Samî HÊZIL
Derûniya mirovê kolonîzebûyî timî bi hin hêviyên pûç dixape, wekî ez bi zimanê WÎ biaxivim ew ê min fêm bike û bi vî awayî (belkî) dê mafê min qebûl bike/min efû bike/ji min hez bike û hwd. Lê belê rastiya vê têkiliyê ev e, femkirin nîn e û axaftina bi heman zimanî jî vê yekê çareser nake. Derdekî kolonyal ê fêmkirinê, qebûlkirinê, efûkirinê û hezkirinê nîn e.
Li roja îro derfetên zimanî yên ji bo weşana kurdî pir zêde bûne, navgînên ragihanê yên bi kurdî berbelav in û weşangeriyeke kurdî ya berfireh û domdar heye. Dîsa jî, gelek weşanger, peyamnêr û medyatîkên kurd hene ku bi rêya kanalên dîjîtal bi israr weşana tirkî dikin, di ser medya civakî re timî peyamên xwe bi zimanê tirkî didin û diweşînin. Kesên ku wan dişopînin jî piranî kurd in û kêm an jî zêde kurdî dizanin. Peyam û weşanên wan kesan bala civaka tirk û tirkîaxêvan jî zêde nakişîne, an jî bi piranî bertekên wekî dijûn û heqaretê werdigirin. Di rewşeke wiha de wateya israra di zimanê tirkî de çi ye? Helbet her weşanger, her takekes xwedî maf e ku bi zimanê ku bi xwe bibijêre biaxive û binivîse, lê belê dema ku weşangerek, takekesek (siyasetmedar, rewşenbîr hwd.) bixwaze peyamekê bi ser navê kom, girse an gelekî bide, daxwaz û armanca hin tiştan bike, wê demê rewş ji tercîha şexsî wêdetir bi şert û mercên siyasî û civakî re têkildar dibe û hin pirsên rewabûnê û berpirsiyariyê jî dibin mijara niqaşan.
Weşangerîyeke absurd
Ev tercîh bê guman ji ber gelek sedeman pêk tê û hêjayî nirxandinên berfireh û kûr e. Ez ê di vê nivîsa kurt de behsa çend xalan bikim ku bêtir bi derûniyeke civakî ya nenormal re têkildar in. Angaşt û hecetên vê israrê dibe ku maqûl xuya bikin bes dema mirov bi hûrgilî û ji bergeheke fireh de li wan binêre, mantiqa wan hecetan a bêbingeh xwe dide kifşê. Yek ji wan hecet/angaştan kêmasiya zanîna bi zimanê kurdî ye ku weşangerên navborî piştî lêborîna xwe ji ber kêmzanîna bi kurdî dixwazin, bi tirkiyeke dûrî estetîkê, hişk û giran ku tirk jî zû bi zû jê fêm nakin dest bi axaftinê dikin. Lê belê, ji bo kurdekî weşangerê ku kêm zêde bi kurdî dizane xebata yek salê bes e ji bo ku bibe weşangerek pispor ê kurdî. Lewma jî li şûna ku timî lêborîna xwe bixwazin dikarin yek salê bixebitin û zimanê xwe têkûz bikin.
Sedemeke din jî ev e ku ew kes qîma xwe gelek bi bervedêrên peyama tirkî tînin, an ku di vê baweriyê de ne ku peyamên wan bi tirkî bin dê bigihîjin muxataban û armanca wan a danûstandinê dê pêk were. Di vê rewşê de jî tiştekî pir giring paşguh dikin ku 1) nirxê peyama wan kesan ji bo muxatabên tirkîaxêv şikber e – ji bilî ku bibe heceteke dijûn û heqaretê; 2) dema ku peyama xwe bi tirkî bidin kurdan jî, wê demê wate û nirxê peyamê lawaz dibe. Dema ku xudanê peyamê kurd be, wergir bi piranî kurd bin, lê belê zimanê peyamê tirkî be, wê demê rewşeke absûrd çê dibe.
Mirovê kolonîzebûyî û hêvîyên pûç
Ji bilî xalên jor, wisa xuya ye ku weşanên bi tirkî û bikaranîna tirkî hinek jî ji bo xatirê wan kurdên spîçolkî ne ku êdî qet zimanê kurdî nizanin an jî kurdî bi kar naynin. Qismek jî ji bo xatirê wan tirkên camêr in ku bi derdê kurdan re eleqedar dibin. Ji bo wan kurdan di roja îro de ew qas derfetên hînbûna zimanê kurdî heye û dîsa jî zimanê xwe hîn nabin, divê em karteke sor nîşanî wan bidin, belkî rengeke xweş bide ser sûretê wan. Qey ne lazim e ku ew tirkên entelektuel û camêr yên ku ji kurdan hez dikin, hinek werin xîretê û çav bidin kesên wekî Michael L. Chyet, Michiel Leezenberg û yên din û kurdî hîn bin?
Wekî encam em bibêjin, derûniya mirovê kolonîzebûyî timî bi hin hêviyên pûç dixape, wekî ez bi zimanê WÎ biaxivim ew ê min fêm bike û bi vî awayî (belkî) dê mafê min qebûl bike/min efû bike/ji min hez bike û hwd. Lê belê rastiya vê têkiliyê ev e, fêmnekirin nîn e û axaftina bi heman zimanî jî vê yekê çareser nake. Derdekî kolonyal ê fêmkirinê, qebûlkirinê, efûkirinê û hezkirinê nîn e. Derdê WÎ serwerî ye, domandina vê têkiliya newekhev e û ji bo vê yekê jî jixwe divê fêm neke. Lewma jî kurd bi tirkî jî biaxivin dê neyên (nayên) fêmkirin. Ya rast ev e ku kurd peyamên xwe bi zimanê xwe û ji bo kurdan bidin.
—————————————-
Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.