Hogir BERBIR
Hin ji van kesan li ser platformên wekî YouTubeê weşangerîyê dikin. Sebeba vê ev e, Youtube zêdetir dikare bandorê li civakê bike. Lê belê, gelek ji van kesan li şûna zimanê xwe yê zikmakî, bi zimanên dagirkerên xwe weşanê dikin.
Rewşenbîr û siyasetvan fikir û ramanên xwe îro bi rêya înternet û medyaya civakî tercih dikin ku berfirehtir û hêsantir belav dikin. Piranîya tercîhan, ji nivîsînê dirêj wêdetirin û çend gotinên kurt dikin. Heger bi firehî tercih bikin jî, bi dîmenên vîdeoyan parve dikin. Hin ji van kesan li ser platformên wekî YouTubeê weşangerîyê dikin. Sebeba vê ev e, Youtube zêdetir dikare bandorê li civakê bike. Lê belê, gelek ji van kesan li şûna zimanê xwe yê zikmakî, bi zimanên dagirkerên xwe weşanê dikin.
Bi giştî tê qebûlkirin ku zimanê zikmakî amûrek e ku hest û ramanên kûr bi awayê herî xwezayî dikare pê bê vegotin. Loma rewşenbîr an siyasetvan divê bi zimanê civakê bi civakê re têkilî çêkin. Eger mirov bixwaze bangî temaşevanên ji neteweya xwe wêdetir bikin, divê mirov vê bi zimanê xwe bike. Dapîr û bapîrê min an jî yên kesên ku peyamê didin, çi ji wî zimanê wî fahm dikin? Mixabin! Qet nafikire ku netewa dagirkerê wî li wî guhdar nake û tu peyamê jê nagire. Ev jî malxerabiya me ye.
Di vê serdema globalbûnê de, danûstandina di navbera çandên cuda de girîng e. Rast e. Lê dema rewşenbîr an rêberek ji çand, civak û zimanê xwe qut bibe û bi zimanekî din weşana xwe bike, şerma herî mezin ev e. Ev ji cewhera xwe dûrketin e. Di vê dema ku bi her awayî rêya pişaftinê li ser zimanê wî yê zikmakî vebûye, ev kesana jî nikûla xwe din av dixe. Ev yek girêdana bi civaka xwe re qels bike û dibe sedema windakirina baweriyê. Sîyasetvan an jî rewşenbîr, nivîskarên civakên ku weke nûnerên civakên xwe didin nasîn, divê bi vê berpirsyariyê zanibin.
Divê hêz û bandora ziman li ber çavan bê girtin. Têkiliya baş bi peyv û gotinê rast, bi bijartî dest pê bike. Ne ku teqlîtan bike û ew ji gotinên ew bi xwe bawer neke. Dema wiha be gel wê çawa jê bawer bike? Piraniya qaşo kesên dibên em siyasetvan rewşenbîr, nivîskar, şanoger hwd bila pêşî dawî li weşana bi tikî binîn paşê berê xwe bidin gel û aqil bidin gel.
Di encamê de, ragihandin ji bo rewşenbîr, nivîskar û rêveberên ku dibên em ji civakê berpirsiyar in, hewceye yek ji berpirsiyariya wan ev e ku bi xwe zelal bin. Bi ramanên xwe têkilî û weşanên ku bi zimanê xwe têne çêkirin dihêle ku mirov ramanên xwe bi awayekî herî rast bîne ziman û herî baş bi civaka xwe re têkilî daynin. Ji ber vê yekê divê zimanê ragihandinê de yê rewşenbîr û siyasetvan bi kurdî be. Ku vê nekin, karê dikin wê xizmetê ji zimanê kujer re anku ji tirkî re bike.
————————————–
Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin