Welat Ayaz
Rewşenbîrê/a kurd bala xwe nade tevliheviya kaotîk ku paradîgmayên îdeolojîk ên azadiya kurd ên van demên dawîn bûye sebep. Ji bo ji vê tevliheviyê re bibe bersiv lêkolîn û analîzên pêwist nake, yek gotinek rexnegirî jî nikare bike. Ev rewş, asteya zanîna wî/wê ya rewşenbîrî û wêrekiya wî/wê nîşan dide.
Ramanên ku di encama çalakiyek hiş û fikrî de derdikevin holê; hemî pêvajoyên raman, bîranîn, xeyalkirin, têgihîştin û çareserkirina pirsgirêkê di xwe de dihewînin. Gotina Descartes “Cogito, ergo sum” (Ez difikirim, lewra ez he me) tê wê wateyê ku ferd wate dide hebûna xwe û her wiha wate dide gelek tiştên li derdorê diqewimin û dikare bi ramanê mudaxeleyê wan tiştan bike.Mirov dikare hesta tirsê, ya ku pêşî li vê mudaxaleyê digire an jî sînordar dike, pênase bike. Ramanwerên wekî Martin Heidegger destnîşan dikin ku tirs, sînorên hebûna mirovî û rûbirûbûna bi rastiya mirinê re temsîl dike. Friedrich Nietzsche, tirsê wekî nîşana qelsiyê dinirxand. Li gorî wî, tirs nîşana bêhêzbûna mirov û qebûlkirina sînorên xwe ye. Li gor perspektîfa Nietzsche, tirs bi lêgerîna hêzê/desthilatê û daxwaza hêzdarbûnê ve girêdayî ye. Michel Foucault, bal dikişand ser aliyên civakî û siyasî yên tirsê. Li gorî wî, tirsa di civakên nûjen de, encama têkiliyên desthilatê û mekanîzmayên dîsîplînê ye. Li aliyê din Søren Kierkegaard, tirsê wekî paradoksek nîqaş dikir. Li gorî wî, tirsa rastî ew e ku mirov azadî û bersiyariya xwe fêhm bike û bi vê re rûbirû bimîne.
Çawa raman tê astengkirin?
Di navbera azadî û tirsê de têkiliyek heye ku hevdu dixin hereketê. Wekî ku John Stuart Mill di xebata xwe ya “Li ser Azadiyê” de diyar dike, azadiya fikr û ramanê, bingeha azadiya mirov e. Astengkirina ramanan, weke êrîşa li dijî îradeya azad û azadiya ramanê ya ferdî tê dîtin. Ramanwerên wek Michel Foucault lêkolîn dikin ka hêz/desthilat çawa dixebite û zexta li kesan çawa tê pêkanîn? Di rejîmeke despotîk de, mekanîzmayên desthilatdariyê hertim îfadeya ramanan sinordar dike û kesan dixe bin kontroleke tund. Ev yek, rê li ber serbestiya parvekirina ramanê digire û dibe sedem ku yek îdeolojî li civakê serdest bibe. Li gor perspektîfa exlaqî tepisandina ramanekê, rê li pêşketina exlaqî ya kesan û pêkhatina edaleta civakî digire. Ramana azad, bingeha pêşketina exlaqî û reformên civakî ye. Mîna ku di felsefeya exlaqî ya Kant de tê gotin; qabîliyeta fikr û ramana rasyonel û azadiya îfadekirina wê, ji bo pêşvebirina erkên exlaqî û prensîbên gerdûnî girîng in.
Di rejîmeke despotîk de pêşîlêgirtina vegotina ramanê, ne tenê ji bo azadiya ferdî û mafan, her wiha ji bo pêşketina giştî ya rewşenbîrî û exlaqî ya civakê jî pirsgirêkek mezin derdixe holê. Di vê çarçoveyê de azadiya vegotinê û azadiya ramanê, hem di asta ferdî û hem jî di asta civakî de xwedî girîngiyek jiyanî ye. Li gorî van hemûyan, mirov dikare dubendiyên rewşenbîrên kurd, ramana azad û tirsê bi hev re binirxîne. Pirsgirêkên ku di nava îdeolojî û civakîbûna kurdan de derketine holê, ji şert û mercên diyalektîk ên îroyîn dûr in û herwiha ketine pêvajoyeke geşepêdanê. Tê dîtin ku rewşenbîrê/a kurd hê ne amade ye ji van pirsgirêkan re bibe bersiv.
Rewşenbîrên kurd û otosansur
Rewşenbîrê/a kurd bala xwe nade tevliheviya kaotîk ku paradîgmayên îdeolojîk ên azadiya kurd ên van demên dawîn bûye sebep. Ji bo ji vê tevliheviyê re bibe bersiv lêkolîn û analîzên pêwist nake, yek gotinek rexnegirî jî nikare bike. Ev rewş, asteya zanîna wî/wê ya rewşenbîrî û wêrekiya wî/wê nîşan dide.
Şertê bingehîn ê rewşenbîriyê ew e ku mirov karibe geşedan û guhertinan şîrove bike û bi perspektîfên cûda ji wan re bibe bersiv. Hewlidanên rewşenbîr û bîrmendên kurd ên ji bo zimanê zikmakî hêjayî pîrozkirinê ye; lêbelê lazim e ji bendewariyên îdeolojîk û polîtîk re jî bibin bersiv ku ev jî ji bo gel qasî ziman girîng in. Tenê kûrbûna li ser pirsgirêkek û piştguhkirina pirsgirêkên din, encama atmosfera tirsê ye. Her wiha nebûna platformên nîqaşê yên fikr û ramanên cihêreng, ev jî bi van sedemên neyênî ve girêdayî ye.
Rewşenbîrê/a kurd niha bi tirs û xofeke mezin re rû bi rû ye. Xwe bi mekanîzmayên tehdîdê yên pergalî re sînordardar dike (otosansur) û pirsgirêkên ku divê ji bo gel bi awayê lezgîn bên pênasekirin û çareserkirin timî paş dixe, taloq dike. Bi teza ku ‘hê dem nehatiye’, van pirsgirêkan ji pêşerojê re dihêle. Ev, yek ji taybetmendiyên pragmatîst ê rewşenbîrên kurd e. Eşkere ye ku dema ew li bendî ne, wê xwe bi xwe neyê. Hêviya ku hawîrdorek demokratîk û lîberal a li bendî ne ku xwe bi xwe pêk bê, cûreyek din a teseliyê ye. Li ti devera cîhanê serdestiyên îdeolojîk ên heyî, bi vî awayî xwe bi xwe ji holê ranebûne. Ramanbîrên ku bandor li serdem û pêvajoya xwe kirine, bi wêrekî ramanên xwe dane pêş, paradîgmayên kevnar ên rizî pûç kirine û karîne bi vî awayî alternatîfên cûda bidin pêşiya girseyan.
Civakên ku rexneyê bi şareza bi kar neanîne, her tim li paş mane. Divê neyê jibîrkirin ku nêzîkatiyên rexneyî yên piralî, pêşiya ramana piralî jî vekiriye. Rewşenbîrê/a kurd hê negihaştiye asta rexnegiriyeke felsefî û bîrdozî. Halêhazir bala xwe dide ser pirsgirêkên rojane û yên berbiçav. Lê em hêvîdar in ku di pêşerojê de li platformên ramanê, di cîhana nivîskariya rexnegir de nêzîkbûn û şêwazên nû cihê xwe bigirin. Bi demê re em ê tev lê temaşe bikin û fêm bikin ka ew rewşenbîrên kurd ku faaliyetên ramana îdeolojîk avêtine aliyek û li bendî kesek din hiştine, gelo wê vî karî hewaleyê serdemeke din a bêrîsk a demokratîk bikin yan jî wê eşkere be ku ew ji qabîliyeta hilberandina fikra gerdûnî û pêkanîna wê mehrûm in?
Pirsgirêka rewşenbîrên kurd ev e ku xwe nagihînin hêza ramana gerdûnî û dîwarê tirsê ku li pêşiya hilberandina fikrên nû asteng e, xera nakin. kurd di gelek waran de bê alternatîf hatine hiştin.
Van şert û mercan di bin nîrê paradîgmayên otorîter de, gel ji qabîliyeta hevdemên xwe, yên ku di hawirdorek demokratîk de bi awayê rewşenbîrî difikirin û hildiberînin, dûr xistiye. Rewşenbîr û ramanwerên kurd di nav qalibên herêmî yên zordar de bi awayên curbecur hatine tepisandin û di warê raman û hilberîna azad de ji ronakbîr û ramanwerên cîhanê gelek paşde hatine hiştin. Astengiyên ramana îdeolojîk û pergalî yên ku danîne pêşiya rewşenbîrê/a kurd, wî/wê neçar dike ku sînorên xwe bi xwe diyar bike û wî/wê avêtiye nav pêvajoyek wusa ku tenê dogmatîzm û pragmatîzm tê de tên qebûlkirin.
—————————————–
Foto: Postereke li ser azadîya ramanê/AAUP
Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.