Bulten

Înfo Welat Bulten

Nasnameya Sûrê kurd û kurdî ye

Hevpeyvîn: Suat Ozalp  Gulan Fatma Onkol di pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên li navçeya Sûrê ya Amedê bi ser ket û namzetê Şaredariya Sûrê. Onkol di tûra yekemîn de ji 580 dengan 230 deng û tûra duyemîn de jî ji 630 dengan 430 deng wergirt. Bi vê encamê jî Onkol tevlî …

Bêtir »

Têkoşîna ziman û dibistanên binerdî

 Mîrza Ronî Heke îro dayîkên Kurd ji bo zimanên xwe nikaribin ji balafirgehan derbikevin, heke îro şanoya kurdî were qedexekirin, heke li Îranê stranên kurdî were qedexekirin û heke îro zimanê kurdî ne zimanê perwerdê be, wî demî hewceye carekdin wekî pêşiyên me gotine; ”Em kumê xwe deynin ber serê …

Bêtir »

Valencia ji bo katalanî meşiya

Li herêmên Valencia û Murciayê yên li rojhilatê Îspanyayê çalakiyên ji bo zimanê valensî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li bajarên Valencia, Castello de la Plana, Alicante û Gandiayê daxwaza parastina zimanê valensî hat kirin. Di daxuyaniyan de bang li hukumet rastgir a Valenciayê hat kirin, “mafên ziman ên welatiyan misoger …

Bêtir »

Şêrê Flaman di 1847an de hat nivîsandin

Sirûda neteweyî ya flaman a bi navê De Vlaamse Leeuw (Şerê Flaman) di 1847an de hat nivîsandin. Helbesta ku besteya wê ji aliyê Karel Miry ve hatibû çêkirin, di 17ê sibata 1848an de li şanoya flaman a Gentê hat pêşkêşkirin. Di 1902’an de ku 700. salvegera şerê Guldensporenslagê ya bi …

Bêtir »

Dersa Kurdî ziman normalîze dike

Li dibistana navîn çar salan ketim dersa Kurdî. Zarok şaş dibûn, ka mamosteyek çawa Kurdî bipeyive! Ewqas mehsûm bûn zarok. Ezberên wan hildiweşiyan. Kurdî li dibistanên fermî didîtin, dibihîstin. Ev ji bo zarokekî/ê pirr tişt e. Nerîna wan diguherîne, ziman normalîze dike. Ji salên nodî û vir ve li Bakur …

Bêtir »

Plana Têkbirinê û boykota kurdî

Serhed AŞTÎ Di vê dema me de ku êdî zarokên kurdan li bajaran hema bibêje nema bi kurdî dizanin, heqê kesî tune ye ku boykot bike yan jî red bike. Heta bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn, teşwîqnekirin û bêdengmayîn jî şirîkatîya aqlê plankerên têkbirina kurdan e. Têkbirina kurdîtîya …

Bêtir »

Komploya li hember Ocalan ket sala 25an

Îsal di 15ê sibatê de ji bo protestokirina girtina Ocalan ku wekî “komploya navneteweyî” tê pênasekirin, protestoyên girseyî hatin lidarxistin. Navenda çalakiyên girseyî bajarên Rojavayê Kurdistanê bû. Li 4 kantonên Rojava 7 meşên navendî pêk hatin û bi dehezaran kes tevlî çalakiyan bûn. Îsal komploya li hember Ocalan ket sala …

Bêtir »

Xêliya bi xemla kurdî de dakirî

Qada siyasî divê ji bo danpejirandina van polîtîkayan û plansaziya ku ji aliyê Kurdan ve hatî destnîşankirin, bi tevahiya hêza xwe bixebite. Heke bi vî awayî nebe, zimanê ku em wek ‘hîma bingehîn a netewîbûnê’ pênase dikin û peywir û barekî ev qas giran datînin ser piştê, dê bi tenê …

Bêtir »

Kevirê mezin elameta neavêtinê ye

Receb Dildar Mirov hinek tiştan gav bi gav bi dest dixe. Di nav şert û mercên îro de, hêz û qeweta me tune ye ku em di carekê de zimanê xwe bikin fermî û xwedî statu; lê em dikarin her derfetê bi kar bînin û pêlikek bi jor bikevin.  Gotineke …

Bêtir »

Meseleya herî mezin a Gimgimê koç e

A rast, ji Gimgimê pir zêde koçî derveyê welat dikin. Lewma jî nifûsa navçeyê zêde nabe.  Bi taybetî jî ciwan ji ber sebebên kar diçin Ewrûpayê. Lewma divê em ji bo ciwanan proje amade bikin da ku neçin welatên din. Gimgim di proseya amadekariyên hilbijartinê de yek ji bajarên Kurdistanê …

Bêtir »

Mirov parçe parçe rizgar dibe

Samî Hêzil Helwesta hin saziyên ku piştgiriyê nadin xebata ji bo dersên bijarî jî tê nîqaşkirin. Ev sazî li gor prensîba mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayîkê tevdigerin, lewre jî ew daxwaza mafê gaspkirî yê perwerdehîyê bi tevahî dikin û qîma xwe bi tavîzên biçûk naynin. Ew helwest wekî prensîbeke …

Bêtir »

Dersa Kurdî prestîja ziman bilind dike

Netîce Altûn Bi hilbijartina van dersan em hem vê mebestê eşkere dikin û vala derdixin, hem jî ‘prestîj’a zimanê xwe di çavên zarokên xwe de bilindtir dikin û terorîzekirina dewletê ya zimanê xwe pûç dikin. Dixwazim bejim ku prestîja ziman her tişt nebe jî ‘pir tişt’ e. Di serî de …

Bêtir »

Di pratîkê de xwedî li ziman derkevin

Îrfan Amîda Gelek ne eşkerebe jî hin derdor xwedî li dersên hilbijarî derneketin. Bikaranîna vî mafî ji aliyê malbatan nayê wateya revîzekirina daxwazên perwerdeya bi zimanê kurdî. Mirov dikare bêje “Ez lê xwedî derdikevim lê ya esas statûya kurdî û perwerdeya bi kurdî ye.” Di vê mijarê de dive armanca …

Bêtir »

Dersa Kurdî ya li dibistanan yek ji derfetan e

Yaqop Tilermenî Sazîyên weke Egitim-Senê -ku min jî bi salan tê de ked da-, dikarin ji hêla pedagojîkî ve meseleyê li gora armancên zindîhiştina zimanê kurdî pêşwazî bikin û hîleyên pergalparêzan bi avê de bibin. Dema ku zarok heftêyê du saetan li dibistanan fêrî Kurdî bibin, bi bandorwergirtinekê belkî bi …

Bêtir »

Siyaseta berxwedêr berê gel nade ziman

Dîlawer Zeraq Dibetî ev e; „gava qad û çepera zimanê kurdî ji destê sekuleran were girtin, gelo gengaz e qada siyaseta kurdan ya ku ji 1925an û bi vir ve ye li ser kevneşopîyeke berxwedêr hatiye avakirin, were qelskirin?“ Ez tenê wekî AKP-Huda-Par berê xwe nadim meseleyê. Ji ber ku …

Bêtir »

Şîlî di 1818an de serxwebûnê ragihand

Şîlî di 12ê sibata 1818an de bi danezanekê serxwebûna xwe ragihand. Di 1817an de artêşa îspanyol di Şerê Chacabucoyê de şikestin xwar û rê li ber serxwebûnê vebû. Şîlî di 12ê sibata 1818an de bi danezanekê serxwebûna xwe ragihand. Danezana Serxwebûnê ya Şîlîyê ye piştî şerê rizgariyê ya li hember …

Bêtir »

Bi rêya kurdî guneh nayên şûştin

Rewşa statuya zimanê me dişibe kesekî ku bedena wî/ê hatiye zeftkirin. Ev mirov ji bo xilasbûnê dibe bibêje ku “divê ez temamê bedena xwe xilas bikim”, an jî dikare bibêje “ka ez pêşiyê tiliya xwe, pê re destê xwe, piştre milê xwe û hwd rizgar bikim.” Ji hêla prensîbê ve …

Bêtir »

Zanîna kurdî wê bibe krîtera îstîhdamê

Hevpeyvîn: Suat OZALP Di polîtîkaya îstîhdama personelan de divê krîtera zanebûna kurdî hebe. Bi vê pîvanê, kesên bi zimanê xwe nizanibin wê neçar bimînin zimên fêr bibin. Ev yek divê ji bo namzetan jî, endamên meclîsan jî û ji bo hevşaredaran jî krîterek be. Yenişehir (Bajarê Nû) navçeyeke navendî ya …

Bêtir »

Nifûsa bakurê Kurdistanê 17 mîlyon e

Nifûsa bakurê Kurdistanê ji 17 milyonan derbas kir. Riha bi 2,214,000 nişteciyan bû parêzgeha xwedî nifûsa herî mezin a bakur. Erdexan jî bi 93,000î ji aliyê nifûsê de wekî parêzgeha herî biçûk derket pêş. Nifûsa bakurê Kurdistanê ji 17 milyonan derbas kir. Ev dane ji hejmara hemû nişteciyên 25 parêzgehên …

Bêtir »

Aboriya Katalonyayê mezin dibe

Hilberîna Navxweyî ya Tomerî  Katalonyayê ne tenê ji Îspanyayê lêbelê ji gelek welatên Yekitiya Ewrûpayê jî baştir e. Idescatê diyar kir, Hilberîna Navxweyî ya Tomerî  ya Katalonyayê di 2023’an de % 2.6 mezin bûye. Aboriya Katalonyayê ji Îspanyayê zêdetir pêş dikeve. Agahiya derbarê mijarê de ji aliyê Saziya Statîstîkê ya …

Bêtir »

“Türkiyelileştiremediklerimizden misiniz?”

Divê em bipirsin ka çima xema pirdengî ya ku li ser van civakan nayê ferzkirin ji bo me ferz e. Niha dema afirandina dîskûrekê ye ku aîdî me û organîk e. Bila tirk Tirkiyeyê û faris jî Îranê demokratîk bikin. Werin em bala xwe bidin ser tiştên ku aîdê me …

Bêtir »