Samî TAN
Banga min ji bo hemû kurdên kurdperwer e. Divê em hemû xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin, heke derfet hebin zimanên navneteweyî fêr bibin û li şûna zimanê dagirkeran em bi wan zimanan bangeşî û propagandaya xwe bikin.
Qada dîjîtal di warê danûstandin û ragihandinê de qadeke nû ye. Ev qad dergehekî nû li ber mirov vedike û hemû sînorên heyî ji holê radike. Êdî bi rêya amûrên ragihandina dîjîtal li cîhanê çi diqewime, em di nava çend kêlîyan de pê dihesin.
Îro bi milyonan kurd jî vê qadê bi kar tînin. Lê mixabin hejmara kesên ku di qadê de bi zimanê xwe tiştan parve dikin, ne bi qasî hejmara wan kurdan e ku di vê qadê xebatê dikin. Hejmareke zêde ya kurdan di vê qadê zimanê dagirkeran bi kar tînin. Hinek ji wan bi zimanê dagirkeran doza mafê kurdan dikin.
Li gorî bîr û bawerîya wan, ew karekî baş dikin, lewre ew dibêjin, divê em dagirkerên xwe jî bi doza xwe bihesînin, bi ser de jî gelek kurdên ku bi kurdî nizanin hene, divê em wan jî hişyar bikin. Dema ku mirov bala xwe dide tiştên ku der barê dîrok, wêje û zimanê kurdî de bi tirkî hatine parvekirin, bi mirov dibîne ku bi hezaran kesî tikandîye, li hemberî vê yekê heke heman tişt bi kurdî hatibe parvekirin, hingî bi tenê çend sed kes ditikîne. Ew jî gelek mirov ber bi zimanê tirkî de def dide anku xizmeta pişaftinê dike.
Li gorî bîr û bawerîya min li ser qada dîjîtal divê em kesên ku bi zimanê xwe dizanin, bîr û boçûnên xwe, berhem û afirandinên xwe bi zimanê kurdî parve bikin. Em bi dagirkeran bidin fehmkirin ku em kurd in, zimanê me kurdî ye. Niha yek bi tirkî tiştekî erênî der barê kurdan de parve dike, bi sedan çêrfiroş êrîş dikin, ew kesên ku dixwazin ji wê hizr û ramanê sûdekê wergirin jî dev ji naveroka tiştê ku hatiye parvekirin berdidin, dikevin şerê parastinê. Lê ji ber ku dagirker ji bo êrîş û zimandirêjîyê bi taybetî hatine birêxistinkirin û perwerdekirin, derûnîya mirovan xera dibe.
Şerê ramanî û tirkî
Lewma jî divê em xebata xwe bi zimanê xwe bikin û nehêlin ku dagirker destdirêjî û zimandirêjîyê li cih û warê me bikin. Heke em bi wan re şerekî ramanî û bîrdozî bikin divê em vî şerî ne bi zimanê wan, bi zimanê xwe an jî bi zimanekî cîhanî (bo nimûne îngilîzî, almanî, rûsî hwd) bikin. Em di vê qadê jî nîşanî wan bidin ku pêdîvîya me ne bi wan, ne jî bi zimanê wan heye. Bi vî awayî em dikarin wan mecbûrî naskirina kurdî bikin. Heke ew bi kurdî ji me re çêran jî bikin, ew li hemberî me têkçûyî ne, lê heke gengeşîya me bi zimanê dagirkeran be, hingî yên têkçûyî dê em in.
Herçî kurdên ku bi zimanê xwe nizanin in, ew mijareke din e, divê em wan ji bo hînbûna kurdî han bidin; derîyê derfetên hînbûna kurdî li ber wan vekin. Dema ku em bi tirkî ji wan re qala doza kurdan û mafê kurdan, wêje û dîroka kurdan dikin, em di derûnî û giyanê wan de tu guhartinê nakin. Em zimanê dagirkeran li ber dilê wan xweş û şêrîn dikin.
Banga min ji bo hemû kurdên kurdperwer e. Divê em hemû xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin, heke derfet hebin zimanên navneteweyî fêr bibin û li şûna zimanê dagirkeran em bi wan zimanan bangeşî û propagandaya xwe bikin.
Ji bîr mekin, heke zimanên kuştî hebin, zimanên bikuj jî hene. Zimanê dagirkeran jî bi qasî xwedanê xwe sûcdar in!
————————————-
Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.