Manifestació en suport al Liceu de la Bressola a Perpinyà 23.10.2021 Foto: Albert Salamé / VWFoto

Li Fransayê têkoşîna ji bo zimanê katalanî

Komeleya dibistanên katalanî La Bressola biryarê da li Perpignanê ji bo 300 xwendekaran lîseyekê veke.

Lê şaredariya Perpignanê ev du sal in rê li ber vê projeya perwerdeya ziman digire.

Bakurê Katalonyayê ji bo parastina zimanê katalanî di ber xwe dide.

Şaredariya bajarê Perpignanê ev du sal in vekirina lîseyeke ku wê bi katalanî perwerdeyê bike, asteng dike.

Nakokiya derbarê vê dibistanê de cara ewil di payiza 2021’an de dest pê kir.

Komeleya dibistanên katalanî La Bressola biryarê da li Perpignanê ji bo 300 xwendekaran lîseyekê veke.

Ji bo kirîna avahiya dibistanê jî La Bressola kete nava hereketê û avahiyeke li bajêr tespît kir.

Lê meclîsa şaredariya Perpignanê kete nava hereketê û beriya komeleyê avahiya dibistanê kirî.

La Bressolayê vê qebûl nekir û giliyê meclîsa şaredariyê kir.

Çend meh şûn de dadgeha li Montpelierê di lehê komeleyê de biryarê da û ji meclîsa şaredariya xwest terka avahiya dibistanê bike.

Meclîsa şaredariyê ku piranî ji partiyên rastgir pêk tê, vê qebûl nekir û serî li Konseya Dewletê da.

Lê di havîna 2022’an de Konseya Dewletê îhtiraza şaredariyê red kir û ev jî bû sebeb rê li ber avakirina dibistana katalanî vebe.

Komeleya dibistanên katalanî La Bressola niha li bendê ye Meclîsa Şaredariya Perpignanê li gorî her du biryarên dawî tevbigere.

La Bressola

La Bressola navendeke çandê ya katalan e ku di 1976’an de li Perpignanê hatiye avakirin.

Komele hewl dide li bakurê Katalonyayê ji pêşdibistanan heta zanîngehê perwerdeya bi katalanî pêş bixe.

Bi vê armancê, komele heta niha li gelek deverên herêmê dibistanan ava kiriye.

Hejmara giştî ya xwendekarên li van dibistanan perwerdeyê dibin li derdora 1000’î ye.

Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî ve parçeyeke Katalonyayê ye lê 1659’an û vir ve di bin kontrola Fransayê de ye.

Berfirehbûna erdên herêmê 4116 km²ye û qedera 400,000 mirov li herêmê dijîn.

Ku der e bakurê Katalonyayê?

Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî ve parçeyeke Katalonyayê ye lê 1659’an û vir ve di bin kontrola Fransayê de ye.

Berfirehbûna erdên herêmê 4116 km²ye û qedera 400,000 mirov li herêmê dijîn.

Bakurê Katalonyayê. Ev herêm ji Perpignan û 5 navçeyan pêk tê.

Bajarê herî mezin ê bakurê Katalonyayê Perpignan e û ev bajar wekî navenda herêmê tê qebûlkirin.

Di demên dawî de li herêmê kampanyayên ji bo mafên ziman tên lidarxistin û ev jî bi xwe re hin serfiraziyan tîne.

Di 2007’an de Konseya Giştî ya Pyrénées-Orientalesê li herêmê ligel fransî fermîbûna katalanî qebûl kir.

 

 

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …