Katalanî bû zimanê yekemîn ê Andorrayê

Katalanî li Andorrayê bû zimanê yekemîn ê herî zêde tê bikaranîn.

Li gorî vê anketê, katalanî zimanê 44.1 ji % yên nifûsa di ser temenê 14 salî re ye.

Katalanî li Andorrayê bû zimanê yekemîn ê herî zêde tê bikaranîn.

Bi vê encamê, di 25 salên dawî de cara pêşî katalanî ket pêşiya îspanyolî.

Ev agahî bi riya anketa Zanîn û Bikaranîna Ziman a Andorrayê hate bidestxistin.

Hukumeta vî welatî encamên anketê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo raya giştî eşkere kir.

Li gorî vê anketê, katalanî zimanê 44.1 ji % yên nifûsa di ser temenê 14 salî re ye.

Daneyên anketê nîşan didin, îspanyolî zimanê 40.3 ji % yê heman koma nifûsê ye.

63.7 % kesên bi wan re anket hatine kirin, dane zanîn ew herî zêde katalanî bi kar tînin.

48.6 % van kesan diyarkirine îspanyolî zimanê wan ê normal ê jiyanê ye.

Zimanên din ên li dûv îspanyolî tên bikaranîn, portûgalî, fransî û îngilîzî ye.

Tabloya rêjeya zimanan ên ji aliyê kesên di ser 14 salî re tê bikaranîn. Jêder: Hukumeta Andorrayê

Katalanî zimanê malbatê ye

Li gorî lêkolînê, 39.4 ji % welatiyên Andorrayê bi tenê bi katalanî bi zarokên xwe re diaxivin.

9.9 ji % welatiyan jî dane zanîn ew di malbatê de hem katalanî hem jî îspanyolî diaxivin.

Zarokên di vê komê de diyar kirine, 30 ji % ji wan bi dêûbavên we re bi tenê bi katalanî diaxivin.

Ji van daneyan xuya dibe, zimanê katalanî di malbatê de tê axaftin û ev jî wekî nîşaneyek ewlehiya ziman tê qebûlkirin.

Lewma jî hukumeta Andorrayê ragihand, bi riya bikaranîna di nava malbatê de nifşên nû zimanê katalanî fêr dibin.

Andorra li ku der e?

Andorra bi 80.000 nifûsa xwe û 468 km² berfirehiya xwe yek ji welatê herî biçûk ê Ewrûpayê ye.

Andorra welatekî çiyayî ya di navbera Fransa û Herêma Otonom Katalonyayê ya li Îspanyayê ye.

Andorra bi 80.000 nifûsa xwe û 468 km² berfirehiya xwe yek ji welatê herî biçûk ê Ewrûpayê ye.

Welat ji aliyê siyasî ve bi rejîmeke prensiyê ya parlementer tê birêvebirin.

Serokomarê Fransayê û Mezinê Olî yê Urgellê yê Katalonyayê her du bi hev re prensên Andorrayê tên qebûlkirin.

Digel vê taybetiya xwe ya siyasî jî Andorra ne endamê Yekitiya Ewrûpayê ye.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …