Me kurdbûneke bi kurdî divê

Zana FARQÎNΠ

Bi her awayî rê li ber zimanê me hatiye girtin, ji gelek derfetan hatiye mehrûm hiştin. Lê qada dijîtal, medyaya civakî ji bo me derfetên bêsînor pêşkêş dikin û dibin sedem ku mirov dîwarên heyî ji navbera xwe hilde û xwe bigihîne girseya xwe ya armanckirî.

Ji bo çi mijarî dibe bila bibe, gava pêşîn tesbîta rewşê, gava duyem peyitandina çareseriyê û ya sêyem jî pratîk e. Em ji bo pêkanîna her du gavên dawiyê pir lawaz û xemnexwer in. Ji bo mijara zimên jî em wisan in û em zêde pûte bi xebat, çalakî û têkoşîna bi zimanê xwe nadin. Em tenê hîn bûne rexne li kir û kirinên asîmîlasyonker bigirin, lê em li berpirsî û wezîfeyên xwe nabin xwedî, em li ser pirsa “divê em çi bikin û çawan bijîn” têra xwe serê xwe naêşînin.

Bi her awayî rê li ber zimanê me hatiye girtin, ji gelek derfetan hatiye mehrûm hiştin. Lê qada dijîtal, medyaya civakî ji bo me derfetên bêsînor pêşkêş dikin û dibin sedem ku mirov dîwarên heyî ji navbera xwe hilde û xwe bigihîne girseya xwe ya armanckirî. Lê heyf û mixabin em ji van waran jî têra xwe sûd wernagirin, em hewleke wisan zêde nadin xwe da ku wan qedexe û sînoran bi bernameyên bi zimanê xwe têk bidin, wan bêtesîr bikin. Em ji qedexe û siyasetên red û înkarê behs dikin lê li van mecrayên dijîtal jî, wekî Youtube, twitter, facebook, malper hwd. zimanê serdest bi kar tînin. Bi wî zimanî weşanê dikin. Niyet çi be, encam dibe berdewamiya çerxa asîmîlasyonê, bêhêzbûn û têkçûna kurdî.

Parastina kurdî bi tirkî

Li hêla din, gava rexneyek li kurdan, li ziman û dîroka wan tê kirin, tavilê em xwe ne razî dikin, bertekên xwe derdibin, lê bi piranî bi zimanê serdest, bi tirkî. Gava dibêjin kurdî zimanekî qels e, prîmîtîf e, pê perwerde û zanist nayê kirin, ew ne zimanê şaristaniyê ye, em di van platforman de xwe ne qayîl dikin, dest bi nîşandina bertekan dikin, rexneyên tund û tûj li wan digirin, lê dîsan zimanê bi kar tînin zimanê tirkî ye. Ma ev ne nakokî ye? Divê mirov ji xwe û ji wan tevan bipirse, zimanek bi axaftinê yan jî bi nivîsînê bi pêş dikeve? Gelo di vê sedsalê de ji bo zimanek bikare di ber xwe bide, geşe bi xwe bide, xwe xurt bike û kil û kêmasiyên xwe dabîn bike, tenê bi peyivînê dişê berdewamî bi jiyîn û hebûna xwe bide? Na, ne mimkin e. Ziman bi nivîsînê, bi her cure çalakiyên zêhnî û hilberînê, bi perwerdeyê dikare çembera li dorê hatiye danîn bişikêne û bijî, gencîneya xwe xurt û dewlemend bike. Ew ê ku dê vî karî bikin kî ne? Hêzên zindî û hişyar ên vî gelî ne. Ew rewşenbîr, siyasetkar, pêşeng, rêber, birêveber, hunermend, nivîskar, bi kurtî hemû hêzên rêxistî û xemxwerên vî gelî ne.

Windabûna kurdî

Hewce ye em zû li xwe vegerin, ji lew re windabûna zimanî ya di nav nifşan de zêdetir dibe. Dev ji zarok û ciwanan berdin, dêûbav jî êdî li nav malê bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin. Eger em jî di van mecrayan de qet nebe bi giranî zimanê xwe bi kar neyînin, giraniya zimanê têkoşîna me ne bi kurdî be, dê aqûbeta gel û neteweyên din bê serê me jî ku ew niha li çokên xwe didin û zimanê wan bûye zimanê serdestê wan. Baweriya min ev e ku eger wiha bidome dê kurd hêdî hêdî bibin gelekî wisan ku zimanê wan ji dest wan çûye.

Ev qadên dijîtal, ji bo zimanên wekî zimanê kurdî derfetên zêrîn in, bi wan qedexe û qanûnên qedexeker bêtesîr dibin, loma di wan de ne bi zimanê serdestan divê bi zimanê kurdî weşan bên kirin, divê di wan de zimanê kurdî bê bikaranîn.

Carinan gotinekî wek gotinên pêşiyan, wek biwêj û wecîzeyekê hîn bêhtir karîger dibe. Loma hez dikim em jixwe bipirsin: Em dixwazin kurdbûna xwe bi kurdî bidomînin û kurdên kurdîaxêv bin yan jî em bibin kurdên tirkîaxêv, erebîaxêv, farisîaxêv û hwd? Eger em behsa zengînaya zimanê xwe dikin, em behsa dêrinbûna xwe û çanda xwe dikin, nexwe bikaranîna kurdî pêwîst e ku ziman nîşanderê wan diyardeyan e.

———————————————–

Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Komkujîya 1992an a Cizîr û Nisêbînê

Welat Ayaz  Bûyerên li Cizîrê û navçeyên Nisêbînê qewimîn bi navê “Newroza bi xwîn” derbasî …