Necat Ayaz: Kurdistan weşaneke antî-kolonyalîst e

“Kurdistan weşaneke antî-kolonyalîst e, weşaneke ku self-determînasyona kurdan dixwaze, weşaneke ku serxwebûna kurdan dixwaze û weşaneke ku parastina kurdî dixwaze. Dixwaze kurdî bibe zimanê serdest ê Kurdistanê. Ne zimanê hilbijarî û li gorî kêfê lê bibe zimanê serdest ê Kurdistanê wekî ku li Katalonyayê, li Quebecê û hin welatên din jî pêk hatîye.”

Edîtorê Infowelat Necat Ayaz tevlî bernameya Heftename ya Stêrk TVyê bû.  Ayaz di bernameya roja şemîyê de pirsên Ejder Şêxo yên li ser xebatên xwe bersivandin.

Di bernameyê de tevî xebatên xwe yên lêkolînî û yên ji bo parastina zimanê kurdî,  Ayaz di derbarê Infowelat û her du e-kovarên wê Kurdistan û Rêya Serxwebûnê de jî agahî dan.

Koma Hawara Kurdî

Li ser pirsa bernameçêker, Ayaz derbarê kurtedîroka damezrandina Koma Hawara Kurdî wiha axivî:

“Me Komara Hawara Kurdî di 2005an de damezrand. Ez yek ji pêşengê vê komê bûm. Me di damezrandina komê de got, ‘kurdî di xetereyê de ye û divê em bi rêya lêxistina zengilên hişyarîyê tevgera kurd û gelê kurd hişyar bikin. Me ev kom li ser bingeha însîyatîfa sivîl çêkir.’”

Ayaz da zanîn, “wan ji bo komê manîfestoyekê amade kirine, komîsyonên soslîngûîstîk û hişmendîya ziman ava kirine û li Stenbolê di nava gel de çend civînan li dar xistine.”

Edîtorê Infowelat sebebên biserneketina Koma Hawara Kurdî jî wiha îzeh kir:

“Hişmendîya wê demê ya Tevgera Kurd û gelê me têr nedikir ku tevgereke sivîl yan jî komeke sivîl çêbibe û bi tena serê xwe, bi rengekî otonom di warê ziman de xebatê bike. Ji ber bê yekê jî gelek hevalên me terka komê kirin û ez û çend heval tenê man. Em jî neçar man xebata Koma Hawara Kurdî bidin sekinandin. Eger wê demê xebat bikaribûna bihatana domandin dibe ku kom veguherîyana tevgereke ziman. Ku destekeka polîtîk -çi ji qada legal çi jî ji ya îlegal- bihatana dayîn, ev  mimkûn bû û belkî niha em ne di vê rewşê de bûn.”

Ejder Şêxo û Necat Ayaz/Stêrk TV

Kurteçîroka Infowelat

Ayaz di beşa danasîna Infowelat û berhemên wê de a2gahîyên balkêş bi Ejder Şêxo re parve kirin.

Weşangerê kurd got, cara ewil wî di 2005an de malpera komarahawarakurdi.com vekirîye û paşê bi rêya domandina malpereka din a bi navê klziman.org (malpera Koma Lêkolînên Ziman) karê wî yê weşangerîya berdewam kirîye.

Li ser çîroka vekirina Infowelat jî Ayaz got, malper di 2013an de li Amedê hatîye vekirin û weşangerîya wê bi du kategorîyên sereke -otonomî û parastina ziman- dest pê kirîye. Ayaz destnîşan kir, hemû karên Infowelat û her du berhemên wê Kurdistan û Rêya Serxwebûnê bi edîtorîya wî, ji alîyê sê kesan ve tê kirin.

Ayaz got, ji bo meşandina hin xebatan carinan komên ji çend kesan pêk tên alîkarîya Infowelat dikin û herwiha ji bo weşangerîyê bi gelek nas û dostan tên şêwirandin.

Rêya Serxwebûnê û Kurdistan

Edîtorê kurd di dawîya bernameyê de di derbarê e-kovarên Infowelat Rêya Serxwebûnê û Kurdistanê de agahîyên kurt dan.

Ayaz got, bi rêya weşandina van her du berheman, wan xwestîye înformasyona di infowelat de berdestbar be.  Ayaz da zanîn, heta niha 6 hejmarên Rêya Serxwebûnê û 6 jî yên Kurdistanê hatine weşandin.

Li ser pirsa dawî ya bernameçêker, Ayaz e-kovara Kurdistanê wiha terîf kir:

“Kurdistan weşaneke antî-kolonyalîst e, weşaneke ku self-determînasyona kurdan dixwaze, weşaneke ku serxwebûna kurdan dixwaze û weşaneke ku parastina kurdî dixwaze. Dixwaze kurdî bibe zimanê serdest ê Kurdistanê. Ne zimanê hilbijarî û li gorî kêfê lê bibe zimanê serdest ê Kurdistanê wekî ku li Katalonyayê, li Quebecê û hin welatên din jî pêk hatîye.”

————————————

Foto: Necat Ayaz/Bernameya Heftename ya Stêrk TV (18.05.2024) 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …