Encamên Lêgerînê ji bo: katalonya

Xweserî çareseriyeke unîversal e

  DIHA: Di van rojên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê yek ji mijarên herî girîng ku li ser nîqaş tê meşandin xweserî û xwerêvebirin e. Li cîhanê hin welat xwedî pergaleke xweser in. Li cîhanê li çend welatan xweserî heye? Necat Ayaz:  Îro xweseri wekî parçeyeke demokratîk a dewletê …

Bêtir »

Nûnerên katalan li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn

      Nûnerên katalan di mijara pêvajoya serxwebûna Katalonyayê de beşdarê civîneke li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn. Wekî nîqaşên li Parlamentoya Danîmarkayê û Îrlandayê ku çend meh berê pêk hatibûn, vê carê jî rewşa siyasî ya Katalonyayê li Parlamentoya Ûrûgûayê bû mijara nîqaşê. Sekreterê Têkiliyên Derve û Yekitiya Ewropayê yê …

Bêtir »

Ji Îspanyayê deklerasyona enternasyonalîst

      Her çar partiyên siyasî yên herêmî yên li Îspanyayê bi deklerasyoneke hevpar êrîşen dawî yên Tirkiyeyê û stratejiya wê ya çewsîner a li dijî hêzên demokratîk şermezar kirin. Belgeya hevpar ji aliyê Bloka Neteweperest a Galîsî (BNG) ya Galîsyayê, Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a Katalonyayê, Yekitiya Gelê …

Bêtir »

Li Galîsyayê “Roja Niştiman” hat pîrozkirin

      Li herêma Galîsyayê ya li Îspanyayê Roja Niştimana Galîsyayê bi beşdariya bihezaran kesan ve hat pîrozkirin. Bi mebesta pîrozbahiyên duh, li paytext Santiago de Compostellayê bernameyên curbecur hatin li dar xistin ku yek ji wan meşa neteweperestên herêmê bû. Roja Niştimana Galîsyayê ku ji aliyê hin kesan …

Bêtir »

Sê herêmên Îspanyayê belgeya Self-Determînasyonê îmze kirin

      Bloka Neteweperest a Galîsyayê (BNG), EH Bildu (bi baskî Gelê Baskê Bibe Yek)û Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a ji Katalonyayê li paytexta Galîsya Santîagoyê deklarasyoneke li ser mafê self-determînasyonê îmze kirin. Di belgeya ku wekî “Deklerasyona Bonavalê” hat binavkirin de li ser mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya …

Bêtir »

Li Barselonayê kursa zimanê kurdî

    Li paytexta Katalonya Barselonayê kursa zimanê kurdî dest pê dike. Beriya kursê wê di 15’yê Tîrmehê de semînereke di derbarê vê mijarê de bê lidarxistin. Ji saziya sivîl a katalan CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Kêmarên Etnîk û Neteweyan a Escarre) daxuyaniyeke di derbarê vê mijarê de hat dayîn …

Bêtir »

Li Konseya Ewropayê pêşniyaza mafê self-determînasyonê

    30 endamên Konseya Ewropayê (KE) pêşniyazê rêxistinê kirin ku nîqaşeke li ser neteweyên bê dewlet ên li Ewropayê bê lidarxistin. Pêşniyaza bi serenavê Rewşa Neteweyên bê Dewletê ên li Ewropayê ku ji aliyê sosyaldemokrat Jacob Lund ê danîmarkî danasîna wê hat kirin, bi giranî ji aliyê sosyalîstan û …

Bêtir »

Parlamentoya Îrlandayê hikumeta katalan guhdarî kir

      Endamên Parlamentoya Îrlandayê qebûl kirin mu hilbijartinên 27 Îlonê yên li Katalonyayê ji bo dikare ji bo serxwebûnê bibe gaveke demokratîk. Li ser vexwendina serokê Komîsyona Karên Ewropayê ya Parlamentoya Îrlandayê Dominic Hannigan, delegasyonek hikumeta Katalonyayê çû serdana Parlamentoya Îrlandayê. Li Parlamentoya Îrlandayê ‘Oirechtas” di navbera delegasyoneke …

Bêtir »

XII. Asambleya Giştî yê UNPO’yê hat lidarxistin

    Bi hevkariya Rêxistina Netewe û Gelên NayênTemsîlkirin (UNPO), Hevgirtina Azad Ewropayê (EFA) û Navenda Maurits Coppiters (CMC) di 2’yê Tîrmehê de li Parlamentoya Ewropayê Asambleya Giştî ya rêxstinê bi konferanseke li ser demokrasî û mafê diyarkirina qederê li dar xist. Pisporên li ser mijarê, aktîvîstên mafên mirov û …

Bêtir »

Pêvajoya amadekirina protokola ziman dest pê dike

Pêvajoya amadekirina Protokola Garantiyên Mafên Ziman ku wê di 2016’an de be bidawîkirin, li Barselonayê dest pê dike. Di protokola nû de wê wekheviya di navbera zimanan de û bi taybetî destekirina zimanê bi xetereyê re rû bi rû ne cî bigire. Konseya Sosyal a Zimanê Baskî (Konseilua), Rêxistina Netewe …

Bêtir »

Barselona û Demokrasiya Bajêr

  Dîrok Barselona yek ji du bajarê herî mezin ê Îspanyayê ye û di heman demê de serbajarê Herêma Xweser (Otonom) a Katalonya’yê ye. Bajar bi sedan salan e bûye navenda aborî, siyasi û xebatên çandî yê gelê Katalan û deriyê bazirganiyê bi welatên Derya Spî’re. Barselonayî demeke dirêj tevlî …

Bêtir »

Konseya Ewropayê meseleya katalan nîqaş dike

    Konseya Ewropayê qebûl kir ku li ser pêşniyazbiryareke di warê mafê diyarkirina qederê ya Katalanyoyê de nîqaş bike. Pêşniyazbiryar ji aliyê cîgirê serokê konseyê yê danîmarkî Jacob Lund û 30 endamên konseyê ve hat pêşniyazkirin. Çend endamên partiyên din ên siyasî yên ewropî ku di rêxistinên nav-hikumetî de …

Bêtir »

Li Barselonayê bernameya li ser kurdan

    Li bajaroka Argentona a li bakurê Barselonayê bernameyeke bi navê “Kurdistan: Neteweyeke Dixwaze bê Naskirin” wê bê lidarxistin. Bername ji aliyê saziya sivîl CIEMEN (Navenda Navneteweyî ya Kêmarên Etnîk û Neteweyan a Escarre) tê lidarxistin û ji bo wê endamê konseya şêwirmendiyê ya saziyê Eulalia Reguan hat peywirdarkirin. …

Bêtir »

ELEN Îspanyayê bi “cûdaxwaziya ziman” sûcdar kir

    Tora Ewropa ya Wekheviya Ziman (ELEN) raporeke di derbarê binpêkirina mafên ziman a li Îspanyayê de pêşkêşî Komîteya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî kir. Rapor nîşan dide ku li Îspanyayê li dijî axêverên zimanên katalanî, galîsî, baskî, astûrî û aragonî cudaxwazî tê kirin. Rapora ku di 25’Hezîranê de …

Bêtir »

Damezrandina xwerêvebirina Aranê hat pîrozkirin

      Salvegera damezrandina Konseya Giştî ya Aranê,  li herêma Aranê ya li Îspanyayê hat pîrozkirin. Çalakiyên pîrozkirina damezrandina xwerêvebirina Aranê li paytext Vielhayê di 13’yê Hezîranê de dest pê kir û heta 17’yê mehê dom kirin. Newala Aran herêmeke xweser a di nava axa Katalonyayê de ye. Konseya …

Bêtir »

Meşa ji bo çareseriya siyasî ya meseleya Korsîkayê

      Nêzîkî 2000 welatparêzên Korsîkayê li paytex Ajaccioyê li dijî helwesta hikumeta navendî ya di derbarê mafên giravê de meşiyan. Piraniya endamên Meclîsa Herêmî ya Korsîkayê beşdarê meşê bûn. Di meşa ku di 13’yê Hezîranê deji aliyê Ciwanên Serxwebûnxwaz ve hat lidarxistin de ji Fransayê hat daxwaz kirin …

Bêtir »

‘Duzimanî dikuje’

  Pêvajoya serxwebûnê ya li Katalonyayê mijara zimanê katalanî ji mej ve ye dixe rojevê. Her du partiyên mezin ên serxwebûnxwaz, alîgirê fermîbûna îspanyolî û katalanî ya ji bo dewleta nû ne. Mixabin pisporên ziman di derbarê xetereya duzimaniyê ya li Katalonyaya serbixwe raya giştî hişyar dikin. Yek ji wan …

Bêtir »

POLÎTÎKA YAN POLÎTÎZASYONA ZIMAN?

    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak demeke berê di nûçeyeke di NTV’ê de hat weşandin got ku nezaniya wê ya kurdî gelekî hatiye bikaranîn û ev mijar “ne ji bo wê û ne jî ji bo gelê kurd ne xwedî qîmeteke siyasî ye.” Li ser van gotinan …

Bêtir »

KATALONÎ ÇAWA XWEDÎ LI AX Û ZIMANÊ XWE DERDIKEVİN

    Em gelek caran dibêjin li Spanyayê gelê bindest ku herî zêde ji bo rizgarî û azadiya xwe têdikoşe baskî ne; lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Gelê ku li Spanyayê dijîn bêtir bi plan û bername ji bo azadiya xwe dixebitin katalonî ne. Lêbelê em li …

Bêtir »

Li Mêrsînê lîberalîzma ziman hat rexnekirin

    Eğitim-Sen Şaxa Mêrsînê bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê di 28’ê Sibatê de li Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Mêrsînê paneleke bi navê “Bi Zimanê Dayikê Perwerde: Ji bo Çi û Çawa” li dar xist. Bername bi moderatoriya mamosteyê Kurdî-Derê Yaqop Tilemenî hat lidarxistin û Prof. Serdar Değirmencioglu, Prof. …

Bêtir »

Meşa mezin a ji bo zimanê galîsî

    Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li bakurêrojavayê Spanyayê bi hezaran kes di 8’Sibatê de li dijî polîtîkaya ziman a hikumeta herêmî meşiyan. Meşvan ji hikumetê daxwaz kirin ku “ bi tevahî polîtîkaya ziman biguherîne”. Rêxistina Queremos Galego (Em zimanê galîsî dixwazin) da xuyakirin ku 25.000 kes beşdarî …

Bêtir »