Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket rojevê.

Wezîra Perwerdeyê ya Îspanyayê Pilar Alegria got, “heta ku zimanê astûrî nebe zimanê fermî, ne pêkane bibe xwedî derfetên fermî yên ji bo parastinê.”

Daxwaza fermîbûna ziman careke din li Asturyasê bilind dibe.

Ev mijar piştî hevdîtina Wezîra Perwerdehîyê ya Îspanyayê Pilar Alegria ya bi hevkara xwe ya Asturyasê ket rojevê.

Pilar Alegria di hevdîtina bi Wezîra Perwerdehiyê ya Asturyasê Lydia Espinayê re got, “heta ku zimanê astûrî nebe zimanê fermî, ne pêkane bibe xwedî derfetên fermî yên ji bo parastinê.”

Wezîra Astûryasê Lydia Espinayê jî da zanîn, divê di qada perwerdehiyê de zêdetir pêşiya asturî bê vekirin.

Yek ji mijara hevdîtinê jî rewşa mamosteyên zimanê astûrî bûn.

Wezîr Espîna jî ji hemkara xwe ya îspanyol re got, divê şert û mercên mamosteyên zimanê asturî bên başkirin.

Aktîvîstên ziman çi daxwaz dikin?

Akademiya Zimanê Asturî ji bo rewşa asturî pênaseya “cihêxwaziya zimanî” bi kar tîne û bi armanca pêşîgirtina vê, fermîbûna ziman pêşniyaz dike.

Aktîvîstên zimanê astûrî di salên dawî de daxwaz dikin, asturî ligel îspanyolî bibe zimanê fermî yê Asturyasê.

Akademiya Zimanê Asturî (ALLA) jî destekê dide vê daxwaza di nava civakê de belav dibe.

ALLA ligel vê, li ser rewşa mamosteyên astûrî jî disekine û dide zanîn, 400 mamosteyên zimanê astûrî li gorî mamosteyên din xwedî derfetên kêm in.

Akademiya Zimanê Asturî ji bo rewşa astûrî pênaseya “cihêxwaziya zimanî” bi kar tîne û bi armanca pêşîgirtina vê, fermîbûna ziman pêşniyaz dike.

Hêjayî gotinê ye, ji ber çalakiyên tevgera zimanê asturî, di demên dawî de meseleya ziman dikeve rojeva Parlamentoya Asturyasê.

Parlamentoya herêmî roja çarşemê biryar dabû, di civîna xwe ya bê de Deklarasyona Bimenesê ya ji bo zimanê astûrî gotûbêj bike.

Deklerasyona Bimenesê di 20 sibatê de ji aliyê Konseya Tora Standartkirina Zimanî ve hatibû îmzekirin.

Di deklerasyonê de ji bo “wekheviya ziman” û fermîbûna zimanê astûrî hatibû kirin.

Asturyas herêmeke Îspanyayê ye

Astûryas di 1982’an de bû xwediyê statuya otonomiyê.

Zimanê fermî yê herêmê îspanyolî ye û 90 ji % yê civakî bi vî zimanî diaxivin.

Asturiyas herêmeke xweser a Îspanyayê ye ku nifûsa wê li derdora milyonekî ye.

Asturyas di 1982’an de bû xwediyê statuya otonomiyê.

Zimanê fermî yê herêmê îspanyolî ye û 90 ji % yê civakî bi vî zimanî diaxivin.

Zimanê astûrî di jiyana rojane de ji aliyê 100,000 kesî ve tê bikaranîn.

Ciyê Astûryasê ya li Îspanyayê

Nêzîkî nîvê civakê, asturî wekî zimanê duyemîn ê jiyanê bi kar tînin.

Asturî bi qanûna 1998an tê parastin û pêşiya bikaranîna wê ya di xizmetên gelemperî de tê vekirin.

Tevî vê jî, saziyên fermî piranî bi îspanyolî xebatên xwe dikin.

————————————

Foto:Hevdîtina wezîrên perwerdeyê yên Îspanya û Astûryasê/Wezareta Perwerdehiyê ya Asturyasê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …