24 saetan em ji bo kê dixebitin?

Cemil OGUZ 

Dîsa ajansên kurdan hene; mesela çima beşên wan ên tirkî hene? A rast ez fêm dikim, ajansek wekî ANF bi tirkî hebe; ji ber ku tê fêmkirin rêxistin dixwaze bi ser wê re dîtinên xwe belav dike. Lê mesela li Başûr Rojnews heye çima beşa wê ya tirkî jî heye? Dîsa li Rojava Hawar News heye çima beşa wê ya tirkî heye?

Li dinyayê ji bo anîna ziman a dîtinên xwe derfet zêde dibe. Pêre jî dema mirov bixwaze zimanê xwe yê zikmakî biparêze derfet zêde dibin. Ya pêşî em van derfetan ji bo çi, ji bo kî bikar tînin? Ya din jî em van derfetan ji bo zimanê xwe bikar tînin yan na?

Ger bi awayekî fermî em sînorên li dinyayê qebûl bikin kurd di bin desthilatdarî û di nav sînorên Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, ligel vê li Kafkasyayê, li Ewropayê ku piranî li Almanyayê û welatên din dijîn. Kurd li van deran 24 saetan di bin desthilatdariya van zimanên serdest, wekî tirkî, farisî, erebî, ermenkî, almanî û hwd de dimînin. Loma em li ser 24 saetan disekinin.

Ew van 24 saetan de rastî kanalên televîzyonan tên, bi zimanên wan rêzefîlman temaşe dikin, bi zimanên wan li sporê temaşe dikin, guhên wan bi zimanên van serdeman her nûçeyan dibihîzin. Bi zimên wan tiştinan dixwînin.

Loma jî kurd di her warî de di bin dorpêçê de ne û zimanê wan di bin dorpêçê, tehda û bi paş ve çûyînê de ye.

Ê baş e kurd çi dikin? Kurd ji bo xwe ji bin van 24 saetan rizgar bikin çi dikin? Tiştek dikin yan ew jî bi wan zimanan xizmetê dikin û kurdan hê zêdetir di nav vê xeleka 24 saetên zimanên serdest de digirin?

Em dibînin ku piraniya kurdan bi van zimanên serdest xebatên xwe dimeşînin û ji bo kurd ji vê xelekê derên gavan navêjin. Niha jî em hinek mînakan bidin:

Mesela di sedsala 21’ê de kurd çima hê jî bi tirkî pirtûkan çap dikin? Li nav kurdan, li bajarên kurdan bi deh qatan zêdetir pirtûkên bi tirkî ji kurdî zêdetir têne firotin û têne xwendin. Kurd çima li Amed, Wan, Mêrdînê çalakiyên xwe, panel û gotûbêjên xwe bi tirkî dikin?

Mesela çima rojnamegerên kurd bi tirkî her roj di kanalên Youtube de bernameyan çêdikin? Ev rojnamegerên kurd ne li Tirkiyeyê jî, li Ewropayê dijîn. Ji ber kîjan pêdiviyê? Helbet beramberî van çend kurdên bi kurdî çêdekin jî hene lê gelek kêm. Rojnameger Bedran Dere yek ji van e rojane bi kurdî çêdike. Dîsa ez her roj vîdeoyek bi 3 deqîqeyî bi navê “3 Deqe Ligel Cemil Oguz” çêdikim. Bi kêrî çi tê? Ji ber ku ger 10 rojnaemgerên kurd bi tirkî nûçeyên rojane belav dikin di nav van kanalan û tora civakî de, beramberî van yek bi kurdî belav dike. Bi vî awayî emê çawa bi zimanên serdest re herin serî? Bi vî awayî emê bikaribin çend deqîqeyên xwe bi zimanê xwe ji 24 saetên serdestan bidizin?

Mesela rojnamegerên kurd ên li Ewropayê bi tirkî rojane bi ser youtube re weşanê dikin, ma nizanin kurd bi van xebatan hê zêdetir ji kurdî dûr dikevin? Meseleyeke giran e ne?

Dîsa ajansên kurdan hene; mesela çima beşên wan ên tirkî hene? A rast ez fêm dikim, ajansek wekî ANF bi tirkî hebe; ji ber ku tê fêmkirin rêxistin dixwaze bi ser wê re dîtinên xwe belav dike. Lê mesela li Başûr Rojnews heye çima beşa wê ya tirkî jî heye? Dîsa li Rojava Hawar News heye çima beşa wê ya tirkî heye?

Min di Diyarnameyê de lêkolîn kiribû, 9 rojnameyên rojane yên bi tirkî li Amedê weşanê dikin, lê yek jî bi kurdî nîn e. Ev li bajarên din jî wisa ye. Çima?

Bi kurt û kurmancî, li hemberî 24 saetên zimanên serdestan, em jî bi heman awayî bi zimanên wan xebatan bikin emê çawa kurdan ji nav zimanên wan derxin? Emê çawa vî zimanî biparêzin? Gelo bersiveke baş li cem van rojnamegerên me yên xebatên xwe bi tirkî dikin, yan jî bersivek baş a nivîskarên me yên bi tirkî pirtûkan dinivîsin heye?

Çi zanim, belkî jî em hema ji xwe re pirsan dikin û hew

————————————–

Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi …