Konferansa komîserên ziman li Torontoyê hat lidarxistin

Davyth Hick: Duyemîn, civaka sivîl ji bo domandina hebûna ziman aktorê sereke ye. Sêyemîn, pêdiviya zimanên me, bi taybetî yên di xetereyê de, hem ji aliyê siyasî hem jî  fînansê ve pêdiviyê bi destekek xurt a demdirêj heye. ‘

Berpirsê parastina zimanên hatine kêmarkirin ên di asta komîserî û ombûdsmaniyê de li Kanadayê civiyan. Bajarê Torontoyê yê li eyaleta Ontarioyê ji konferansa 6emîn a salane ya Komeleyên Komîserên Ziman ên Navneteweyî re malovaniyê (IALC) kir.

Mijara konferansa îsal ‘Parastina Kêmarên Ziman, Avakirina Civakên Xurtir’ bû. Beşdarên ji şeş parzemînên cîhanê hatibûn, li ser rola ombûdsman û komîserên ziman a ji bo zimanên hatine kêmarkirin sekinîn. Mijareke girêdayê vê, di derbarê alîkariya komîser û ombûdsmanan a ji bo entegegrasyona civakî, avakirina aştiyê û astengkirina pevçûnê ya di nava civakên piretnîk û pirziman de bû. 

Hin ji beşdarên sereke yên konferansê raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Kêmaran Ferdînand de Varennes, Rob Dunbar, François Boileau, Vesna Crnic-Grotic û Tove Malloy bû. 

Sekreterê-Giştî yê ELENê (Tora Wekheviya Ziman a Ewrûpî) Davyth Hick di bin sernivîsa ‘Diyarkirina Standardên Ewrûpî ji bo Parastina Zimanên Kêmar’ de axaftinek kir. Hick wiha axivî: ‘Digel pêşketina ji salên 1990an û vir ve, hîn jî pêdiviya me bi hiqûqek zelal a di asta neteweyî û navneteweyî de ku li hember cudaxwaziyê disekine û mafên ziman ên kêmar misoger dike heye. Duyemîn, civaka sivîl ji bo domandina hebûna ziman aktorê sereke ye. Sêyemîn, pêdiviya zimanên me, bi taybetî yên di xetereyê de, hem ji aliyê siyasî hem jî  fînansê ve pêdiviyê bi destekek xurt a demdirêj heye. ‘

Davyth Hick

Hick anî ziman ku digel hebûna peymanên wekî Peymana Ewrûpî ya Zimanên Kêmar û Herêmî û Konvansiyona Çarçove ya Parastina Kêmaran, di warê mafên zelal û neşolî de kêm tişt hatine kirin, peymanên ziman ji aliyê hin dewletên ewrûpî ve nehatine îmzekirin û hin dewletên peymanan îmze kirine jî wan kêm tetbîq kirine.

Davyth Hick di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di nava pêşniyazên ELENê yên mijara hiqûqa ziman a neteweyî yên ji bo misogerkirina mafên ziman de pêkanîna Komîserê Ziman ê Ewrûpî û ombûdsman jî heye. 

Di panela li ser zimanên xwecî de li ser metodên kêrhatî yên ji bo vejîna ziman ên ku bi taybetî di derbarê trawmaya ji ber windakirina ziman derdikeve holê hat sekinandin. Prof. Rawinia Higgins li ser vê mijarê sekinî û got ku ‘vejîna ziman lîstekek pir dirêj e û ez dixwazim zimanê min di dawiya vê lîstikê de serkeftî be.’ Dr. Candace Galla yê ji Hawayiyê li ser îmaja dibistanan a di nava gelên xwecî de peyivî û da zanîn ku ‘dibistan ji bo hejmarek zêde gelên xwecî wekî ciyên bi ewle yên ji bo zindîkirina ziman nayên dîtîn.’ 

Berpirsê IALCê û Komîserê Zimanê Îrlandî Ronan O Domhnail di rûniştina dawî de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ‘hiqûqa ziman mertalek e lê ew ne şûrek e’ û ‘parastina mafan nayê wateya jidestgirtina mafên kesên din.’

IALC ku 2013’an de hat damezrandin, saziyek serbixwe ye û ji komîser û ombûdsmanên ji seranserê cîhanê pêk tê. Di nava endamên wê de kesên ji Îrlanda, Katalonya, Welatê Bask, Kosowa, Flanders, Gal û hin eyalet û herêmên Kanadayê hene. 

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …