Li Balearê xwepêşandana ji bo zimanê katalanî

Balear yek ji herêmeke katalan e ku di bin rêvebiriya Îspanyayê de ye. Di encama polîtîkaya dewleta îspanyol de zimanê katalanî li Giravên Balearê paş ve çûye û zimanê spanyolî li vir bûye serdest. Di salên dawî de li vê herêmê aktîvîzmeke ji bo katalanî pêş dikeve. Parazvanên ziman ji hikumeta xweser a giravan daxwaz dikin ku ji bo parastina katalanî tedbîrên berfireh bigire.

Di Roja Ziman, Çand û Mafên Sivîl a di 4’ê Gulanê de xwepêşandanek mezin li Palma de Mallorcayê hat lidarxistin. Di xwepêşandana ku ji aliyê saziya sivîl l’Obra Cultural Balear (Saziya Çandê ya Balear) ve hat lidarxistin de 8000 kes beşdar bûn. Gelek saziyên sivîl ên li herêma Balearê destekê dan vê xwepaşandana mezin a ji bo mafên ziman ên katalanî.

Piştî meşê, xwepêşander li meydana Major kombûn û li vir koma muzîka kevneşopî Al-Mayuqa derket ser dikê. Li vir afîşên girtiyên siyasî yên katalan hatin bilindkirin û desteka ji bo têkoşîna wan hat îfadekirin. Paşê manîfestoya bi sernavê ‘Em ji bo ziman, Çand û Mafên Kolektîf li vir in’  hat xwendin. Di manîfestoyê de ji siyasetmedarên Herêma Xweser a Balearê hat daxwazkirin ku mil bidin doza zimanê katalanî.

Piştî ragihandina manîfestoyê, serokê OCB’yê Joseph de Lui axaftinek kir û ji baleariyan û siyasetê daxwaz kir ku  ji bo mafên kolektîf ên Balearê «polîtîkayên wêrek» bimeşînin. Di dawiyê de sirûda girava Mallorcayê La Balanguera hat xwendin û çalakî bi dawî bû.

Giravên Balearê ji çar giravên mezin ên bi navê Mallorca, Menorca, Ibiza û Formenterayê pêk tên ku li rojavayê Derya Spî, nêzîkî peravên Katalonyayê cî digirin. Erdên giravê qasî 4,992 km2 ye û nifûsa giravan nêzîkî 1,200,000’ye. Balear di sedsala 12’emîn de ji aliyê mîrên katalan ji destên rêvebiriya ereb hatine girtin û demeke şûn de bûne parçeyeke dewleta îspanyol. Piştî bidawîbûna rejîma faşîst a Franko, di 1982’an de Herêma Xweser a Giravên Balearê hatiye damezrandin. Îspanyolî û katalanî du zimanên fermî yên herêma xweser in. 2007’an de rêvebiriya herêmê bi biryarekê Balearê wekî “neteweyek” Îspanyayê îlan kir.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …