Saziya dîplomasîyê ya Katalonyayê DIPLOCAT navê xwe kir Catalunya Internacional.
DIPLOCAT ji 33 sazîyên sivîl ên katalan pêk dihat ku di qadên cuda de xebatê dikirin.
Rêxistinê xebatên xwe di 2023an de zêde kirin û 53 çalakîyan li dar xistin.
Saziya dîplomasîyê ya Katalonyayê DIPLOCAT navê xwe kir Catalunya Internacional.
Biryara guherîna nav, di civîna online ya pêkhateyên rêxistinê de hat girtin û di 20ê tîrmehê de ket merîyetê.
Wezîrê Çalakîyên Derve û Yekîtîya Ewrûpayê yên Katalonyayê Meritxell Serret civîna rêxistinê bi rê ve bir.
Serret di axaftina xwe de civînê de got “îro ji bo rêxistinê rojeke dîrokî ye, ji ber ku ji bo enternasyonalîzekirina civaka sivîl a katalan qonaxake nû dest pê kir.”
Sekretera-Giştî ya DIPLOCATê Laura Foraster Lloretê di civînê balê kişand ser sebeba qonaxa nû û wiha axivî:
“Proseya dîplomasîyê ji ber hejmara zêde ya sazîyên endam ên rêxistinê gelek hêdî dimeşe. Ji lew re herdem me peyman û konsensûsa pêkhateyan tercîh kir û leza ji bo dîplomasîyê îhmal kir.”
Rêxistina dîplomasîya katalan di civînê de statuyeke nû jî qebûl kir.
Di statuya nû de ev xal derketin pêş:
- Bikaranîna medyaya elektronîk a ji bo civînên rêveberîya rêxistinê
- Diyarkirina maf û wezîfeyên endam û rêveberên rêxistinê
- Erkdarkirina Konseya Rêvebirinê û Konseya Îdarî
- Erkdarkirina Konseya Rêveber a ji bo peywirdarkirina Rêveberê Giştî yê rêxistinê ya ji bo çar salan
- Qebûlkirina navê Konseya Şêwirmend a ji bo konseya berê ya karê şêwirmendiyê dikir
DIPLOCATê di civînê de rapora xwe ya xebatê ya sala 2023an de jî eşkere kir.
Çima Dîplocat bû Catalunya Internacional?
Navê rêxistina dîplomasîya katalan di fermîyetê de Patronat Catalunya Món – Consell de Diplomàcia Pública de Catalunya (PCM-DIPLOCAT) e.
Patronat Catalunya Món dI 2012an de dawî li hebûna xwe anî û ev jî guherîna navê rêxistina dîplomasîyê ferz kir.
Sebebeke din a guherîna nav, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê ye.
Dadgeha îspanyol di biryara xwe ya 23ê îlona 2020an de bikaranîna navê Diplomàcia Pública (dîplomasîya gelemperî) qedexe kir.
Lewma jî DIPLOCAT neçar ma her du peyva “gelemperî” ji navê xwe derxîne.
Kurtedîroka DIPLOCATê
Saziya ewil a ji bo dîplomasîya katalan Patronat Català Pro Europa di 1982an de hat damezrandin.
Armanca vê sazîyê danasîna Katalonyayê di nava Yekîtîya Ewrûpayê de bû.
Sazî di 2007an de navê xwe guherand û bû Patronat Catalunya Món.
Bi mebesta berfirehkirina xebatên dîplomnasîyê, di 2012 an de Consell de Diplomàcia Pública de Catalunya (PCM-DIPLOCAT) hat damezrandin.
Rêxistina nû, Patronat Català sazîya Pro Europayê jî xist bin banê xwe.
DIPLOCATê di xebatên xwe de du mîsyonan şopandin:
Danasîna Katalonyayê di qada navneteweyî de û danasîna qada navneteweyî ji bo sazîyên katalan.
Bi taybetî, rêxistinê dixwaze sazîyên sivîl ên katalan tevlî bernameyên navneteweyî bike.
Armanceke din, çêkirina îmajeke pozîtîf a Katalonyayê ya di asta cîhanî de ye.
DIPLOCAT ji 33 sazîyên sivîl ên katalan pêk tê ku di qadên cuda de xebatê dikin.
Rêxistinê xebatên xwe di 2023an de zêde kirin û 53 çalakîyan li dar xistin.
187 mêvan di çalakîyan de axivîn û 2,760 kes tevlî bernameyan bûn.
—————————————————
Foto: Ala Katalonyayê/Mundodeportivo.com