Dewlet ji bo vejandina ziman pêwîst e

Di konteksta me de, divê em bêjin li Welatê Baskê em ne xwedî dewlet in. Loma jî em nikarin polîtîkaya ziman a ji bo vejîyandina zimanê xwe qasî ku pêwîst be pêş bixin. Em herdem girêdayî dewletên îspanyol û fransî ne. Zimanê me li ber zimanên hegemonîk zimanekî ne zêde giring e.

Welatê Baskê di warê zindîkirina ziman de yek ji welatê herî bi tecrûbe yê li cîhanê ye. Di encama polîtîkayên asîmîlasyonê yên Îspanyayê de, ji vir 50 sal berê zimanê baskî di nava civakê de pir zêde bûbû marjînal. Piştî pêkhatina statûya polîtîk, proseyeka vejîyandina zimanê baskî dest pê kir ku di gelek qadan de serfirazîyan bi xwe re anî. Yek ji aktorên zindîkirina ziman, bê guman şaredarîyên li Welatê Baskê bûn. Gelek ji şaredarîyên li herêmên ziman hîn ji bo bijî di ber xwe dida, di asta xwecîhî de tevlî proseya parastina ziman bûn. Bi taybetî, şaredarîyên li herêma Gipuzkoayê di vê meseleyê de karên giranguha kirin. Gipuzkoa ji nava her sê herêmên di bin otonomîya Baskê de tên cem de, ji alîyê axaftina baskî ya herî li pêş e. Lewma jî Infowelat bi şaredarê bajarê Hernani ya li vê herêmê Xabier Lertxundi Asteasuinzarra re hevpeyînekê kir. Di hevpeyvînê de şaredarê baskî di derbarê xebatên xwe yên ji bo normalkirina ziman a di nava sînorê Hernani de agahiyên berfireh da.

Di nava bersivên Lertxundi Asteasuinzarra de ya herî balkêş li ser serfirazîya parastina ziman a nîvco bû ku sebebê vê bi bêdewletîyê dihat îzehkirin. Şaredarê Hernani di vê mijarê de van gotinan kirin:

Di konteksta me de, tiştekî gelek giring e ku divê em bêjin li Welatê Baskê em ne xwedî dewlet in. Loma em nikarin polîtîkaya ziman a ji bo vejîyandina ziman qasî ku pêwîst e pêş bixin. Em herdem girêdayî dewletên îspanyol û fransî ne. Zimanê me li ber zimanên hegemonîk zimanê duyemîn e.

Me bi 7 pirsan xwest tecrûbeya parastina ziman a li şaredarîya Hernani ya Welatê Baskê pêşkêşî xwendevanên kurd bikin. Ji bo bersivê jî nuqteyên herî giring ji hevpeyvîna Lertxundi Asteasuinzarra hatin wergirtin.

Çima parastina ziman di asta xwecîhî de giring e?

Bi ya min xebata di asta lokal de pir giring e, ji ber ku em jiyana xwe ya rojane di vê astê de didomînin. Em wekî meclîsên şaredarîyan sazîyên herî nêzîk in ji bo welatîyan û herî zêde bandorê li wan dikin. Ev jî ji bo polîtîkayên ziman pir giring e. Bi vê gotinê, ez naxwazim bêjim berpirsîyên sazîyên bilind tune ne. Elbet berpirsîyên wan jî pir hene. Ya herî giring ev e, tevlî nûnerên civakî, di astên cuda de sazîyên gelemperî xwedî hewldanên hevpar bin.

Plana Zimanê Baskî çawa hat amadekirin?

Serwîsa Zimanê Baskî di 1989an de hat damezrandin û vê sazîyê du peywiran pêk tîne: Yek ji wan, euskaldunizationa (baskîkirina) Meclîsa Şaredarîyê ye. Teknîsyenê normalkirinê ji bo vî karî dixebite. Peywira din normalkirina zimanê baskî di nava şaredarîyê de ye.

Di 2021an de rapora “Normalkirina Zimanê Baskî ya li Hernaniyê” hat amadekirin. Dema ku proseya nirxandinê hat temamkirin, amadekirina planê (ya 2023-24) dest pê kir. Plan bi rêya hevkarîya beşdarên di şaredarîyê de xebata ziman dikirin hat amadekirin: Dibistan, sazîyên çandî, Euskaltegi AEK (sazîya xwendin-nivîsandina kesên gihîştî) û komên ji bo hobîyên dema betlaneyê. Armanca sereke ya planê veguheztina ziman di nava malbatê de û belavkirina baskî di nava civakê de bû.

Şaredarîya Hernani çiqas serfiraz bû?

Meclîsa Şaredarîyê îro bi tevahî bi zimanê baskî civînan li dar dixe. Di 1986an de ji 5 kesan 3 ji wan bi îspanyolî perwerde dibûn. Di 2023an ji 5 kesan 5 jî bi zimanê baskî perwerde dibin (xên ji perwerdeya ji bo kar. Di 1986an de ji % 44ê civakê bi axêverên baskî bûn û ji bê hejmarê ji % 20î baskî fam dikirin û ji % 36 ne fam dikirin ne jî baskî diaxivîn.  Di 2021an de ji % 61ê civakê axêverên baskî bûn. Ji % 15.9ê wan baskî fam dikirin û ji % 22.8ê wan baskî famnedikirin û nikarîbûn baskî biaxîvîyana. Bikaranîna baskî li kolanê di 2001an de ji % 27.2 bû lê di 2021an de ev rêje gihîşt ji % 33.3 bû.

Çi dijwarî derketin pêşîya meşandina planên ziman?

Niha proseya normalkirina zimanê baskî rastî astengîyên mehkemeyan tê. Tevî ku li vê parçeya welêt fikreka hevpar a ji bo xebata meclîsa bajêr a bi zimanê baskî heye, dadgeh xalên qanûnê ku qala vê meseleyê dike betal kir an jî pêdîvîyên zimanî (asta pêwîst a baskî) ku em ji kesên wê di rêveberîya gelemperî de bixebitin daxwaz dikin, betal dike.

Em bawer dikin, bi mebesta rêz ji bo mafên zimanî yên hemû kesan (ev pêdîvîyeka rêveberîyê ye) bê girtin, kesên wê di qada gelemperî de bixebitin divê bi baskî bizanibin. Bi eşkereyî “îspanyolîst” êrîşî euskara (baskî) û gelê baskê dikin.

Çawa bû helwesta civakê ji bo parastina ziman?

Di demên dawî de li Hernani, Navarra ne tê de, li Welatê Baskê bi giştî gel destekê dide xebatên ziman. Hejmara kesên li dijî parastina baskî helwest nîşan didin pir kêm e. Herwiha, em dikarin bêjin di asta lokal de partîyên sîyasî yên di meclîsa şaredarîyê de tên temsîlkirin, di daxwazeka bilind de destekê didin parastina ziman.

Çi ne fikarên ji bo paşeroja ziman?

Dema daneyên sosyolînguîstîk ên li Welatê Baskê tên analîzkirin, -bi taybetî daneyên zanîn, bikaranîn û helwesta civakê- xuya ye ku zanîn pir li pêşîya bikaranînê ye. Di rastîyê de, piranîya kesên zimanê baskî dizanin li dibistanan fêrî wê bûne. Lê kesên bi baskî dizanin îspanyolî hîn baştir dizanin. Di vê mijarê de serfirazî îzafî ye. Îspanyolî di jiyana rojane de xwedî ciyekî navendî ye lê li hin qadan baskî pêş dikeve. Mînakên zelal meclîsa bajêr û perwerde ye. Lê di qadên din de yên wekî spor û çandê de jî gav tên avêtin. Tevî vê jî, em wisa hest pê dikin ku rawestanek heye û em nikarin pêş de biçin. Ne mimkûne ku em pêşketina di zanîna baskî de transferê qada bikaranîna baskî bikin. Ev yek encama sebebên sosyolînguîstîk in. Lêkolîneka ku vê dawîyê li ser zimanê baskî hat kirin rêûrêbazên guherîna vê rewşê analîz dike.

———————————————-

Foto: Xabier Lertxundi Asteasuinzarra 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …