Dadgeha Îspanyayê dawiya sala 2018’yan biryar dabû; hînkirina zimanê Îspanyolî ji % 25 li dibistanan mecbûr kiribû.
Li Îspanyayê ji bo parastina zimanê katalanî çalakiyek hat lidarxistin.
Dadgeha Îspanyayê dawiya sala 2018’yan biryar dabû; hînkirina zimanê Îspanyolî ji % 25 li dibistanan mecbûr kiribû.
Ev biryar, wekî zexteke li dijî mafên ziman hatibû dîtin û li Katalonyayê protestoyên şermezariyê hatibûn lidarxistin.
Seroka Asamblea Neteweyî ya Katalanî (ANC) Elisende Paluzieyê biryara dadgehê wekî helwesta asîmîlasyonê û îmhakirina îfadeyê nirxandibû.
Ji wê çaxê û vir ve helwesta dewleta Îspanyayê neguherî.
Lewma jî, bi hezaran xwepêşander li Barselonayê li hev civiyan; ev helwesta ku dixwaze binesaziya dibistanên Katalan biguhere û Îspanyolî ji % 25 li wan mecbûr bike, protesto kirin.
Katalanan got, “Bes e! Em dixwazin temamî bi katalanî bijîn.”
Li dûv mitîngê xwepêşander li gel stranan û bi sloganên “bila zimanê zimanê me jê nekin” li kolanên paytexta herêma xweser geriyan, ber bi Parlemena Katalonyayê ve meşiyan.
Polêsan dora parlemanê girtin û nehiştin çalakger bi pêş ve biçin.
Kurteagahî derbarê Katalonyayê de
Katalonya welatekî li Nîvgirava Îberyayê ye û di bin serdestiya Îspanyayê de ye. Katalonya ji 1979’an û vir ve xweser e û ligel parlemena xwe, xwedî mafên berfireh a ziman e. Ji bilî Katalonyaya xweser, bakurê Katalonya ya di destên Fransayê de, Valensiya, Giravên Balear û Franja de Ponent a bi ser herêma Aragonê yên di destên Îspanyayê de tev bi hev re wekî Welatên Katalan tên naskirin. Li ser vê erda berfireh herî kêm 10 milyon mirov bi katalanî diaxivin.