Necat AYAZ/Fatoş DEMIRTAŞ
Perwerdeya zimanê kurdî cara ewil di sala 2007an de li Swîsreyê dest pê kir. Di sala 2008an de Yekîtiya Malbatên Xwendekarên Kurdî komeleyek hat damezrandin. Pişt re navê vê komelyê bû Komeleya Hîndekariya Kurdî. Di 2013an de bi navê Komeleya Hîndekariya Kurdî ji bo mafê hîndekarîya kurdî serî li Kantona Zurichê hat dayîn.Kantonê di 2014an de mafê hîndekarîya kurdî nas kir. Bi dûv vê re li kantonên, Bern, Basel, Thurgau, Schaffhausen, Luzern, Zug, Graubunden û Aargauyê jî heman maf hat bidestxistin.
Xebatên Komeleya Hîndekarîya Kurdî
Bingeha hiqûqî ya xwendegehên kurdî di hiqûqa Swîsreyê de wekî Hîndekariya Ziman û Çanda Welêt cî digire. Dewlet an kanton ji bo vê hîndekariya li ser daxwaza komeleyê polekê vediqetîne û destûra bikaranîna alavên li polê dide. Ji bo birêvebirina kursên zimanê dayikê û çanda welêt, ji aliyê her kantonê ve Plana Çarçoweya Hîndekariyê hatîye amadekirin.
Notên mamosteyên kurdî di bawernameyan de dinivîsin, di heman demê de di bawernameyên zarokan ên ji alîyê dibistanên swîsreyî ve tên dayîn jî tên nivisandin. Ev jî alîyekî din a qebûlkirina fermîyeta hîndekarîya kurdî ye.
Li alîyekî din, bi tevlîbûna rêveberîyên kursên hîndekarîya zimanên biyanî (bi 32 zimanan dersên zimanê dayikê tên dayîn) salê du caran ji aliyê Mudîriyeta Perwerdeyê ya kantonan ve konferans tên li darxistin. Koordînasyona her zimanekî tevlî van konferansan dibe û problemên heyî û planên paşerojê danûstendin tên kirin.
Kanton û hîndekarîya kurdî
Îsal li pênc kantonên Swîsreyê bi tevayî deh polên me yên zimanê kurdî hene. Bi giştî 80 xwendekar perwerde dibin. Ev pol û xwendegeh bi vî awayî ne:
Kantona Zurichê: 3 pol, Asta Hêlîna Zarokan, Asta Jêrîn, Asta Navîn û Jorîn, 4 mamoste, 25 zarok
Kantona Bernê: 2 pol, Asta Hêlîna Zarokan û Asta Jêrîn, 3 mamoste, 15 zarok
Kantona Baselê: 2 pol, Asta Hêlîna Zarokan û Asta Jêrîn, 2 mamoste, 15 zarok
Kantona Aargau: 2 pol, Asta Hêlîna Zarokan û Asta Jêrîn, 2 mamoste, 15 zarok
Kantona Luzernê: 2 pol, Asta Hêlîna Zarokan û Asta Jêrîn, 2 mamoste, 10 zarok
Kurdî li Zuri ch û Baselê rojên şemi yê, li Bern û Aargau rojên çarşemû û li Luzernê sêşemê tê dayîn. Li di bi stanên asayî yên Swîsreyî pol ji bo vê hîndekari yê hati neveqetandi n. Temenê zarokan ji 6-14 salî hene.
Materyalên ji bo perwerdehîyê
Komeleya Hîndekarîya Kurdî piranî materyalên ku tevlî Mudîriyeta Perwerdeyê ya Kantona Zurichê û xwendegeha Pedagojîk a Bilind a Zurichê re amade kirine, bi kar tîne.
Hejmara pirtûkên li gorî astan hatine amadekirin ev in:
- Ji bo asta berî xwendegehê 2pirtûk
- Ji bo asta jêrîn pola 1, 2, 3 bi tevayî 6 pirtûk
- Ji bo kurmancî wek zimanê biyanî 1 pirtûk
- Ji bo asta navîn pola 4, 5, 6 bi tevayî 6 pirtûk
- Ji bo asta jorîn pola 7, 8, 9 bi tevayî 6 pirtûk
Bi vî awayî 21 pirtûkên hîndekariyê ji bo 11 salên perwerdeyê hatine amadekirin. Di amadekirina van pirtûkan de saziyên wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanya YMK, Yekmal a Berlînê û Pena Kurd û ji Swîsre û ji Almanya kesên pispor cî girtine. Ev pirtûk bi awayekî pedagojîk, li gorî rewşa diyasporayê û çanda welêt hatine amadekirin.
Temenê koma zarokên ku pirtûk ji bo wan hatine amadekirin di navbera 5 û 16 salî de ne.
Herwiha, pirtûka Rêbera Hîndekariyê bi tevlîbûna kesên pispor ên ji Amerîka, Îsraîl û Ewrûpayê hatiye amadekirin. Niha li Almanya û li Swêdê gelek mamoste pirtûkên hîndekarîyê yên komeleyê di dersên kurdî de bi kar tînin.
Niha hewl tê dayîn, ji bo perwerdeya ciwanan li gor asta zimannasiya Ewrûpayê ji asta A1 heta C2 pirtûkên hîndekariye bê amadekirin. Planeke din a komeleyê jî wergerandina pirtûkên çîrok û çîvanokên zarokan ji bo kurdî bê wergerandin.
Hîndekarîya mamosteyan
Hemû mamosteyên Komeleya Hîndekarîya Kurdî dilxwaz in. Mamoste li gorî bernameya kursan hefteyê di navbera 2-4 saetan de bi dilxwazî dixebitin. Perwerdehîya mamosteyên ji du qonaxan pêk tê. Yek ji wan perwerdehîya navxweyî ye û online yan jî rû bi rû pêk tê. Mijarên vê hîndekarîyê rêzimanê kurdî û metoda dayîna dersane û salekê dajo. Di qonaxa duyemîn de, mamosteyên nû salekê wek alîkarê mamoste dixebitin. Paşê, namzetên mamostetîyê bi rêya Mudîriyeta Perwerdehîyê ya Kantona Zurichê tevlî perwerdehîya Dibistana Bilind a Pedagojîyê ya Zurichê dibin. Bi dûv vê perwerdehîya pedagojîk û dîdaktîk ku mehekê dajo, mamoste sertîfîkaya mamostetîya Zimanê Dayikê û Çanda Welêt werdigirin. Hin kanton jî car caran li ser mijarên bi pedagojîyê re eleqeder semîner, panel kursan li dar dixin. Mamosteyên dikarin bê pere an jî bi dayîna pereyekî pir kêm tev li van hîndekarîyan jî bibin.
Fînansekirina hîndekarîya kurdî
Kantonên Swîsreyê ji bilî peydekirina xwendingehan, alîkarîyeke din nadin kursên Hîndekariya Ziman û Çanda Welêt. Karê fînansê bi tevahî dimîne li ser konsolosxaneyan welatan an komeleyan. Komeleya Hîndekarîya Kurdî ji bo vê destekê ji malbatan daxwaz dike. Dêbav salê carekê serê zarok 200 frank pere radizînin ser hesabê bankê yê Komeleya Hîndekariya Kurdî. Dema ji malbatê hejmara zarokan du kes bin 350 frank û hejmar sê kes bin 500 frank tê dayîn. Komeleyê bi vê pereyî encax dikare bilêtên tren û otobusê ên mamosteyan bide. Rêveberîya komeleyê û mamoste heqdest nagirin. Wekî din, di Newroz û şahîyên din de pirtûkên komeleyê tên firotan û dahata ji wir tê ji bo xizmeta xwendegehên kurdî tê bikaranîn.
Nirxandina sala 2023/24an
Di sala perwerdehîyê ya 2023/24 an de hejmara kursîyerên zarokan zêde bûn. Bi taybetî, li Kantona Zurichê hejmara zarokan gihîşt 25an. Li kantonên din hejmar ji 10ê derbas kir. Li gorî salên borî di hejmarê de zêdebûnek heye. Tevî ku hin malbat di vê mi jarê de xwedî hişmendîyeke neteweyî ne, gelek malbat zarokên xwe ji kurdî dûr digirin. Li alîyekî din, rêveberên komeleyên sîyasî, rêxistinên sîyasî û partîyên kurd di mijara perwerdehîya zarokan de ne xwedî helwesteke pêwîst in û destekê nadin xebatan. Lê tevî van astengi yan jî îsal xebateke serkeftî hatîye meşandin.
———————————–
Foto: Dayîna bawernameyê ya piştî kurseke kurdî ya Komeleya Hîndekarîya Kurdî/Arşîva Hesen Huseyîn Denîz
Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.