Newroz Ahmed: Em ê Rojava biparêzin

Newroz Ahmed: Em ê li dijî êrişa Tirkiyeyê berevaniya herêmê bikin û wê biparêzin. Em li bende êrişê ne û em ji aliyê teknolojîk û moral jî xwe amade dikin. Ji bo şerekî nû neqewime hin pêşniyaz tên kirim ê muzakere tên meşandin. Hevdîtin berdewam dikin. Em hêvî dikin bi herkesî re li hev bikin û pêşiya şer bigirin.

Malpera nûçeyan a herî mezin a bi zimanê katalanî Vilaweb hevpeyvîneke bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Newroz Ahmed re weşand.

Vilaweb di hevpeyvînê de bi giranî li ser êrişên dewleta tirk sekinî û pirsan ji fermandara kurd kir.

Bi vê re girêdayî jî, di hevpeyvînê de rewşa navneteweyî û rola Rûsyayê ya li Rojava derket pêş.

Hin pirs û bersivên vê hevpeyvînê bi vî rengî bûn:

  • Hûn siberoja herêmê çawa dibinîn?

Rewşa li herêmê ket bin siya şerê li Ukraynayê. Sûriye jî parçeyeke vî şerî ye. Bala cîhanê li ser şer e û Tirkiye jî ji bo berjewendiyên xwe têkûz bike û derfetên pêkanîna armancên xwe yên kolonyal bi dest bixe ji vê îstifade dike. Rûsya niha hewl dide li Ukraynayê serkeftineke bi dest bixe û ev jî bandoreke negatîf li rola wê ya li herêma me dike. Li Iraq û Sûriyeyê her du hukumet lawaz in. Hukumeta nû ya Iraqê hîn nebûye xwedî hêzeke kêrhatî û hukumeta Şamê jî bi kontrola xwe ya bisînorkirî ya li ser erdeke biçûk, xwedî roleKe marjînal e. Ev rewşa ne zelal bandorê li me dike.

Newroz Ahmed: Eger Tirkiye êriş bike em ê operasyonên li dijî DAIŞê bisekinînin.
  • Dagirkirina Ukraynayê ya ji aliyê Rûsyayê û protestoyên li Îranê bandorê li rola her du welatan kir?

Erê. Niha hedefên wan ên girîng guherîn. Rûsya êdî ditirse di krîza Sûriyê de têk biçe û lewma jî niha dixwaze hem di navbera me û rejîma Sûriyeyê de hem jî di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyeyê de navbeynkariyê bike. Îran jî êdî wekî berê ne aktîf e.

  • HSD li hemberê operasyoneke nû ya Tirkiyeyê kîjan tedbîran wê bigire?

Miletê me naxwaze ji ber şerekî din terka erdên xwe bike. Daxwaza wan ev e. Ev daxwaz dibe sebeb em wekî hêzeke leşkerî bêtir berpirsiya xwe bibînin. Em ê li dijî êrişa Tirkiyeyê berevaniya herêmê bikin û wê biparêzin. Em li bende êrişê ne û em ji aliyê teknolojîk û moral jî xwe amade dikin. Ji bo şerekî nû neqewime hin pêşniyaz tên kirim ê muzakere tên meşandin. Hevdîtin berdewam dikin. Em hêvî dikin bi herkesî re li hev bikin û pêşiya şer bigirin. Miletê me aştiyê heq dike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …