirin û kurtedemek şûn de dewlet kolanan dike bin kontrola xwe. Dewleta tirk çend roj berê bi rêya qeyûman sê beledîyeyên Kurdistanê …

Bêtir »

JI EDÎTOR

Di çend rojên dawî de Înfowelat bi weşandina nûçe û gotarên nû yên balkêş xeta xwe ya weşanê hinekî din jî kûr kir. Pêvajoya şerê rizgariyê ya Tîmora Rojhilat,  qanûna nû ya ziman a rêvebiriya Ûkraynayê, sed saliya damezrandina akademiya baskî û têkoşîna Îrlandiyên bakur a ji bo azadî û …

Bêtir »

JI EDÎTOR

Hilbijartina ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê (YE) bûyera herî girîng a hefteya borî bû. Medyaya mezin wekî her car piranî li ser bingeha çep û rast encamên vê hilbijartinê şîrove kir. Medyaya neteweyên Ewrûpayê yên ji bo serxwebûnê û berfirehkirina mafên xwe yên neteweyî têkoşînê dimeşînin, li ser serfiraziya partiyên …

Bêtir »

JI EDÎTOR

Înfowelat di 2013’an de bi gotina “enformasyon ji bo welat” dest bi weşanê kir. Malper ji destpêkê vee xeta xwe ya weşanê li ser pêşketinên herêmên xweser, herêmên federal û parastina zimanên kêmar (zimanên dixwazin bên kêmarkirin) damezrand. Bi vê mebestê, ji Katalonyayê heta Polînezyayê, ji Meksîkayê heta Hîndîstanê li …

Bêtir »