Dadgeha Ewrûpayê dosyeya Puigdemont vedikole

 

Hukumeta Îspanyayê  ji bo bandorê li biryarê bike, di asta dewletên endam de li paş perdeyan dîplomasiyê dimeşîne. Di encama van hewldanan de Polonya û Romanya ji niha ve ligel Îspanyayê ciyê xwe girtin û vegerandina Puigdemont pêşniyazê dadgeha Ewrûpî kirin. 

Doza serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont vediguhere şerekî hiqûqî ya di navbera Îspanya û Yekitiya Ewrûpayê de.

Îspanya ji 2017’an de ketiye pey Puigdemont û bi hinceta ku bi referandûma Katalonyayê qanûnên welêt binpê kiriye, wî ji Belçîkayê dixwaze.

Belçîka her car hiqûqa xwe ya lîberal hincet nîşan dide û serokê berê yê Katalonyayê teslîmê Îspanyayê nake.

Îspanyaya ku ji ber deriyê Belçîkayê destvala vegeriya, vê carê dixwaze tevî Dadgeha Edaletê ya Yekitiya Ewrûpayê şensê xwe biceribîne.

 

Toni Comin, Carles Puigdemont û Calara Ponsati. Comin û Ponsati di hukumeta katalan de wezîrtiyê kirin. Her du jî niha tevlî Puigdemont wekîlê Katalonyayê yên Parlemena Ewrûpayê ne. Îspanya ligel Puigdemont, daxwaza teslîmkirina Comin û Ponsati ji Belçîka û Skotlandê dike.

Ev dadgeh ji aliyê endamên Yekitiya Ewrûpayê ve hatiye damezrandin û lewma dadgeh di prosesa biryargirtinê de bi endaman dişêwire.

Hukumeta Îspanyayê  ji bo bandorê li biryarê bike, di asta dewletên endam de li paş perdeyan dîplomasiyê dimeşîne.

Di encama van hewldanan de Polonya û Romanya ji niha ve ligel Îspanyayê ciyê xwe girtin û vegerandina lîderê serxwebûnxaz pêşniyazê dadgeha Ewrûpî kirin.

Dadgeh wê piştî wergirtina dîtinên welatên endam, biryarê bide ka Belçîka di doza vegerandina serokê berê yê Katalonyayê li Îspanyayê, hiqûqa Belçîkayê binpê kiriye, an na.

Hêjayî bibîrxistinê ye, serokê berê yê Katalonyayê îlona par, li ser daxwazeke fermî ya hukumeta Madrîdê li Îtalyayê hatibû girtin.

Lê dadgeha Îtalî daxwaza Îspanyayê ya îadekirina Puigdemont red kiribû û lîderê serxwebûnxwaz serbest berdabû.

Dadgeha Edaletê ya Yekitiya Ewrûpayê meşandina hiqûqa Yekitiya Ewrûpayê ya li welatên endam kontrol dike, Her 27 endamên yekitiyê bi dadgerekî li vê dadgehê tên temsîlkirin,

Puigdemont li Belçîkayê ye

Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont ji ber zilma siyasî ya piştî referandûma serxwebûna Katalonyayê terka welêt kiribû û li Belçîkayê serî li mafê penaberiyê dabû.

Di Cotmeha 2017’an de li Herêma Otonom a Katalonyayê, bi awayekî yekalî referandûmeke serxwebûnê hatibû lidarxistin.

Digel zextên Îspanyayê, ji sed’ 42 hilbijêrên katalan tevlî referandûmê bûbûn û piraniya hilbijêran dengên xwe ji bo serxwebûnê bi kar anîbûn.

Piştî referandûmê, Îspanya li dijî siyaseta katalan operasyoneke berfireh meşandibû û li lîderên katalan cezayên giran barandibû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …