Jîn ARYEN
Bi milyonan kesên ku ji bo xwedî li kurdbûn û nasnameya xwe derkevin têdikoşin, çima bertekên xwe dîsa bi zimanê hêzên dijber didin gelo? Di netewbûyinê de girîngiya ziman çi ye û di çi astê de tê dîtin? Xwedîlêderketinên ‘demkî’ dê çawa veguhere hişmendiyeke neteweyî û stratejîk?
Asta alav û amûrên ragihandinê û derfetên danûstandinê bêgûman li gor serdemên berê di roja me de di asteke herî jor de ne.
Helbet ev pêşketin bi tevahî bi awayekî xwezayî pêk nehatine û bi gelemperî di kontrola pergala serdest a kapîtalîst û hêzên desthilatdaran pêk hatiye. Lê piştî ku deng û rengên cuda jî derketin pêş di navbera hêzên desthilatdar û yên din de têkoşîneke dijwar jî dest pê kir.
Îro li gel qada dîjîtal cîhaneke nû hatiye avakirin. Êdî rastî yan jî ‘heqîqet’ ne tenê di destê deshilatdaran de ye û kesên ‘ji rêzê’ jî dikarin rojevê diyar bikin û dengê xwe bigihînin cîhanê. Sînorên hatine avakirin bi hişmendiyeke nû tên rûxandin, lê li dewsa wê, ‘bêsînorbûyin’ên xeternak derdikevin holê. Ev ‘bêsînorbûyîn’ şêlûkirina heqîqetê ye! Lewre ‘heqîqet’ di nava gelek ‘rastî’yan de tê windakirin. ‘Manîpûlasyon’ êdî wek amûreke sereke ya şerê nû derdikeve pêş û li dewsa pergala ‘artêşên biçek’ pergala ‘trolên pîspor’ tên sazkirin.
Qada dîjîtal (Twîtter, Instagram, YouTube, Facebook, Tîktok û hwd.) ji bo gelê kurd jî deriyekî nû vekir û gelek derfet afirandin. Bi taybetî di mijara parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de wek qadeke girîng rewşeke nû derxist holê ku ew jî dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin û hebûna xwe bidin pejirandin.
Li cîhanê çawa ku gelek bûyerên girîng bi saya qada dîjîtal belav bûn û pêşiya serhildanên berfireh vekirin; li Kurdistanê jî wek pêvajoya şerê Kobanê û qetilkirina Jîna Amînî ku li cîhanê deng veda û têkoşîna kurdan bi cîhanê da nasîn ji bo girîngiya qada dîjîtal mînakên şênber in.
Qada dîjîtal di bûyerên bi vî rengî de bandoreke girîng dike û giyaneke hevgirtinê jî pêş dixe, lê divê bê nîqaşkirin ku ji aliyê avakirina hişmendiya kurdbûyin û netewebûyinê de rol û risteke çawa dileyize.
Bi milyonan kesên ku ji bo xwedî li kurdbûn û nasnameya xwe derkevin têdikoşin, çima bertekên xwe dîsa bi zimanê hêzên dijber didin gelo? Di netewbûyinê de girîngiya ziman çi ye û di çi astê de tê dîtin? Xwedîlêderketinên ‘demkî’ dê çawa veguhere hişmendiyeke neteweyî û stratejîk?
Divê ev pirs û gelek pirsên din bên pirsin û bêbersiv nemînin. Lewre em dibînin ku gelek kesên ‘neteweperwer’, ‘welatparêz’ û ‘azadîxwaz’ jî di bingehê de bi bikaranîna zimanên biyanî xizmeta dagirker û serdestan dikin.
Îro li qada dîjîtal hejmara kurdan gelek e, lê hebûna wan ne bi nasnameya ‘kurdayetî’ yê ye. Ew parastina kurdbûyinê dikin û azadiya Kurdistanê dixwazin lê bi pêşxistina zimanê dijberên xwe!..
Li qada diîjtal gelek rexne li pergalê tên kirin û ji bo kes, sazî û partiyên xebatên xwe bi kurdî nameşînin jî rexneyên tûj tên kirin lê dîsa bi zimanê serdestan!..
Ev rewşa kambax di nava kurdan de zêde bi pêş ketiye û ya herî xeternak jî ew e ku ev rewş tê ‘normalîzekirin!’ Lewre jiyana rojane bi zimanê serdestan e. Perwerdehî, kar û xebat; hezkirin û hizirbûyin, lêhûrbûn û xewn û xeyal bi zimanê serdestan e. Dema wisa be helbet danûstandin, têkilî û parvekirinên li ser qada dîjîtal jî bi zimanê serdestan dibe.
Wek ku pirsgirêk a welatekî din be şîret û rexne dîsa bi zimanê serdestan tên kirin û jiyana ‘asayî’ tê berdewamkirin. Lewre ziman wek xaleke bingehîn a netewbûyinê nayê dîtin û hişmendî li bin bandora dagirkeriyê de ye. Ji ber vê sedemê pêşiyê pêwist e ku dahûrandina hişmendiya pergala kapîtalîzmê û ya dagirkeriyê baş bê kirin. Lewre dema azadiya fikrî û giyanî pêk neyê, azadiya zimanî û hişmendiya neteweyî jî pêk nayê.
Ji bo vê;
Divê hemû hêmanên kurdan ên dîrokî, neteweyî, civakî, çandî, hunerî, wêjeyî, polîtîk û jiyana wan a rojane bi bernameyên cuda bên nasandin.
Ji zarokan bigire heta mezinan divê ji bo hemû beş û derdorên kurd bernameyên bi zimanê kurdî bên amadekirin û qada dîjîtal bibe qada perwerdehiyê.
Ya herî girîng; divê gelê kurd û pêşengên kurdan qada dîjîtal wek qadeke stratejîk a parastin û pêşxistina zimanê kurdî û nirxên kurdewar bibinin û bi kar bînin.
———————————-
Ev nivîs di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.