Têkilî

DERBAR
Infowelat di 2013‘an de wekî malperek tematîk hat damezrandin. Civakên ku xwe birêve dibin, parastina ziman û hemû mijarên derbarê mafên neteweyî de di çarçoveya xebata malperê de cî digirin. Herwiha, nûçe û gotarên derbarê rewşên jeopolîtîk de û bandora wan a li ser mirovahiyê mijarên din ên malperê ne.

Înfowelat li ser van mijaran spesîfîk xebatê dike:
– Federalîzm, otonomî û modelên lîberter ên xwerêvebirinê
– Rola ziman a di têkoşîna neteweyî de û têkiliya wê ya bi nasnameya ziman re, herwiha rê û rêbazên parastina zimanên hatine marjînalkirin

Li Bakurê Kurdistanê kurdî pir bi lez ji hole radibe û di vê kontekstê de yek ji armancên Înfowelat lêxistina defa hawarê ye.

Piraniya naveroka Infowelat bi kurdî tê weşandin. Lêbelê, hin hevpeyvîn û naveroka din bi îngilîzî di malperê de cî digire.

Infowelat malpereke serbixwe ye û têkiliya wê bi tu partî û rêxistinên siyasî re tune ye. Herwiha, malper ne di bin bandora tu hukumet û şîrketan de ye.

Edîtor: Necat Ayaz

Têkilî: info@infowelat.com

    Nav (pêwîst)

    E-mail a we (pêwîst)

    Mijar

    Peyamên we

    Ji kerema xwe re kod a jêr teyîd bikin

    captcha