Macron û Sanchez ji bo îmzekirina Peymana Dostanî û Hevkariyê Barcelonayê tên cem hev.
Katalanên serxwebûnxwaz hevkariya kûr a her du welatan protesto dikin.
Katalan Îspanya û Fransayê berpirsê parçekirina Katalonyayê û astengkirina serxwebûnê qebûl dikin.
Lîderê Fransayê Emanuel Macron ku li welêt rastî protestoyên karkeran tê, li derveyî welêt li dûv serfiraziyeke dîplomatîk e.
Macron ji bo hevdîtina serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez berê xwe da vî welatî.
Îro herdu lîder ji bo îmzekirina Peymana Dostanî û Hevkariyê wê li paytexta Katalonya Barcelonayê hevdîtinekê li dar bixin.
Bi peymana navborî wê têkiliyên di navbera her du aliyan de derkeve asta herî bilind.
Îspanya heta niha bi tenê bi cîranê xwe Portûgalê re peymaneke bi vî rengî îmze kiriye.
Herçî Fransa ye, wê jî bi Almanya û Îtalyayê re peymanên dostaniyê îmze kiriye.
Vekirina sînoran
Aliyê herî girîng ê vê peymanê vekirina hemû nuqteyên hatûçûnê yên li ser sînoran e.
Niha heşt ji 38 deriyên sînor ji hatûçûnê re girtîne.
Fransa ji ber şewba coronayê û xetereya terorîzmê biryara girtina deriyan dabû.
Her du welat plan dikin, ji bo kontrola deriyên sînor hêzeke hevpar ava bikin.
Xeta enerjiyê H2Med
Xaleke din a peymanê jî derbarê avakirina xeteke enerjiyê de ye.
Fransa, Îspanya û Portûgal projeyeke bo navê H2Med amade kiribûn.
Her sê welat armanc dikin vê xeta hîdrojenê ji bo fînanseyê pêşkêşî Yekitiya Ewrûpayê bikin.
Beriya vê, Almanya û Îspanya projeke xeteke din a enerjiyê ya bi navê MidCat amade kiribûn.
Lêbelê Fransa vê qebûl nekiribû û ji bo amadekirina prokjeye din ketibû nava hewldanekê.
30 rêxistin û komên serxwebûnxwaz li pêşiya avahiya civînê kom bûn û hevkariya herdu dewletan protesto kirin.
Protestoyên li Barcelonayê
Civîna Macron û Sanchez a ku îro pêk tê li Katalonyayê rastî protestoyan hat.
30 rêxistin û komên serxwebûnxwaz li pêşiya avahiya civînê kom bûn û hevkariya herdu dewletan protesto kirin.
Protesto di bin slogana “Tu tişt bi dawî nebû ye. Serxwebûna welatên katalan û bidawîbûna zilmê” hate li dar xistin.
Li derdora 30,000 alîgirên partiyên polîtîk ên katalan Junts, CUP û ERC tevlî vê çalakiyê bûn.