Hevpeyvîn: Necat AYAZ
Li Bakur Weqfa Mezopotamyayê dixwaze bi konsensusekê, karê standardîzasyona kurdîya kurmancî pêk bîne lê em dibînin ku gelek zehmetî derdikeve pêşberî wê û meşrûîyeta wê tê nîqaşkirin. Eger desthilatek li paş wan hebûya ev kar gelekî hêsantir dibû. Lê divê mirov ji bo vê meseleyê bixebite û zorê bide şertan.
Mikaîl Bulbul yek ji zimanasekî kurd e ku li ser standardkirina kurmancî xebatan dike. Bulbul di 17-18ê gulanê de tevlî Sempozyûma Zimanê Kurdî bû ku li Wanê hat lidarxistin. Di vê bernameyê de ji bo zimanê kurdî polîtîka, plansazî, perwerde û statûya hiquqî hatin nîqaşkirin. Zimanas Bulbul di bernameyê de bi sernivîsa Xebatên Standardîzasyona Kurdîya Kurmancî pêşkêşîyekê kir. Edîtorê Infowelat Necat Ayaz li ser vê bernameyê, naveroka pêşkêşîya wî û di konteksta kurd de rêûrêbazên meşandina proseya standardkirin û plansazîya ziman bi Mikaîl Bulbul re hevpeyvînekê kir.
Te di sempozyûma li Wanê di derbarê standardkirina kurdî de pêşkêşîyeke balkêş kir. Ji alîyê asta nîqaşên li ser meseleya standardkirin û plansazîya ziman de, tu bernameya li Wanê dikarî ji me re bi kurtahî binirxînî?
Ev çend sal in ku mijarên wekî polîtîka û plansazîya zimanî, standardîzasyon, mifredat û rewşa kurdî gelekî aktuel in û di nav kurdan da tên nîqaşkirin. Ev tiştekî xweş e elbet. Sempozyûma ku li Wanê bi pêşengîya Egîtîm-Sena Wanê û bi alîkarîya Weqfa Mezopotamyayê û Baroya Wanê pêk hat, bi asteka akademîk li ser vê mijarê sekinî û gelek nîqaş hatin kirin. Cara pêşî ye ku li Bakurê Kurdistanê sempozyûmek bi sernavê “Polîtîka, Plansazî, Statu, Perwerde û Statuya Hiqûqî”yê li dar dikeve. Ya din jî kesên ku bi rastî jî pispor bûn hatibûn dawetkirin. Asta pêşkêşîyan gelekî baş bû û bi eleqeyeka baş hatin guhdarîkirin.
Te di pêşkêşîya xwe de qala çar qonaxên standardkirina ziman kirin ku ya dawî bi civakê dan qebûlkirina normên hatine hilbijartin e. Di vê rewşa ku li Kurdistanê otorîteyeke kurd a sîyasî û zimanî tune ye de, em ê çawa bikaribin derbasî qonaxa çaremîn bibin?
Dema ku em behsa rewşa zimanê kurdan bikin divê pêşî em behsa rewşa welatê wan bikin. Ji ber ku welatê wan dabeş bûye di nav çend welatan da û di sed û heftê salên dawî da, eger em Federasyona Kurdistanê ya Îraqê û rewşa defakto ya Rojavayê nehesibînin, kurdan dewletek ava nekirîye û statuyeka wan ya resmî û cidî çê nebûye. Mesela standardîzasyonê rasterast bi rewşa sîyasî ve girêdayî ye. Di van şertan da ku yekîtîyeka polîtîk di nav kurdan da nîne û yekîtîya cografîk bi sînorên dewletên dagîrker derbxwarî ye, bersiva pirsa te ne hêsan e. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê statuyeka kurdan ya sîyasî û zimanî nîne, li Rojavayê Kurdistanê serwerîyeka fiîlî heye û li Başûrê Kurdistanê statuyeka resmî heye, lê hem yekîtîyeka polîtîk di navbera van beşan da nîne hem jî bi du sîstemên zimanî û du alfabeyên cuda jî astengîyên girin in. Lewra li Başûrê alfabeya erebî û pê ve girêdayî îmlaya erebî tê bikaranîn û li gor bindîyalekta (subdialect) behdînî hin normên standard çê bûne, lê li Bakurê û Rojavayê alfabeya latînî tê bikaranîn û li ser bindîyalekta xeta Mêrdîn-Serhedê ava bûye.
Elbet miletên ku dewleta wan tune ye, dezgehên sivîl jî dikarin karê standardîzasyonê bikin. Lê gelekî zehmetîyan dikişînin. Ji ber ku karê standardîzasyonê, karekî weha ye ku bi awayekî merkezî tê kirin û otorîteyeka sîyasî anku hikûmetek jê ra lazim e. Dema ku desthilatek tune be meşrûîyeta wan dezgehan tê nîqaşkirin û prosesa standardîzasyonê derengtir pêk tê. Mesela li Bakurê, Weqfa Mezopotamyayê dixwaze bi konsensusekê, karê standardîzasyona kurdîya kurmancî pêk bîne lê em dibînin ku gelek zehmetî derdikeve pêşberî wê û meşrûîyeta wê tê nîqaşkirin. Eger desthilatek li paş wan hebûya ev kar gelekî hêsantir dibû. Lê divê mirov ji bo vê meseleyê bixebite û zorê bide şertan. Çê nabe ku mirov bibêjê statuyeka me ya sîyasî tune, dewleta me tune û em nexebitin.
Di bernameya Wanê de te ji bo bersiva pirsa “çima divê em “da, ra û ve”yê ji bo kurmancîya standard bi kar bînin? got, ev form ji alîyê kurdên Sovyetê hatîne bikaranîn û niha jî bi berfîrehî li Başûr tên bikaranîn. Di rewşa heyî de ku întelîjensîya û sîyaseta kurd di nava xwe de ne yekgirtî ye, vê nêzîkbûna pankurdîzma zimanî çiqas realîst e?
Kurdîya kurmancî ji ber rewşa polîtîk ya Kurdistanê û sînorên cografîk, û ji ber bindîyalektên cuda, bi awayekî dumerkezî standardîze bûye. Îcarê li Başûrê Kurdistanê “ra” û “da” bûne standardên wan lê li Bakur di nivîsê da bêtir “re” û “de” hatine bikaranîn. Dema em li bikaranîna van daçekan binêrin em dikarin bibêjin belkî ji sedî 80, 90ê kurdan bi awayekî adetî jixwe formên “ra” û “da”yê bi kar tînin û ev form gelekî berbelav in. Di van şertên ku otorîteyeka sîyasî ya merkezî tune ye, elbet zehmet e û mirov biryaran bide û li ser dezgehan, weşanxaneyan, materyalên mifredatê bisepîne. Lê hinek mekanîzma jî çê bûne di nav kurdan da çê bûne û ku van meseleyan ji xwe ra dikin derd û hewldanan dikin. Heta cihekî em dibînin ku tesîreka musbet jî dibe û ev mesele hêdî hêdî baştir tê nîqaşkirin û famkirin. Herweha îro em di dema dijîtal da ne û hayê kurdan bêtir ji hev çê dibe. Bi deh hezaran, belkî bi sed hezaran kurd di medya û platformên civakî da kurdî bi kar tînin. Dîsa bi sedan televîzyon, kovar û rojnameyên onlinehene û evana hemû tesîrê li meseleya zimanî û standadîzasyonê dikin. Erê hîn sînorên fîzîkî hene û astengî jî pir in lê gelek derfetên kurdan jî hene û jê sûdê dikarin wergirin.
Weqfa Mezopotamyayê û SZKê du dezgehên cidî ne ku di meseleya standardkirina kurdî de bi dîsîplîneka balkêş dixebitin û heta niha xebatên hêja kirine. Tevî vê jî di demên dawî dae hin rewşenbîr û sazîyên kurd ji rexneyan heta protestoyan bertek nîşanî xebateke (Rêbera Rastnivîsê) ya SZKê dan. Hûn van geşedanên dawî ji bo prestîja xebatên her du sazîyan wekî alarmekê nabînin?
Prosesên standardîzasyonê gelekî bi nîqaş in û ev tiştekî gelekî normal e û baş e jî. Ya mihîm ew e ku nîqaş li ser zemîneka rast bên kirin. Li ser xebata Rêberê gelek rexneyên baş jî hatin kirin û bi xêra wan em bi kêmanîyên xwe hisîyan. Lê hindek kes ji dêvla ku naveroka wê rexne bikin, rasterast heqaretê dikin û qala tiştên ecêb dikin. Em hemû rexneyên akademîk li cem xwe qeyd dikin û di nav xwe da dinirxînin. Lê em guh nadin yên ku ne rexne ne û fêdeya wan ji bo pêşvebirina vê meseleyê nîne. Ziman û prosesa standardîzasyonê meseleyên dînamîk in lê ne statîk in û guhartina wan tiştekî normal e. Tirk, ereb, faris, fransîû miletên din dema lazim dibe rêz û rêçikên zimanê nivîskî diguhêrin. Ma çê dibe em bibêjin Celadet û hew? Ji ber ku tradîsyonên me yên akademîk nînin gelek caran di asteka nebaş da nîqaş tên kirin. Lê di van meseleyan da divê bêhna mirov fireh be.
Plansazîya ziman li cîhanê bi pêşengîya otorîteyên sîyasî, bi destên sazî û dezgeyên xwedî prestîj û budçe tên meşandin. Di nava van şert û mercan de em ê çawa li bakurê Kurdistanê plansazîya ziman bidin meşandin?
Rast e ev karana bê bûdçe nabin û mekanîzmaya me ya ferzkirinê jî nîne. Lê mirov dikare bi karê lobî û dîplomasîyê gelek karan bike. Gelek karên civaka sîvîl jî jixwe bê bûdçe tên kirin û kesên tê da dixebitin xwebexş in. Karê me jî weha çê bû û kesê ku di karê Rêberê da xebitîn hemû xwebexş bûn.
Pirsa min a dawî derbarê plansazîya ziman a li bakurê Kurdistanê ye. Bi ya we îhtimal heye şaredarîyên kurd bibin aktorên sereke yên plansazîya parastina kurdî? Ku bersiv erênî be ev çawa dikare pêk were?
Bi rastîme kurdan ji îmkana şaredarîyan zêde îstîfade nekir. Erê şaredarîyên me ji bo kurdî hinek karên baş kirin û kurdî bêtir dan xuyanîkirin. Mesela gelek tabelayên nav bajaran kirin kurdî, li ser rêyan nivîsîn wekî “pêşî peya” dan nivîsîn, gelek festîvalên kurdî li dar xistin. Evan hemû ji bo vîsîbîlîteya kurdî û prestîja zimanî gelekî karên baş bûn. Lê gelek karên bingehîn nekirin mixabin. Mesela dikarîn ji bo kurdî polîtîkayeka zimanî dîyar bikirina û plansazîyeka baş çê bikirina. Lê niha em ji wan dipirsin, yek ji wan jî ne xwedî bernameyê ne di vî warî da. Divê bizanin ku bi pisporên vê qadê ra bixebitin û ji bo kurdî polîtîkayeka zimanî dîyar bikin û plansazîyên, du, sê yan pênc salane amade bikin û li gor wê û bi bername tev bigerin. Eger şaredarî weha bikin ji bo kurdî derfetên gelekî mezin in.
————————————-
Foto: Mikaîl Bulbul
Hevpeyvîn di hejmara 7. a e-kovara Kurdistanê de hatîye weşandin.