Pau Vidal: Duzimanî teslîmîyet e

Pau Vidal: Qebûlkirina hebûna du zimanan a di nava aştiyê de bo me hêsane. Ev wekî sextekariyekê ye lê ji ber ku bi kêrî me tê, em baweriya xwe pê tînin. Em dîskûrsa teslîmiyetê didomînin. Bi gotineke din, ji bo di warê ziman de bêhizûrî û nakokî pêk neyên çi ji dest tê em dikin.

Katalanî li cîhanê yek ji çend zimanan e ku di warê parastinê de xwedî çîrokeke serfiraz e.

Ev zimanê di 1978’an de bû zimanê fermî yê Katalonyayê, ji wê demê û vir ve hebûna xwe ya li vî welatî xurtir kir.

Lêbelê katalanî li Barselonayê bi zimanê serdest îspanyolî re di pêşbaziyê de ye.

Digel hemû polîtîkaya parastina katalanî li vî bajarî, hîn jî nîvê Barselonayê bi katalanî diaxive.

Gelek kes rewşa duzimanî ya li paytexta Katalonyayê wekî xetereyekê dihesibînin.

Lewma jî herdem ev pirs di rojeva parazvanên ziman de ye:

Gelo zimanê katalanî li paytexta Barselonayê di ewlehiyê de ye an na?

Malpera katalan Vilaweb di meseleya duzimaniyê ya li Barselonayê bi zimanzan Pau Vidal re hevpeyvînekê weşand.

Barselona bi 1.6 milyon nifûsa bajêr û 4.5 milyon nifûsa parêzgehê bajarê herî mezin ê Katalonyayê ye.

Vidal di hevpeyvînê de xwe spart lêkolîneke Plataforma per La Llengua û vê agahiya balkêş da:

Ji nîvê zêdetir welatiyên li Barselonayê bi katalanî naaxivin. Dema kesekî bi spanyolî biaxive 82.4 % katalanîaxêv bersivê bi îspanyolî didin.

Zimanzanê katalan got, ev rêje li seranserê Katalonyayê 76.5 ji sedî ye û lewma jî rewşa heyî ji bo katalanî xetereyek e.

Pau Vidal da zanîn, duzimanî ne tenê mijareke rojane ya li kolanan e lê ji aliyê îdeojîk ve jî parastina wê tê kirin.

Duzimanî û teslîmiyet

Divê hûn katalanî biaxivin û ji bo parastina wê bilezînin. Dema hûn bikaribin vê bikin, encax ew dem hûn ji serdestiyê rizgar dibin û bi kesên spanyolî diaxivin re dibin wek hev.

Vidal di hevpeyvînê de rexne li duzimanî kir û sebebê berdewambûna duzimaniyê wiha îzeh kir:

Ji bo em rastî nakokî û dijberiyan neyên, em duzimaniyê didomînin. Ev, bi meseleya sînorkirina serbestiyê re eleqeder e. Em naxwazin biçin ser vê meseleyê ji ber ku ew me ditirsîne. Çawa ku em ji tankan, çoyên destên polêsan, ji şer, xwîn û şîdetê ditirsin, em ji şerê ziman jî ditirsin. Qebûlkirina hebûna du zimanan a di nava aştiyê de bo me hêsan e. Ev wekî sextekariyekê ye lê ji ber ku bi kêrî me tê, em baweriya xwe pê tînin. Em dîskûrsa teslîmiyetê didomînin. Bi gotineke din, ji bo di warê ziman de bêhizûrî û nakokî pêk neyên çi ji dest tê em dikin.

Hin gotinên balkêş ên zimanzan Vidal yên ji bo pêdiviya têkoşîna li hember duzimaniyê wiha bûn:

  • Divê hûn katalanî biaxivin û ji bo parastina wê bilezînin. Dema hûn bikaribin vê bikin, encax ew dem hûn ji serdestiyê rizgar dibin û bi kesên spanyolî diaxivin re dibin wek hev.
  • Eger kesên bi katalanî diaxivin dixwazin zimanê wan bibe zimanê normal ê jiyanê, divê derbasî qonaxa duyemîn bin û bi îspanyolî neaxivin.
  • Eger hûn dixwazin dawî li vê heqareta li hember katalanî bînin, divê hedefa we serkeftin be û hûn biryara zimanê axaftinê bidin.

Kî ye Pau Vidal?

El bilinguisme mata (Duzimanî dikuje) di 2015’an de ji aliyê Pau Vidal ve hatiye nivîsandin.

Vidal, fîlolog û wergêrekî katalan e ku di heman demê de di malpera VilaWebê de dinivîsê.

Zimanzan bi pirtûka xwe ya bi navê “El Bilinguisme Mata” (Duzimanî Dikuje) ku di 2015’an de nivîsandiye, hatiye naskirin.

Vidal duzimaniyê wekî qonaxa navîn a ku ber bi windabûna ziman diçe binav dike.

Fîlolog di xebatên xwe de îşaret bi xetereya kontakta ziman îspanyolî-katalanî dike û îdîa dike, ji ber vê, katalanî nikare bibe zimanê serdest ê Barselonayê.

——————–

Foto: Pau Vidal (Jêder: Vilaweb)

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …