Guy Heraud: Pêşengê federalîzma Ewrûpayê

Guy Heraud di hemû jiyana xwe de li hember Ewrûpaya ji dewletan pêk tê, fikra “Ewrûpaya gelan” parast.

Ev teoriya federalîzmê, li ser esasê mafê self-determînasyonê hatibû avakirin.

Heraud di riya self-determînasyona miletên Ewrûpayê de rola tevgerên katalan, bask û flaman girîng qebûl dikir.

28’ê kanûnê salvegera mirina parazvanê federalîzma ewrûpî Guy Heraud e.

Heraud di 2003’an de li herêma Aquitaineê ya li rojavayê Fransayê ji dinyayê koç kir.

Heraudê parêzerî û mamostetî kiribû, herî zêde bi doza ji bo federalîzmê dihat naskirin.

Wî demeke dirêj seroktiya Partiya Federalîst a Ewrûpayê kir ku li Fransayê hatibû damezrandin.

Partiya wî di 1973’an de tevlî hilbijartinên herêmî yên Alsas, Franche-Comte, Gascogne, Katalonya (a bi ser Fransayê ve), Savoy, Bretonyayê û yên ji bo parlemenê bû.

Guy Heraud (1920-2003)

Heraud di 1974’an de li ser navê partiya xwe bû namzetê hilbijartina serokatiya Fransayê.

Di hilbijartinê de li hemberê navendîparêziyê kampanya meşand û mafên otonomiya herêmên li Fransayê parast.

“Ewrûpaya gelan”

Guy Heraud di hemû jiyana xwe de li hember Ewrûpaya ji dewletan pêk tê, fikra “Ewrûpaya gelan” parast.

Ev teoriya federalîzmê, li ser esasê mafê self-determînasyonê hatibû avakirin.

Heraud di riya self-determînasyona miletên Ewrûpayê de rola tevgerên katalan, bask û flaman girîng qebûl dikir.

Bi ya wî, ev tevgerên miletên rastî înkar û asîmîlasyonê hatibûn riya vejîna neteweyî ronî dikirin.

Heraud di 1961’an de li herêma otonom a Val d’Aoste ya Îtalyayê tevlî hevalekî xwe beşa federalîzmê ya zanîngehê ava kir.

Guy Heraud ji bilî têkoşîna xwe ya siyasî çend pirtûkên giranbuha jî nivîsand.

Gel û Zimanên Ewrûpayê (1968)

Pirtûkên Guy Heraud

Yek ji van pirtûkan L’Europe des ethnies (Ewrûpaya etnîsîteyan) e k udi 1963’an de hate weşandin.

Di 1968’an de pirtûka bi navê Peuples et Langues d’Europe (Gel û Zimanên Ewrûpayê) ya nivîskar hate weşandin.

Heraud paşê li ser federalîzmê lêkolînekê kir û di 1971’an de Fédéralisme et Communautés ethniques (Federalîzm û Komên Etnîk) weşand.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …