JI EDÎTOR

Hilbijartina ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê (YE) bûyera herî girîng a hefteya borî bû. Medyaya mezin wekî her car piranî li ser bingeha çep û rast encamên vê hilbijartinê şîrove kir. Medyaya neteweyên Ewrûpayê yên ji bo serxwebûnê û berfirehkirina mafên xwe yên neteweyî têkoşînê dimeşînin, li ser serfiraziya partiyên serxwebûnxwaz sekinînin. Em jî wekî Înfowelat ku xwe wekî parçeyek vê têkoşîna global a ji bo mafên neteweyî dibînin, hilbijartinê li ser bingeha têkoşîna di navbera serdestiya dewletê û tevgerên neteweyî de dinirxînin.

Li Îspanyayê hilbijartinên lokal tevlî yên ji bo parlamentoya YE’yê hatin lidarxistin. Ji ber bûyerên piştî referandûma serxwebûnê qewimîn, çavên gelek derdoran li ser encamên li Katalonyayê bûn. Partiyên serxwebûnxwaz ku bi du lîsteyan ketin vê hilbijartinê, serkeftinek berbiçav bi dest xistin. Serokwezîrê katalan ê sirgûnê Puigdemont û cîgirê wî Junqueras ê di girtîgeha îspanyol de ji bo parlamentoya YE’yê  hatin hilbijartin. Serfiraziya partiyên serxwebûnxwaz di hilbijartinên lokal de jî berdewam kir û 746 şaredariyên li Katalonyayê bi dest xistin. Partiyên alîgirê yekitiya bi Îspanyayê re bi tenê bûn xwediyê 58 şaredariyan. Yek ji taybetiyek girîng ê vê hilbijartinê ji nû ve bidestxistina Barselonayê ya ji aliyê namzetê serxwebûnxwaz Ernest Maragall bû. Barselona di hilbijartina derbasbûyî de ketibû destê însîyatîfek çep a bi navê Barcelona En Comu ku yekitiya Katalonyayê ya bi Îspanyayê re diparast. Pir eşkereye ku encamên van her du hilbijartinên li Katalonyayê wê zêdetir serê dewleta îspanyol biêşîne û ji bo çareserkirina vê meseleyê zextê li ser zêdetir bike.

Welatê Bask (Herêma Xweser a Bask) ê li bakurê Îspanyayê herêma duyemîn bû ku di her sê hilbijartinan (tevlî hilbijartina ji bo parlamentoya herêmî) de partiyên navendê, çi çep çi jî rast, li hember neteperestên Bask têk çûn. PNV ku partiya li Welatê Bask li ser kar e, di hemû hilbijartinan de bû partiya yekemîn û îktidara xwe ya herêmî ji dest berneda. EH Bildu ku berdewama Herri Batasuna’ye, hêza xwe ya heyî parast û bû partiya duyemîn. Encameke din a hilbijartina lokal bi xwe re anî serfiraziya EH Bildu ya li herêma Navarra’yê bû. Navarra di encamên polîtîkayên dewletê de demeke dirêj e ji nasnameya xwe ya bask dûr ketiye û zimanê bask ji nava civakê pir zêde vekişiya ye. Bi serfiraziya EH Bildu cara pêşiyê partiyeke bask li paytext Pamplonayê û şaredariyên din ên li bakurê herêmê hebûna xwe xurtir kir. Ev jî nîşan dide ku xebateke ji dil a xwedî bernameyek xurt dikare li ser erdeke rastî polîtîkayek kolonyalîzmê de maye pêş bikeve.

Înfowelat ji hefteya borî û vir ve dest bi nasandina herêmên xweser (otonom) dike. Xweserî li hin aliyên cîhanê wekî formek çareseriyê ya ji bo daxwazên hin neteweyên di bin serdestiyê de ne tê bikaranîn. Ji ber ku netew-dewlet ewilî li Ewrûpayê derketine holê û mafên neteweyên din ên di nava sînorê xwe de înkar kirine, çareseriya xweseriyê jî pêşiyê li Ewrûpayê derketiye holê. Di vê kontekstê de, Giravên Aland xweseriya yekemîn e ku li Îskandînavyayê hatiye damezrandin. Katalonya jî herêmeke xweser a li Ewrûpayê ye ku bi dînamîzma siyasî ya ji bo serxwebûnê, di çend salên dawî de ketiye rojeva cîhanê. Lewma me bi danasîna van her du mînakan dest pê kir û bi Tîrola Başûr ku asta xweseriya xwe li Îtalyayê herêma herî li pêş e, danasîna herêman berdewam kir. Me dil heye em vê xebatê bidomînin û ji bilî Ewrûpayê herêmên xweser ên li aliyên din ên cîhanê jî bidin naskirin. Armanca me avakirina çavkaniyeke mitewazî ya bi kurdî ye ku bi bikaribe alîkariya kesên bi vê mijarê re eleqeder in bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …