Îspanya dixwaze dîplomasiya katalan asteng bike

Wezîrê Derve yê Îspanyayê Josep Borrell diyar kir ku ew ê li hember vekirina delegasyonên katalan ên li derveyî welat têkevin nava hewldanan. Wezîrê îspanyol da zanîn ku nûnertiyên katalan “bi awayekî eşkere xisarê didin berjewendiyên Îspanyayê.” Wezîr vê daxuyaniyê piştî daxuyaniya hikumeta katalan a di derbarê vekirina delegasyonên nû yen li Mexico City, Buenos Aires û Tûnisê de da. 

Josep Borrell: Wezîrê Derve yê Îspanyayê

Di daxuniyê de hat eşkerekirin ku ew ê rêvebiriya navendî ji bo astengkirina vekirina delegasyonên nû hin tevdîran bigire. Wezareta Derve ya Îspanyayê li ser mijara dîplomasiya Katalonyayê di demên borî de raporek amade kiribû. Di vê raporê de hatibû îdîakirin ku nûnertiyên katalan ên li derve ji dîplomatên Îspanyayê bêtir kar dikin û mecbûr dihêlin ku dîplomatên îspanyol propagandaya “dij-cûdaxwaziyê bimeşînin.” 

Wezîrê Derve yê Katalonyayê yê kevn Alfred Bosch di derbarê antî-propagandaya nûnertiyên katalan ên li derveyê welat de dîtinên xwe anîbûn ziman. Bosch di hevpeyvîna xwe ya bi ACN’yê re hatibû kirin de gotibû ku propagandaya negatîf a li dijî Îspanyayê bi tenê dema ku dewleta îspanyol “mafên sivîl û mirov binpê dike û xisarê dide demokrasiyê” tê kirin.

Nûnertiyên kevn û dema vekirina wan. Nûnertiyên bi rengê sor hatine nivîsandin vekirina wan tê plankirin.

Di 2017’an de dema ku hikumeta navendî ya Îspanyayê bi riya bikaranîna Xala 155’em a Destûra Bingehîn otonomiya Katalonyayê betal kir nûnertiyên katalan en li hin welatên din hatin girtin. Piştî hilbijartinên herêmî ya 2018’an, li Katalonyayê carek din hikumetek serxwebûnxwaz hat ser kar û hin nûnertiyan carek din vekir.

Wezîrê Derveyê nû yê Katalonyayê Ernest Margall di daxuyaniya xwe de di 14’yê Tîrmehê de diyar kiribû ku ew ê di nava du sê hefteyan de hin nûnergehên nû li derveyê welat vekirn. Maragall destnîşan kiribû ku bi taybetî vekirina nûnergehên London, Roma, Berlîn, New York, Washington û vekirina nûnergehek li Swîsreyê gelek girîng e. 

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …