Mesele ne vejîna kurdî ye lê vejîna kurdbûnê ye

Îrfan AMÎDA

Rastîyeke din divê em bibînin, meseleya vejîna kurdî tune ye ji ber ku kurdî zindî ye. Meseleya vejîna kurdbûnê heye. Berîya niha ew hişê kurdbûnê ya ez qal dikim piçek hebû. Fenomenolojîya kurdbûna sosyolojîk hebû. Me qîma xwe bi kurdbûnê danî. Lê nifşê niha qîma xwe bi kurdbûnê naynin. Tenê bi sîyaseta xav ev pêk nayê.

Berî her tiştî divê em tiştekî zelal bikin. Kurdî ne probemeke arkeolojîk e. Kurdî zindî ye û hîn zimanê beşeke mezin a civakê ye. Meseleya kurdî meseleya kurdbûnê ye. Em bi  fantazîyeke pûç nêzîkî meseleyê dibin. Em dibêjin ‘bi kurdî biaxivin an jî wê kurdî bimire’. Çima em ê bi kurdî bipeyivin? Dema em ligel kurdî çend ziman, îngilîzî û fransî bidin  pêşiya mirovan û ji wan bipirsin, ‘dema hûn serê sibehê rabûn hûn ê bixwazin ji van kîjan zimanan wekî zimanê xwe yê dayîkê fêr bibin?’ wê rewşa em tê de derkeve holê. Sebeba ka çima wê piranîya kesan kurdî tercîh nekin ev e ku mirina kurdî ti kesî natirsîne.

Meseleya kurdî ne ontolojîk e. Çima? Ji ber ku Başûr û Rojava hene.  Mesele an jî xetereya li hember kurdî fenomenolojîk e. Hebûn ontolojîk e lê xwebûn fenomenolojîk e. Mesele ne kurdî lê ‘bi kurdî’ ye. Bi kurdî muzîkek xurt, edebîyateke xurt, sînemayeke xurt, şanoyeke xurt û sîyaseteke xurt divê. Ku ev tune bin em di alîyê fenomenolojîk de têk çûyîne. Dema şanoyeke xurt a kurdî tune be tu kes wê kurdî tercîh neke. Bo nimûne ewrûpî dixwazin fêrî kurdî, erebî an farisî bibin? Bi îhtimalek mezin bersiv farisî ye. Ji ber ku  muzîk, sînema û edebîyata farisî zêdetir bala wan dikişîne.  Li Tirkîye jî tercîh bêtir wê ji bo farisî be. A rast rewşa kurdan jî wiha ye. Ku bi kurdî hilberîne em qal dikin tune be wê kurd çima fêrî kurdî bibin? Îcar di dijîtal de eger vîdyoyên tirkî bêtir bala kurdan bikişîne zimanê dîjîtalê bibe kurdî wê çi bibe? Dema naverokeke xurt a sîyasetê bi kurdî tune be ez ê gotarên bi tirkî bixwînim. Eger felsefe bi kurdî tune be ez ê felsefeyê bi tirkî bixwînim.

Wekî min di destpêkê de jî got, mesele ne kurdî lê bi kurdî ye. Bi gotineke din, mesele kurdbûn e. Kî ji kurdî dûr bikeve kurdî qels nabe lê kurdbûna wî/wê qels dibe. Fenomenolojîya kurdan a li hember dagirkirinê gelekî lawaz e. Hebûna ontolojîk a kurdan êdî nayê înkarkirin. Lewma êdî meseleyeke wiha tune ye. Lê di mijara fenomenolojîyê de mixabin dagirker ji kurdan xurttir in. Di nava salekê de çar fîlmên baş bên çêkirin wê ji siyaseta 10 salan bêtir bandorê çêbike. Bi heman rengî çar lîstêkên xurt ên şanoyê dikare bibe sebeba heman bandorî. Ji bo hilberîna muzîkê jî rewş wiha ye. Dema ev çavkanîyên neteweyî bimiçiqin kurdbûn têk diçe û bi vê re jî têkiliya kurdî û kurdan tê qutkirin. Di vir de dagirker gelek bi ser ketîne.

Ez ê li ser vê mijarê çîrokekî gelêrî bêjim. Şivanê li çolê li ber pez e tevlî kûçik di xew re diçe. Gur tê û dibîne şivan û kûçik razan e û pez mexel hatîye. Dema gur êrîşî pez dike dîk azan dide. Bi vê re şivan, kûçik û gundî şiyar dibin û êrîşî gur dikin. Gur direve û li ser vê yekê gundî dixwazin vê encamê pîroz bikin. Radibin dîk şerjê dikin. Meseleya me ya kurdan piçekî dişibe vê çîrokê. Dîk hiş e, bîr e. Hiş bi dîrok, çand û edebîyatê xwedî dibe. Dema ev tune bin hiş çênabe. Dema tu 40 sal in têkoşînê bikî lê 4 berhemên te yên sîyasî yên bi kurdî tunebin ku ez bikaribim bixwînim, nabe.

Rastîyeke din divê em bibînin, meseleya vejîna kurdî tune ye ji ber ku kurdî zindî ye. Meseleya vejîna kurdbûnê heye. Berîya niha ew hişê kurdbûnê ya ez qal dikim piçek hebû. Fenomenolojîya kurdbûna sosyolojîk hebû. Me qîma xwe bi kurdbûnê danî. Lê nifşê niha qîma xwe bi kurdbûnê naynin. Tenê bi sîyaseta xav ev pêk nayê. Divê hilberîneke mayinde ya berhemên çandî hebin da ku bala nifşên îro bikişîne. Medyaya dîjîtal di vê mijarê de derfeteke mezin pêşkêşî me dike. Loma jî divê derfetên vê qadê ji bo hilberîna bi kurdî û parastina kurdî bên bikaranîn.

——————————————-

Ev gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.

Foto: Îrfan Amîda

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …