Raperîna zimanê kurdî ya li qada dijîtal

Heval DILBIHAR

Sedem û armanc çi be bila bibe, di weşan, bernamesazkirin û her cureyê xebat, têkilî û danûstandinên di qada dijîtal de (çi bi deng, çi bi dîtbarî, çi bi nivîskî be) li şûna kurdî tercîhkirina bikaranîna zimanê biyanî (tirkî, erebî, farisî û hwd.) ya ji aliyê kurdan ve li dijî hebûn û xwebûna kurdan, zimanê kurdî û nirxên kurdîtiya xwebûnî şerm, rûreşî, şîrheramî û bêbextî, neyartî, kujerî û celadiyeke mezin e.

Şer û têkoşîna di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst ên serwer, sermayedar, dagirker, mêtinger, serdest û desthilatdar û hêzên modernîteya demokratik ên xwebûnî, gerdûnî, neteweyî, civakî, exlaqî, polîtîk, demokratik, komunal, rîzgarîxwaz û azadîparêz li her derê cîhanê û li her qadeke jiyanê bi reng û awayên cuda didome.

Qada jiyana civakî çawa ku li gor rewş û têkiliyan pozisyon û helwestan diyar dike û tev digere ev rastî bi awayekî xweser di qada dijîtal de jî wisa ye. Li ser bingeha vê rastiyê, çawa ku di qada jiyana civakî de polîtîka, hewldan û kiryarên dagirker, mêtinger û desthilatdar ên tunehesibandin, pişaftin, dorpêçkirin, dortengkirin, helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî û hemû nirxên kurdîtî û Kurdistanî bi awayekî domdar û ji her milî ve pêk tên ev yek bi rê, rêbaz û awayên cuda yên xweser di qada dijîtal de jî pêk tên.

Berxwedan û têkoşîna zimanê kurdî û nirxên kurdîtiya azad jî ne tenê di qada civakî de di qada dijîtal de jî tê meşandin. Lê berxwedan û têkoşîna heyî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî û nirxên kurdîtiyê bi tu rengî têrê nake. Ew li aliyekî, ji ber ku piraniya kurdan (bi taybetî jî kurdên li bakurê Kurdistanê û li Ewropayê) li şûna zimanê kurdî bi gelemperî zimanê biyanî (tirkî û hwd.) bi kar tînin xizmeta dorpêçkirin, pişaftin û helandina zimanê kurdî dikin, dibin hevparên kujerên zimanê xwe, dibin XWEkuj.

Sedem û armanc çi be bila bibe, di weşan, bernamesazkirin û her cureyê xebat, têkilî û danûstandinên di qada dijîtal de (çi bi deng, çi bi dîtbarî, çi bi nivîskî be) li şûna kurdî tercîhkirina bikaranîna zimanê biyanî (tirkî, erebî, farisî û hwd.) ya ji aliyê kurdan ve li dijî hebûn û xwebûna kurdan, zimanê kurdî û nirxên kurdîtiya xwebûnî şerm, rûreşî, şîrheramî û bêbextî, neyartî, kujerî û celadiyeke mezin e.

Bi taybetî jî tercîhkirina zimanekî biyanî ya ji aliyê tevger, partî, rêveberiyên xwecihî/şaredarî, platform, sendîka, siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnameger, karsaz, jin û ciwanên xwende û polîtîk, sazî, dezgeh û hemû derdor û kesayetên kurd -niyet û armanc çi be bila bibe- di encamê de xizmetkarî, hevkarî û hevpariya hişmendî, polîtîka, nêzîkatî, pêkanîn û kiryarên pişaftin û jiholêrakorina zimanê kurdî dike, dibe sedem ku hişmendiya zimanê biyanî li ser zimanê kurdî pergala xwe ya serdestiyê ji her milî ve saz bike, zimanê kurdî bibişîvîne û ji holê rake. Sed heyf û mixabin ev rewşa kambax û neletî wek heta niha hê jî di asteke gelek jor de berdewam dike.

Wek çareserî; berî her tiştî divê bikaranîna zimanê kurdî ya di qada dijital de jî xeteke herî sor û jor û mor a ME hemû kurdan be. Divê EM hemû kurd, bi taybetî jî hemû derdorên kurd ên pêşeng teqez ‘Stratejî û Polîtîkayên Zimanê Kurdî yên Di Qada Dijîtal’ bi rengekî herî zanistî û pispor diyar bikin, bi rêbaz û amûrên herî rast û pêwîst sazgêriya pergala kurdî, bi taybetî jî pergala lezgîn a kurdî ya qada dijital pêk bînin.

Bi zanebûn û hişmendiya kurd bi kurdbûnê, kurdî bi bikaranîna kurdî, Kurdistan bi Kurdistanîbûnê tê parastin divê hemû malper, rûpel û xebatên din ên hemû tevgerên giştî, yên jin, ciwan û hwd., partî, rêveberiyên xwecihî/şaredarî, platform, sendîka, ajans, tv, rojname, weşanxane, kargeh, sazî, dezgehên kurd û Kurdistanî yên li qada dijîtal (Youtube, X, Facebook, Tîktok, Instagram, malper û hwd.) di asta herî jor de bi kurdî bin û li gor xet, pîvan, çand, nasname û nirxên kurdîtî û Kurdistanîbûneke azad, civakparêz û demokratîk a xwebûnî û gerdûnî bin

Divê bi diruşma Her Dem Kurdî, Her Der Kurdî’, bi giyan û hişmendiya raperîna ‘Tevgera Zimanê Kurdî ya Qada Dijîtal’ xebatên hişmendî, rêxistinkirin û perwerdehiya bi kurdî bên serwerkirin, bi têkoşeriyeke jîr, zana û pispor a di qada dijîtal de çeperên kurdî, kurdîtî û Kurdistanîbûyînê bên zêdekirin û xurtkirin, bi taybetî zimanê kurdî li her çeper û şaneyeke qada dijîtal bê belavkirin û kurdî bibe taca serê qada dijital.

——————————————-

Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Baas 60 salan li Sûrîyeyê li ser kar ma

Rejîma Baasê ji sala 1963’yan ve Sûriye veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê …