Dekolonîzasyon

Di vê kategoriyê de nûçeyên pêvajoya rizgariya koloniyên hêzên mezin ên ewrûpî tê weşandin.

Holanda ji bo koledariyê lêborînê dixwaze

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte ji bo dîroka koledariyê ya 250 salan wê di 19’ê qanûnê de lêborînê bixwaze. Berî niha, şaredarên Amsterdam, Rotterdam, Utrect û Laheyê û herwiha rêvebiriya Bankeya Holandayê  di meseleya koledariyê de lêborînê xwestibûn. Holanda ji ber dîroka wê ya koledar xwe ji bo lêborînekê amade dike. …

Bêtir »

Gelo Îndonezya Filep Karma kuşt?

Filep Karma li cîhanê wekî lîderê karîzmatîk ê serxwebûna Papuaya Rojava dihat naskirin. Karmayê 63 salî ligel aktîvîzma xwe ya siyasî, doza parastina mafên mirov û xwezayê jî dikir. Wî di heman demê de ji bo kêmarên li Papuaya Rojava jî kampanyayan dimeşand. Nîqaşên li ser mirina lîderê serxwebûna Papuaya …

Bêtir »

Li Brazîlê xwecî ji bo hilbijartinê amade ne

Cara yekem ji 45 komên xwecîhî yên ji 24 eyaletan di hilbijartinê de namzetiya xwe ragihandin Nûnerên xweci bi taybetî dixwazin li dijî siyaseta serokê rastgir Jair Bolsonaro helwestê bigirin Xweciyên Brazîlê îsal bi awayek nedîtî berê xwe dan qada siyasetê. Cara yekem ji 45 komên xwecîhî yên ji 24 …

Bêtir »

Papa ji xweciyên Kanadayê lêborîn xwest

Papa bi xweciyên li dibistanên asîmîlasyonê re hevdîtinekê li dar xist Mezinê alema katolîk, di hevdîtînê de li ser navê dêrê ji xweciyan lêborînê xwest Dêra Katolîk dawiya dawî li sûcên xwe yên li dijî xweciyên Kanadayê mukur hat. Papa li eyaleta Alberta ya Kanadayê çû serdana xweciyên rastî zilm …

Bêtir »

Belçîka bermahiyên Lumumba li malbata wî vegerand

  Belçîka, 61 sal piştî kuştina wî, bermahiyên lîderê şoreşger ê Kongoyê Patrice Lumumba, ewê li malbata wî vegerîne. Piştî kuştina wî, cendekê Lumumba di nava asîtê de hatibû helandin û bi tenê dranekî wî yê zêr hatibû veşartin. Bi boneya vegerandina dranê Lumumba, li Qesra Qraliyeta Belçîkayê merasîmek hate …

Bêtir »

Doza Che Guevarayê Afrîkayê bi dawî bû

Ev gotinên balkêş ên Sankara hîn jî di têkoşîna li dijî kolonyalîzm û neokolonyalîzmê de riya miletên bindest ronî dike: Koleyê ku li hemberê zilmê nikare serî hilde bila gazinan ji qedera xwe neke. Eger ew ji sozên azadiyê yên efendiyê xwe bawer bike, wê demê sebeba qedera wî/wê ya …

Bêtir »

Lêborîna ji ber sûcên kolonyalîzmê

A.Rahman Çelîk Lêkolîneran îspat kir, di dema şerê serxwebûna Indonezya de, artêşa Holandayê li vî welatî şîddeteke sîstematîk bi kar aniye. Serokwezîrê Hollandayê piştî vê derket pêşberî çapemeniyê û ji Indonezyayê lêborîn xwest Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, ji bo şîddeta ku artêşa Holandayê di navbera salên 1945 û 49’an de …

Bêtir »

Bankeya Holanda bi keda koleyan mezin bû

Holanda di 1621’an de bi riya hêza xwe ya deryayî, li başûrê Asyayê û li hin deverên li dora Deryaya Karayîbê dest bi bazirganiya koleyan kir. Di navbera 300 salan de li derdora milyonekî Afrîkî ji aliyê Holandiyan wekî kole hatin firotan û hin ji wan jî ji bo çandiniya …

Bêtir »

Yekşema ji Xwînê ya Bakurê Îrlandayê

Di ser Bloody Sunday ango Yekşema ji Xwînê re 50 sal derbas bûn….Leşkerên brîtanî wê rojê di çalakiyek sivîl de 14 Îrlandî kuştin. Doza edaletê ya xizmên girtiyan heta niha ji aliyê hukumetên britanî hat redkirin û kesên kujer nehatin cezakirin. Piştî Yekşema ji Xwînê tevgera rizgariya katolîkan radîkal bû …

Bêtir »

Samî li Rûsyayê rastî zextan tên

Hêjayî gotinê ye ligel Norwêc, Swêd û Fînlandê qismekî samî ji 3 hezar salî zêdetir e li herêma Mûrmansk a li bakurê Rûsyayê dijîn. Di encama polîtîkaya talan û asîmîlasyonê ya dema Sovyetê û Rûsyayê de gelê samî hat marjînalkirin û hejmara wan a li herêma Kolayê daket 2 hezarî. …

Bêtir »

Kolonyalîzma nû, kolonyalbûn û netew-dewlet

  Yasin Sunca* Kolonyalîte, kolonyalîzma nû jî tê de, têgeheke ku hêza xwe ji hiyerarşiyan û têkiliyên hêzê werdigire û gelek meseleyên global di nava wê de cî digirin. Herwiha, bi riya pergaleke hîn bêtir dîrokî-civakî tê pênasekirin. Li gorî vê perspektîfê, di pergala serdest a cîhanê de têkiliyên hêzê …

Bêtir »

Barbados ji Brîtanyayê veqetiya

  A.Rahman Çelîk Barbados welatekî girav e. Parçeyekî ji herêma Karayîb a Amerîkaya Bakur e. Girav di sedsala 17. de ji aliyê Brîtanyayê ve hat dagirkirin û bi qasî 400 salan wekî koloniyekê hat bikaranîn. Welatê Karayîbê Barbados bi merasîmeke li paytext Bridgetownê dawî li desthilatdariya Kralîçeya Îngilîz Elizabethê anî …

Bêtir »

Amerîka li Afganistanê têk çû an têk neçû?

Necat Ayaz Lewma divê em jî vê rastiya li ber çavên hemû dinyayê pêk hat qebûl bikin. Divê helwestên me yên siyasî nebin berçavkên îdeolojîk û nekevin navbera me û realîteyên cîhanî. Amerîka çawa ku li Vîetnamê têk çû ligel şer û projeyên xwe yên 20 salan li Afganistanê jî …

Bêtir »

Doza Rizgariya Belûcistanê

Welatek ji aliyê çavkaniyan dewlemend be, lê miletê wî bi xizaniyek xedar re rû bi rû be…Ev, trajediya hemû welatan e ku rastî dagirkirina hêzên derve hatine.Belûcistana di nava Pakistan û Îranê de hatiye parvekirin, xwedî heman çîroka dilsoj e.   Her du dewlet, ligel şerekî qirêj, buhust bi buhust erdên …

Bêtir »

Amazîx: Xwediyê esil ên bakurê Afrîkayê

  Wan 10 hezar sal, li ser erdên xwe li gorî qanûn û edetên xwe jiyana xwe berdewam kir. Hêzên derve, herdem êrişên dagirkeriyû û talanê birin ser wan û aşên asîmîlasyonê li welatê wan damezrandin. Di van demên dijwar de, çol û çiya hatin hawara wan û ji van …

Bêtir »

Maorî bi têkoşînê bûn hevparê New Zelandê

Maorî bi têkoşînê bên hevparê New Zelandê Rêvebiriya kolonyal, fam kir ku bi êrişên leşkerî mesele çareser nabe û bi maoriyan re dest bi muzakereyan kir. Di encama hevdîtinan de li ser aştiyê hat lihevkirin û Peymana Waîtangî hat amadekirin. Nûnerê Qraliyeta Brîtanî William Hobson û 500 serekeşîrên maorî îmzeya …

Bêtir »

Berxwedana hebûnê ya Mapûçeyê

Mapûçiyên serhildêr, li stargehên nû xwe amade kirin û paşê bi êrişeke mezin, keleyên sembola zilm a kolonyalîzmê bi axê re kirin yek. Ev cara yekemîn bu ku miletekî li parzemîna Amerîkayê, kolonyalîstên hêzdar ên Îspanyol têk dibir. Ev çiyayên herdem serê wan bi berf, çemên avzelal û daristanên wekî …

Bêtir »

Samî li 4 dewletan li ber xwe didin

Ew bi hezaran salan, li ser erdên ji berf û qeşayê, tevlî naxirên pezkoviyan bi serbestî geriyan. Lê netew-dewletên nû, welatê wan parçe kirin û ew xistin nava tevneke giran a asîmîlasyonê.Digel êş û kulên bindestiya 100 salên dawî, gelê Samî ji bo ji erdên xwe yên dîrokî veneqete, hîn …

Bêtir »

Aînû: Miletê ku 400 sal in nifûsa wî zêde nabe

Li ser axa xwe bûn kêmar, erdên wan hat dagirkirin û paşê zimanê wan hat qedexekirin…Çîroka jandar a gelê aînû, ji vir 700 sed sal berê bi kolonîzasyona Japonyayê dest pê kirDi encama dagirkerî û asîmîlasyona xedar de, aînû veguherî komeke etnîk a li ber sikratêDi 400 salan de hejmara …

Bêtir »

Kolonyalîzm bû sebeba redkirina serxwebûna Kaledonyaya Nû

Giraveke li Okyanûsa Pasîfîkê ku 170 sal in li benda serxwebûnê ye, bi referendûmekê xwest bigihîje armanca xwe..Lê mixabin mêtingeran nehiştin welatiyên giravê bigihîjin armanca xwe..Li Kaledonyaya Nû, alîgirên serxwebûnê careke din referandûma serxwebûnê de têk çûn û hêviya xwe ji careke din re hiştin.. Tevgera serxwebûnxwaz bi mehan berê …

Bêtir »

Sûcên kolonyalîzma Ewrûpayê yên li Karayîbê

Ekolojî hilweşandin, gelê xwecî qir kirin, ji bo qezencê sîstema koletiyê damezrandin û paşê wekî tiştek nebûye her tişt di cî de hiştin û vegeriyan welatê xweWelatên Karayîbê ji Ewrûpayê daxwaz dikin, ji bo zirar û ziyana dema koletiyê telafî bike gava bavêjeEv daxwaz ne tenê ji bo tazmînatê ye …

Bêtir »