Weşangerîya tirkî ya li ser înternetê, tevlî bikaranîna bi tirkî ya di platformên medyaya sosyal de, jîndarîya kurdî ya di vê qadê de hildiweşîne û bandoreke negatîf li ser helwesta kurdan a ji bo bikaranîna dîjîtal a kurdî dike. Ev yek komkujîyeke dîjîtal a kurdî ye û bi eşkereyî, bêyî xirecir û protestoya întelelîjensîya û sîyaseta kurd tê kirin.
Hebûna dîjîtal a zimanên hatine marjînalkirin di demên dawî de dibe yek mijareke sereke ya parastina ziman. Zimanên ji aliyê siyasî, aborî û dînamîkên civakî ve xwedî dezavantaj in, derfetên teknolojiyê ji bo berfirehkirina bingeha xwe ya civakî bi kar tînin. Qada dîjîtal ji ber ku zêde mesrefê naxwaze, têra xwe derfetê dide da ku bi zimanên hatine marjînalkirin her cûre înformasyon bê afirandin û bê belavkirin. Ev mijar li cîhanê gihîştîye astekê ku êdî kesên doza wekhevîya zimanan dikin dekolonîzasyona teknolojîya dîjîtal a di lehê zimanên kêmar de nîqaş dikin.
Tevî ku li cîhanê nîqaşên li ser vê mijarê gihîştine vê astê jî, di konteksta kurd de qada dîjîtal ji bo tunekirina kurdî tê bikaranîn. Di vê meseleyê de bi piranî X (Twitter), Facebook, Instagram û Youtube derdikevin pêş ku di her çar qadan de jî tirkî zimanê serdest e. Bi taybetî, weşangerîya Youtubeê bi tirkî tê kirin û ji alîyê bi sedhezaran aboneyên kanalan ve tên şopandin. Adem Karaçoban, Bedel Boselî, Erdal Er, Îbrahîm Halîl Baran, Amed Dîcle û Gunay Aslan çend ji kesên naskirîne ku bi awayekî rêkûpêk di kanalên xwe de bi tirkî weşanê dikin. Hejmara aboneyên kanalên Youtubeê yên van her şeş kesan bi tevahî ji 500 hezarî derbas dike. Bi hezaran vîdyoyên tirkî yên li ser van kanalan hatine barkirin, bi hezaran caran tên temaşekirin.
Weşangerîya tirkî ya li ser înternetê, tevlî bikaranîna bi tirkî ya di platformên medyaya sosyal de, jîndarîya kurdî ya di vê qadê de hildiweşîne û bandoreke negatîf li ser helwesta kurdan a ji bo bikaranîna dîjîtal a kurdî dike. Ev yek komkujîyeke dîjîtal a kurdî ye û bi eşkereyî, bêyî xirecir û protestoya întelelîjensîya û sîyaseta kurd tê kirin. Eger bêdengîya di vê meseleyê de bê domandin û ji bo parastina kurdî ya di vê qadê de gav neyên avêtin wê kapasîteya dîjîtal a kurdî tune bibe. Ev ê jî pozîsyona tirkî ya wekî zimanê teknolojîyên dîjîtal a ji bo kurdan misoger bike.
Edîtor
———————————–
Nivîs di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.