Ziman

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên Neteweyî de nameyekê ji hukumeta brîtanî re şand. Ji Brîtanyayê hat daxwazkirin, çawa ku zimanên îrlandî, skotî û galî diparêze, zimanê kernewek jî bi vî awayî biparêze. Cornwall ji Brîtanyayê daxwaz kir, zimanê kornî (kernewek) …

Bêtir »

Li Valenciayê banga ji bo parastina ziman

 Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) bi daxuyaniyekê banga parastina ziman kir. Di daxuyanîyê  de çar pêşniyazqanûnên niha di rojeva parlamentoya herêmî de ne wekî êrişa li hemberê ziman, azadîya medyayê û civaka demokratîk hatin pênasekirin. Aktîvîstên ziman ên li Valenciayê ji bo parastina katalanî di nava tevgerê de ne. …

Bêtir »

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. Pîvana Wikipediayê ya ji bo amadekirina lîsteya zimanên ensîklopedîyê bi kar anî, hebûna 10,000 gotaran e. Zimanê katalanî serfiraziya xwe ya di platformên online de didomîne. Vê carê Wikipediayê nûçeyeke xweş ji bo serfirazîya katalanî …

Bêtir »

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. Di vê pêşnûmayê de tê dîyarkirin, heta sala 2050 wê % 50 yê zarokên li Welatê Galê bi zimanê galî bên perwerdekirin. Tevgera zimanê galî dixwaze heta vê salê % 100ê zarokan bên perwerdekirin. Cymdeithas …

Bêtir »

Frîzland dixwaze zimanê xwe biparêze

Herêma Frîzland (Fryslân) a li Holandayê bi rêûrêbazên zanistî dixwaze zimanê dayikê biparêze. Lêkolînerên sazîyên ziman wê di çarçoveya projeyekê de du salan di nava malbatan û ciwanên berzewac de xebatê bikin. Di dema lêkolînê de wê pêdiviyên malbatan ku dixwazin zarokên xwe bi zimanê frîzî mezin bikin, bên tespîtkirin. …

Bêtir »

Skotland butçeya saziya ziman kêm dike

Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî kêm bike. Aktîvîst di wê baweriyê de ne, biryara hukumeta Skotlandê wê bandoreke xerab li parastina ziman bike. Meseleya parastina zimanê galîkî bi biryareke hukumetê ket rojeva Skotlandê. Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî (Bòrd na …

Bêtir »

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket rojevê. Wezîra Perwerdeyê ya Îspanyayê Pilar Alegria got, “heta ku zimanê astûrî nebe zimanê fermî, ne pêkane bibe xwedî derfetên fermî yên ji bo parastinê.” Daxwaza fermîbûna ziman careke din li Asturyasê bilind dibe. Ev …

Bêtir »

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên çandî” pêşî li pêşketina îngilîzî bigire. Welatê Gal (Cymru) ji bo parastina zimanê xwe di nava hewldanan de ye. Hukumeta herêmî bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Pengava ji bo zimanê galî, bi …

Bêtir »

Mozambîk heye Kurdistan tune ye

Dîrektora-Giştî yê UNESCOyê Audrey Azoulayê di Roja Zimanê Dayikê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Giringiya perwerdeya bi zimanê dayikê peyama sereke ya vê daxuyaniyê bû. Azouleyê got, % 40 ji niştecîhên li seranserê cîhanê ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) …

Bêtir »

Aktîvîstên ziman ji bo bretonî meşiyan

Li Bretonyayê meşeke ji bo parastina zimanê dayikê hat lidarxistin. Pêşengiya çalakiyê ji aliyê tora zimanên dibistanên bretonî Diwan û çend rêxistinên din hat kirin. Ji ber sekna wê ya meseleya polîtîkaya ziman de rêvebiriya parêzgeha Côtes-d’Armorê hat protestokirin. Li Bretonyayê di 3ê sibatê de meşeke ji bo parastina zimanê …

Bêtir »