Hejmara 8. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Dosyeya hejmara 8. derbarê Şoreşa Tîmora Rojhilat de ye.

Proseya dekolonîzasyonê, dagirkerîya Îndonezya û şerê rizgarîyê, referandûm û serxwebûn û faktorên ji bo serfirazîya têkoşînê jêr-sernivîsên dosyeyê ne.

Hejmara tîrmehê ya Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Rêya Serxwebûnê e-kovareke Infowelat e û piranî ji nûçe û gotarên malperê pêk tên.

Dosyeya hejmara 8. derbarê Şoreşa Tîmora Rojhilat de ye.

Proseya dekolonîzasyonê, dagirkerîya Îndonezya û şerê rizgarîyê, referandûm û serxwebûn û faktorên ji bo serfirazîya têkoşînê jêr-sernivîsên dosyeyê ne.

Di hejmarên berê yê Rêya Serxwebûnê de dosyeyên li ser Skotland, Tîrola Başûr, Greenland, bakurê Îrlandayê, Giravên Alandê, Katalonya û Kaledonyaya nû hatibûn weşandin.

Rêya Serxwebûnê e-kovareke Infowelat e û piranî ji nûçe û gotarên malperê pêk tên.

Venasîna polîtîk û self-detemînasyon du mijarên sereke yên Rêya Serxwebûnê ne.

Serxwebûn, federalîzm, otonomî û modelên self-determînasyonê bi vê perspektîfê di Infowelat de tên weşandin.

Naveroka hejmara 8. a e-kovarê wiha ye:

  • Kibris 50 sal berê hat dagirkirin
  • Serxwebûnxwaz û otonomîst ketin Parlamentoya Fransayê
  • Hilbijartina Brîtanyayê û partîyên serxwebûnxwaz
  • Meşa serxwebûnê ya li Welatê Galê
  • Sarawak doza xurtkirina otonomîyê dike
  • Melanezya banga referandûma Kaledonyaya Nû kir
  • Marta Rovira vegerîya Katalonyayê
  • Tîmora Rojhilat di 2022an de bû serbixwe

infowelat.com

Li vê jî binêre

Cegerxwîn li gundê xwe Hesarê hat bi bîr anîn

Di salvegera wefata helbestvanê nemir Cegerxwîn de, Komeleya Wêjekarên Kurd û Sozder (Komeleya Lêkolînên Çand, …