Ziman stûneke nasnameya katalanbûnê ye

Têkiliya katalanbûn û zanîna ziman li Katalonyayê xurt e.

Ji % 55ê welatiyên li Katalonyayê radigihînin, “ji bo katalanbûnê divê mirov bibe endamê komeke çandî û zimanî.”

Piranîya kesên katalanbûn û katalanî bi hev ve girê didin, ciwan in û xwedî asta xwendina bilind in.

Ji nîvê zêdetir katalan di wê bawerîyê de ne, katalanbûn bi ziman re  eleqeder e.

Ji % 55ê welatiyên li Katalonyayê radigihînin, “ji bo katalanbûnê divê mirov bibe endamê komeke çandî û zimanî.”

Ev înformasyona balkêş bi rapirsîyekê hat bidestxistin û ji alîyê Plataforma per la LLenguayê ve hat ragihandin.

Rapirsîya ji alîyê GESOPê ve hatîye kirin, giringiya ziman a ji bo katalanan nîşan dide.

Bi tenê, ji % 34.4ê nifûsê di wê bawerîyê de ne, “katalanbûn bi şertûmercên hiqûqî û admînîstratîf (îkameta di nava sînorên Katalonyayê de) re eleqeder e.

Têkiliya katalanbûn û ziman di nava kesên bi katalanî diaxivin de hildikişe ji % 65an.

Ji vê komê bi tenê ji % 26.3 katalanbûnê “bi şert û mercên hiqûqî û admînîstratîf” ve girê didin.

Du grafîkên ji rapirsîya GESOPê/Racocatala.com

Ziman û serxwebûnxwazî

Rapirsî nîşan dide ku koma herî zêde ji têkiliya katalanbûn û ziman bawer dike, endamên partîyên serxwebûnxwaz in.

Piranîya van kesan ciwan in û xwedî asta xwendina bilind in.

Li gorî rapirsîyê, ji duyan sê endamên Junts per Catalunya, CUP û ERCê katalanbûn û zanîna ziman bi hev ve girêdidin.

Ev rêje di nava alîgirên partiyên rastgir û çepgir ên li dijî serxwebûnê ne dadikeve ji % 40î ne.

Tevgera zimanê katalanî Plataforma per la Llengua di nirxandina derbarê anketa dawî de got “Pênasekirina kolektîf a ziman re, bawerîya ku katalanbûn parçeyeke nasnameya civakê ye hewldanên biçûkirina nirxê katalanî asteng dike.”

—————————————–

Foto: Diaridelallengua.cat

Infowelat 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Trump gefa “qiyametê” li Hamasê xwar

Rojhilata Navîn bi gefa Trump dike careke din derî li alozîyê veke. Donald Trumpê ku …