Netewe bê ziman nabe demokratîk

Divê parastina ziman wekî wekheviya zayendî, bibe yek ji stûnên paradîgmaya tevgera Kurd. Yanî divê hedef civakeke demokratîk, ekolojîk ya xwedî wekheviya zayendî û zimanê Kurdî be. Bêyî hilweşandina serdestiya Tirkî li Kurdistanê û hiyerarşiya civakî û zimanê ya li ser vê bilind dibe, “neteweya demokratîk” pêk nayê.

Tekane sînorên me yên bi miletê Tirk re niha sînorên ziman mane. Lewma jî dema Kurdî ji holê rabe, stûna herî qewîn a nasnameya etnîk a Kurd hildiweşe. Di dawiya vê proseyê de jî dewleta Tirk wê wekî destpêka komarê me “dogulu” pênase bike.

Nîqaşên li ser Kurdî hem ji hêla dewletê û hem jî ji hêla Kurdan ve timî tên kirin. Di hin wextan de ev nîqaş bêhtir geş dibin, lê rastiya herî tahl ew e ku bikaranîna Kurdî her diçe kêmtir dibe. Her wiha sazî û siyasetvanên Kurd jî nikarin “siyaseteke zimanî a serketî” bi rê ve bibin. Bi ser de jî dagirker û mêhtingerên Kurdistanê bi “kolonyalîzmeke kûr” her roj qira zimanê Kurdî tînin. Li Bakurê Kurdistanê, weke her sal niha dîsa “dersên hilbijarî yên Kurdî” di rojevê de ne. Li ser kêmasiyên rabuhiriyê û siberoja ziman em bi nivîskar û rojnamevan Necat Ayaz re peyivîn. Ayaz beriya niha li ser ziman xebatên cihê kirine û li modelên ziman ên Katalan û Galî kolaye, rewşa zimanê Kurdî nirxand. Necat Ayaz got, divê parastina ziman wekî wekheviya zayendî bibe yek ji stûnên paradîgmaya tevgera Kurd û bêxîretiya li hemberî Kurdî, bi van gotinan bi bîr anî; “Siyaseta legal, tevlî belediyeyan ji destpêkê ve Tirkî wekî zimanê xebatê qebûl kir û parastina ziman nexist rojeva xwe.”

Te di nivîseke xwe de ziman weke kesekî li ber sikratan teswîr kiriye û her wiha te gotiye, kes naxwaze here hafa vî nexweşî. Ev bêxîretî çawa li me Kurdan hasil bû?

Li tevahiya dinyayê mînakeke wekî ya zimanê Kurdî ku bi bayê bezê ber bi hilweşînekê ve biçe, heta niha pêk nehatiye. Proseya şikestxwarin û hilweşîna zimanan li gelek aliyên cîhanê pêk hatiye, qesas modernîte bûye bi destên kapîtalîzmê hatiye meşandin. Zimanên jinavçûne hema bibêje bi tevahî zimanên gelên negihîştine asta modernîteyê bûne û ev ziman ne standart bûne. Ji bo Kurdî rewş bi tevahî cûda ye. Li Bakurê Kurdistanê, Kurdî li herêmeke ji 200.000 km2 mezintir, ji aliyê bi milyonan kesan ve tê axaftin yan jî dihat axaftin. Herdu zaravayên Kurdî di warê standarbûnê de gihîştine astekê û bi taybetî Kurmancî xwedî edebiyat û weşangeriyekê berbiçav e. Bi kurtahî, Kurdî zimanekî standart ê neteweyekê ye ku xwe dispêre kûrahiyeke dîrokî. Bi vê taybetiya xwe, çeka herî bikêrhatî ya ji bo daxwazên diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweya Kurd e.

Aliyekî din ê balkêş jî ev e, di konteksta Kurdî de potansiyela mezin a berxwedanê nehatiye bikaranîn. Ev taybetî jî proseya jinavçûna Kurdî di dîroka zimankujiyê de dike tekane mînaka di vê mijarê de. Wekî cînayeteke bêqusûr/mikemel hatibe kirin. Bê xirûcir, pevçûn û protesto, ev pêk hatiye.

Jinavçûna Kurdî kêmzêde, dikare bi karesata hatiye serî zimanê Galîkî/Îrlandî bê miqayesekirin. Li Îrlandayê jinavçûna ziman 700 sal berê dest pê kiriye û di sedsala 19´an de gihîştiye armanca xwe. Lê jinavçûna Kurdî sed salan piştî zimankujiya li Îrlandayê dest pê kiriye û di sedsala 21´ê de Kurdî bûye tekane zimanê neteweyeke dîrokî ku hatiye ber jiholêrabûnê. Aliyekî din ê balkêş jî ev e, di konteksta Kurdî de potansiyela mezin a berxwedanê nehatiye bikaranîn. Ev taybetî jî proseya jinavçûna Kurdî di dîroka zimankujiyê de dike tekane mînaka di vê mijarê de. Wekî cînayeteke bêqusûr/mikemel hatibe kirin. Bê xirûcir, pevçûn û protesto, ev pêk hatiye. Pişt re jî vekolîna sebebên vê cînayetê hatine astengkirin û ev dosye ji rojevê hatiye derxistin.

Ziman û şoreş

Baş e ev çawa pêk hat?

Di fokûsa vê bersivê de ne dewleta Tirk, lê Kurd hene. Tirkiye ji damezrandina xwe ve dewleteke asîmîlekar e û lewma jî em nikarin ji dijminê Kurdistan-Kurd daxwaza parastina zimanê xwe bikin. Şopa li ser riya bersivan, me dibe ber deriyê siyaset û sosyolijiya Kurd. Siyaseta Kurd di destpêkê de tevgereke rizgariya neteweyî bûye ku li ser hîmên Lenînîzmê hatiye damezirandin. Armanca partiyên Lenînîst ji binî ve guherîna strûktûrên aborî-civakî ye. Bernameya esasî ya siyaseta Kurd ji parzûnên salên cîhana 1970’yî derbas bûye. Rizgariya neteweyî bi rizgariya axê ango bi şoreşê ve girêdayî ye. Ziman tevlî mijarên mayî, meseleyeke piştî-şoreşê ye. Lêbelê piştî 40 salên şerê çekdarî, şoreş pêk nehat û di proseya şer de ekolojiya ziman tê de di ewlehiyê de bû, hilweşiya. Helbet ne tevger ne jî ti kesên din hesabê vê fatoreya giran nekiribû. Siyaseta Kurd piştî 2005’an paradîgma guherand û wekî armanc Konfederalîzma Demokratîk da pêşiya xwe. Bi ya min, ev qonax tam jî dema bicihkirina ziman di nava paradîgmaya nû de bû. Mixabin ev pêk nehat û piştî vê, qonaxê asîmîlasyonê hîn bêhtir har bû. Tirkî li bajarên Kurdistanê gundiyên koçber ên kurdîaxêv xist bin kontrola xwe û bû zimanê serdest ê bajaran.

Bernameya esasî ya siyaseta Kurd ji parzûnên salên cîhana 1970’yî derbas bûye. Rizgariya neteweyî bi rizgariya axê ango bi şoreşê ve girêdayî ye. Ziman tevlî mijarên mayî, meseleyeke piştî-şoreşê ye

Sebebeke din a komkujiya Kurdî ji ber sosyolojiya Kurdistanê ye. Ji ber dîroka kolonyalîzmê, çîna navîn a bajarî wekî li Ewrûpayê pêk hatiye, ne li ser bingehekî neteweyî bilind bûye û xwe birêxistin nekiriye. Ev koma civakî, di proseya şoreşê de bi giranî ket bin kontrola siyasetê. Ji ber qelsbûna wê ya aborî, formasyona wê ya lawaz a fikrî û tinebûna rêxistinên wê, di dewsa hevkarî û muzakereyê de ji siyasetê re bîat kirin. Wê, ev yek ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî-aborî kir. Ev yek di dema ku rejîma înkar û asîmîlasyonê li Kurdistanê hatibû ber têkçûnê, pêk hat. Halbûkî wê di vê dema zêrîn de dikarîbû projeyên xurtkirina bingehê neteweyî ku parastina ziman jî parçeyê wê yê sereke bû, danîna pêşiya mekanîzmayên biryardayîna siyasetê. Siyaseta legal, tevlî belediyeyan ji destpêkê ve Tirkî wekî zimanê xebatê qebûl kir û parastina ziman nexist rojeva xwe. Lewma jî çîna navîn û elîtên wê yên derfetên Şoreşa Kurd hemû bi dest xistin, li ser navê rejîma asîmîlasyonîst li Kurdistanê bi rola hespê Trûwayê rabûn. Ev, yek ji bêxîretiyên herî mezin ên dîroka Kurdan e û sebebeke esasî ya qirkirina Kurdî ye.

Kolonyalîzma ziman 

Tu dibêjî, “Kolonyalîzma ziman ji bo gelê Kurd ji kolonyalîzma siyasî û leşkerî girantir e.” Çima Kurdan heta niha nikarîbûn “siyaseteke zimanî ya serketî” pêk bînin?

Kolonyalîzma siyasî ku pirrî caran bi dagirkirinê dest pê dike, bi riya amûrên şidetê û hilbijartinan tên meşandin. Li hemberî partiyên kolonyalîst, partiyeke legal yan gelek formên din ên têkoşîna siyasî dikarin bên damezirandin. Herwiha, hêzêke gerîla yan mîlîs dikari li hemberê artêşa kolonyalîst û alîgirên wan şerekî çekdarî bimeşîne. Li Bakur ev şemaya klasîk a şerê rizgariya neteweyî heta demekê pêk hat û car caran gihîşt asta herî bilind.

Lêbelê kolonyalîzma zimanî-çandî bi riya metodên hîn bêhtir soft tê meşandin û lewma jî wekî şideta polîtîk-mîlîtarîst dernakeve pêş. Lewma jî kolonyalîzma herî kûr ev e û bingehên wê yên di nava miletên bindest de zexmtir in.

Lêbelê kolonyalîzma zimanî-çandî bi riya metodên hîn bêhtir soft tê meşandin û lewma jî wekî şideta polîtîk-mîlîtarîst dernakeve pêş. Lewma jî kolonyalîzma herî kûr ev e û bingehên wê yên di nava miletên bindest de zexmtir in. Di vê meseleyê de pêkanîna konsensûseke neteweyî û formulekirina polîtîkayeke zimanî û çandî zehmetir e. Li gelek welatên kolonî, zimanê aboriyê zimanê serdest ê dagirkeran e û çînên bi vî zimanî derfetan bi dest dixin ne qayil in destekê bidin projeya parastina zimanê bindest. Bi taybetî elîteke çîna navîn û bûrjûwa, wekî li Îrlanda, Bask û Kurdistanê jî tê dîtin, ji bo parvekirina derfetên siyasî-aborî bi kolonyalîzma ziman re hevkariyê dikin. Ev jî dibe sebeb, zimanê hegemon di nava civaka bindest de normalîze bibe. Ji aliyê siyasî-leşkerî ve dewleta kolonyal têk jî biçe, kolonyalîzma ziman dikare hebûna xwe misoger bike. Mînaka herî balkêş a vê meseleyê ji Îrlandayê dikare bê dayîn. Li vî welatî kolonyalîzma brîtanî di 1922’yan de hilweşiya lê Ingilîzî wekî zimanê normal ê civakê li ser textê xwe ma. Îrlandaya ku ev sed sal in serbixwe ye, heta niha nikaribû zimanê Galîkî vejîne.

Ziman û înternasyonalîzm

Îcar eger em dîsa vegerin mijara xwe, ji ber karaktera wê ya înternasyonalîst a di bin îdeolojiya çep de form girtî ye, ziman di nava bernameya siyaseta Kurd de cih negirt. Wekî din, realîteya çînên di bin bandora kolonyalîzmê de ku ji bingehê neteweyî hatibûn dûrxistin, nehişt ji bo parastina ziman aktorek ji nava civakê derkeve. Hebûna saziyên sivîl, meslekî, rewşenbîrî heta olî, dikaribû bûbûna bingeh ji bo meşandina bernameyên parastina ziman. Mixabin tinebûna van saziyên civakî bû yek ji sebeban ku hem siyaset û hem jî elîtên ji bo derfetan daketin meydanê, ji sloganan wê de gaveke bikêrhatî neavêjin. Lewma em dikarin bibêjin di serî de siyaset, nûnerên heyî yên realîteya Kurdên serhildêr hemû, hay ji kolonyalîzma ziman tine ne.

Ji ber karaktera wê ya înternasyonalîst a di bin îdeolojiya çep de form girtî ye, ziman di nava bernameya siyaseta Kurd de cih negirt. Wekî din, realîteya çînên di bin bandora kolonyalîzmê de ku ji bingehê neteweyî hatibûn dûrxistin, nehişt ji bo parastina ziman aktorek ji nava civakê derkeve.

Halbûkî xetereya kolonyalîzma ziman ji bo nasnameya Kurd di asta karesatê de ye. Di kolonyalîzma klasîk de, taybetiyên koloniyan gelek caran nahêlin ew bibin parçeyekî bivênevê yên navenda hegemon. Okyanûsa Atlantîkê kolonî ji Spanyaya kolonyal vediqetandin. Li gelek welatan Spanî zimanên xwecih ji holê rakiribin jî, ev nasnameya xweser a cografîk destûrê dide nasnameya cihê ya welatên vê parzemînê hebe. Ji bo Kurdistanê rewş bi tevahî cuda ye. Kolonyalîst cîranê Kurdistanê ye û hebûna xwe li ser tinebûna wê ava kiriye. Di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de sînorekî cografîk a beloq tine ye. Ne wekî Îrlandayê cudahiya me ya olî (katolîk) heye bi kolonyalîstên me re û ne jî wekî Katalanan saziyeke me ya dîrokî ya xwebivebirinê heye (Generalitat). Tekane sînorên me yên bi miletê Tirk re niha sînorên ziman mane. Lewma jî dema Kurdî ji holê rabe, stûna herî qewîn a nasnameya etnîk a Kurd hildiweşe. Di dawiya vê proseyê de jî dewleta Tirk wê wekî destpêka komarê me “dogulu” pênase bike.

Boykota dersa kurdî

Niha li Bakurê Kurdistanê “hilbijartina dersên Kurdî” di rojevê de ye. Tu siyaset û nêzîkatiya tevger, partî û saziyên Kurdan ên li Bakur ji bo zimanê Kurdî çawa dinirxînî?

Meseleya dersa hilbijarî mijareke din e ku heta niha li dinyayê rastî mînakeke wiha nehatime. Kurdan bi awayekî rêxistinkirî li hemberî bikaranîna vî mafî helwîst nîşan da. Ev, belkî mafekî piçûk bû, lê ji ber konteksta Kurdî, xwedî girîngiyeke sembolîk û ji bo parastina ziman gelekî bikêrhatî bû. Hezar mixabin, ev reform hem hate redkirin hem jî bi riya manîpulekirina armanca wê, gotûbêja li ser wê hate astengkirin û ji rojevê hate derxistin.

Di vê meseleyê de dilsozî bi riya beşdarbûna xebatê diyar dibe. Par bi riya kampanyaya medyaya civakî hin sazî û şexsiyetên siyasî neçar man daxuyaniyên piştgiriyê bidin. Lê ti carî tevlî kampanyayê nebûn û boykot dewam kirin. Boykota 10 sal li dûv xwe hiştin, texmînî milyonek yan du milyon ji mafê perwerdeya dersa Kurdî bêpar hiştin. Ev bi zelalî sûcekî ziman e. Binpêkirina mafên zarokan e. Bi riya înstrûmantalîzekirinê bi awayekî negatîf polîtîzekirina meydana ziman û perwerdeyê ye.

Di meseleya dersa hilbijarî de dilsozî bi riya beşdarbûna xebatê diyar dibe. Par bi riya kampanyaya medyaya civakî hin sazî û şexsiyetên siyasî neçar man daxuyaniyên piştgiriyê bidin. Lê ti carî tevlî kampanyayê nebûn û boykot dewam kirin. Boykota 10 sal li dûv xwe hiştin, texmînî milyonek yan du milyon ji mafê perwerdeya dersa Kurdî bêpar hiştin.

Ev boykot ji aliyê siyaset-sendîka-belediyeyan ve bi biryardarî hate meşandin. Hemû rêvebiriyên şaxên HDP/BDP yên li Kurdistanê di nava vê boykotê de cih girtin. Lêbelê di vê mijarê de herî zêde Egitim-Sen xwedî rol e. Şaxa Amedê ya vê sendîkaya perwerdeyê ku hingê qederê 10 hezar endamên wê hebûn, biryara boykotê da, lê ti carî eşkere nekir. Balkêş e, ev sendîka hîn jî derbarê dersa hilbijarî ya Kurdî de gotinekê nake û xwe li paş daxuyaniyên standart ên derbarê Perwerdeya Zimanê Dayikê de vedişêre. Lewma jî divê ev proseya reş a ji bo zimanê Kurdî ku bi destên saziyên Kurd hate meşandin, bê ronîkirin.

Katalonya û dersa hilbijarî 

Girîngiya “hilbijartina dersên Kurdî” ji bo siberoja zimanê Kurdî çawa dibînî?

Dema dersa hilbijarî pêk hat, asîmîlasyona li Kurdistanê pirr zêde har bûbû. Lewma jî divê ev reform wekî tedbîreke lezgîn a ji bo parastina Kurdî bihatana bikaranîn. Heger siyaset-sendîka-belediye di dewsa boykotê de kampanyayeke neteweyî ya ji bo bikaranîna vî mafî li dar bixistana, li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bi dehezaran malbat bihatana çalakgirin û belkî bi sedhezaran zarokan dersa Kurdî hilbijartana. Ev ê jî pêdiviya bi hezaran mamosteyên Kurdî derxistina holê û cara ewilî wê sektora perwedeyê ji dildarên Kurdî re bihatana vekirin. Ji ber ku sîstema perwerdeyê ya dewletê ji bo daxwazeke ewqas mezin ne amade bû, wê sîstem bixetimiyana. Ev jî bûbûna sebeb hejmara beşên Kurdolojiyê li zanîngehan tevlî kapasîteya namzetên mamosteyan bihatana zêdekirin. Pişt re jî bi riya înîsiyatîfên malbat û mamosteyan li dibistanên seretayî û lîseyan daxwaza dersa hilbijarî bihatana kirin. Ji vê şûn ve jî armanca çalakgeriya ziman wê ferzkirina dersên hilbijarî bûna. Ev prose wê ji bo perwerdeya bi Kurdî bingehekî zexm amade bikira.

Mînakên gav bi gav bidestxistina mafên perwerdeya bi zimanê dayikê dikarin ji Katalonyayê bên dayîn. Katalanî di sala 1975’an de wekî derseke hilbijarî di hefteyekê de 2 saet kete sîstema perwerdeyê. Ev maf bi pêşengiya belediye, sendîka û saziyên din ên Katalan bi berfirehî hate bikaranîn. Paşê di 1978’an de Katalanî bû derseke ferz a mifredatê û di hefteyekê de bû 3 saet. Ev bû bingehekî xurt di riya perwerdeya bi Katalanî de û kurtedemeke piştî otonomiyê Katalanî bû zimanê perwerdeyê.

Katalanî di sala 1975’an de wekî derseke hilbijarî di hefteyekê de 2 saet kete sîstema perwerdeyê. Ev maf bi pêşengiya belediye, sendîka û saziyên din ên Katalan bi berfirehî hate bikaranîn. Paşê di 1978’an de Katalanî bû derseke ferz a mifredatê û di hefteyekê de bû 3 saet. Ev bû bingehekî xurt di riya perwerdeya bi Katalanî de û kurtedemeke piştî otonomiyê Katalanî bû zimanê perwerdeyê.

Ziman û “Neteweya Demokratîk” 

Tu van pêvajoyên li jor weke “întîhara kolektîf” jî bi nav dikî. Piştî “vê meriv dikare bi kîjan model, formûlasyon û polîtîkayên zimanî Kurdî ji qirkirinê xelas bike?

Ji bo vegera ji proseya komkujiya ziman, guherînên mezin ên siyasî û civakî divên. Erê parastina ziman di nava îdeolojiya tevgera Kurd de vê dawiyê cihê xwe girt. Lê divê parastina ziman wekî wekheviya zayendî, bibe yek ji stûnên paradîgmaya tevgera Kurd. Yanî divê hedef civakeke demokratîk, ekolojîk ya xwedî wekheviya zayendî û zimanê Kurdî be. Bêyî hilweşandina serdestiya Tirkî li Kurdistanê û hiyerarşiya civakî û zimanê ya li ser vê bilind dibe, “neteweya demokratîk” pêk nayê. “Ziman û erk” wekî cêwiyan in. Çîna navîn û bilind a li Bakur, bi riya Tirkî derfeta aborî-siyasî bi dest xistiye. Kesên kurdîaxêv girseya xizanan pêk tîne û ji derfetan bêpar hatine hiştin. Ev jî bêedaletiya berbiçav a civakî ye û ev bêedaletî wan jî ji Kurdî dûr dixe.

Karekî din ê divê bê kirin, vekolîneke bêalî ya 15-salên dawî yem hingê Kurdî hat ber şikestxwarineke giran. Pêşîgirtina li înîsiyatîfa Koma Hawara Kurdî, damezrandin-nepixandin-têkçûna TZP-Kurdî, paşî pêkhatina komeke sosret a wekî Hereketa Zimanê Kurdî wê hin ji mijarên vê vekolînê bin. Herwiha xebat û helwêsta trîoya siyaset-sendîka-belediyeyan a di warê ziman de, bi taybetî jî rola wan a di boykota dersa hilbijarî de divê bi zelalî bê ronîkirin.

Medyaya Kurd a bi Tirkî weşanê dike, helwêsta zimanî ya Kurdan a li hemberê Tirkî bi rengekî pozîtîf diguherîne. Ev jî dibe sebeba normalîzekirina bikaranîna Tirkî. Dayina mesajên polîtîk bi zimanê Tirkî, niyet çi be bila bibe ji asîmîlasyonê re xizmetê dike.

Bi vê re paralel, Kongreya Rizgariya Kurdî, bi perspektîfa parastina ziman dikare bê lidarxistin. Ev kongre divê karibe kes/saziyên bi karê ziman re elaqeder bihewîne û xweser be. Komîsyonên vê kongreyê dikarin li ser gelek aliyên parastina ziman raporan amade bikin û paşê siyaseteke ziman pêşkêş bikin. Di kongreyê de berpirsî û karûbarên siyaset, belediye, saziyên sivîl, weşangerî-medya û wekî din a ji bo ziman wê bên diyarkirin. Ez ê di vê kongreyê de damezrandina Herêma Parastina Ziman pêşniyaz bikim. Sînorên cografîk ên vê herêmê tevlî planên bi detay ên piştî lêkolînên li cihê cih ên ji aliyê ekîbeke pisporan dikarin bên amadekirin.

Medya û asîmîlasyon

Rexneyên te li medyaya Kurd a bi Tirkî û her wiha televizyonên Kurdî jî hene?

Medyaya Kurd a bi Tirkî weşanê dike, helwêsta zimanî ya Kurdan a li hemberê Tirkî bi rengekî pozîtîf diguherîne. Ev jî dibe sebeba normalîzekirina bikaranîna Tirkî. Dayina mesajên polîtîk bi zimanê Tirkî, niyet çi be bila bibe ji asîmîlasyonê re xizmetê dike. Medyaya bi Tirkî ji bo girseyên bi lez terka Kurdî dikin, dibe amûra sereke ya înformasyonê. Bi vê taybetiya xwe, her ku diçe zêdetir dibe alternatîfa li hemberê medyaya Kurdî. Mînaka Stêrk TV û Medya Haber pirr balkêş e. Yek ji wan bi Kurdî weşanê dike ya din bi weşana xwe ya Tirkî bandora ya din notralîze dike. Ev paradokseke pirr zêde beloq e.

Weşangeriya tevgerên neteweyî yên xwedî zimanekî xwerû, divê du prensîban li ber çav bigirin. Yek ji wan, prensîba polîtîk e ku bi mesajên polîtîk civakê dixe rotaya tevgera rizgariyê. Ya din, prensîba ziman e ku bername û awayê bikaranîna ziman xizmetê ji normalîzasyona zimanê bindest re dike. Di Stêrk TV de bi awayekî berbiçav balansa di navbera van her du prensîban de di lehê ya polîtîk de xera bûye.

——————

Ev hevpeyvîna ji aliyê Ardin Diren hatiye kirin, di 31ê çile 2023’an de di Ozgur Politika de hatiye weşandin. Sernivîsa orjînal a hevpeyvînê “Divê Kurdî jî bibe stûna paradîgmayê” ye.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa peymana penaberîyê qebûl kir

Parlamentoya Ewrûpayê pêşnûmeya reforma derbarê polîtîkayên penaberî û koçberiyê de qebûl kir. Esasên vê peymanê …