Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin.

Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên çandî” pêşî li pêşketina îngilîzî bigire.

Welatê Gal (Cymru) ji bo parastina zimanê xwe di nava hewldanan de ye.

Hukumeta herêmî bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin.

Pengava ji bo zimanê galî, bi daxuyaniya Wezîrê Perwerdehî û Zimanê Galî Jeremy Miles ve hat dest pê kir.

Miles di axaftina xwe ya di 1ê adarê de wiha axivî:

“Mirov bi rihetî dikare bibe sefîrê çandî. Ev, rêbazeke kêrhatî ye ji bo destek û teşwîqa zimanê galî. Sefîrên çandî wê ji bo întegrasyonê alîkariya mirovan bikin, kesên nûhatî pêşwazî bikin û hayjêbûna derbarê mîrate û çanda me de bilind bikin.”

Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên çandî” pêşî li pêşketina îngilîzî bigire.

Ji “sefîrê çandî” tê daxwazkirin, li ku derê derfet hebe li wir torên (network) mirovan ên bi zimanê galî biaxivin, ava bikin.

Hem şexs û hem jî şîrket wê bikaribin sertîfîkayên ji bo sefîrên çandî ji hukumeta Galê werbigirin.

Yek ji armancên giring ê vê pengavê pêşîgirtina hejmara nişteciyên bi zimanê galî diaxivin.

Li Welatê Galê kesên îngilîzîaxêf roj bi roj zêdetir xaniyan dikirin û ev jî dibe sebeba kêmbûna axeverên galî.

Lewma jî hukumeta Galê hewl dide kesên emlakfiroş (xanîfiroş) di vê meseleyê de bi wê re hevkariyê bikin.

Parazvanên zimanê galî polîtîkaya hukumetê ya ji hewldanên dilxwaz ên parastina ziman pêk tê rexne dikin.

Aktîvîstên galî ji hukumetê daxwaz dikin, kirîna xaniyan bi krîtera zanîna galî ve girê bide û ji bo vê qanûnekê qebûl bike.

Li gorî serjimara 2021an, % 17.8 ji welatiyên galî dikarin bi zimanê galî biaxivin.

Rêjeya axaftina galî di sala 2011an de % 19 bû.

Loma jî li Welatê Galê parastina ziman meseleyeke sereke ya neteweyî ye.

Gal herêmeke otonom e

Li Welatê Galê ligel îngilîzî zimanê galî xwedî statuya fermî ye.

Li derdora nîv milyon welatî bi zimanê galî diaxivin.

Welatê Gal herêmeke otonom a bi ser Brîtanyayê ve ye.

Ciyê Welatê Galê di nexşeya Brîtanyayê de

Nifûsa Galê di ser 3 milyonî re ye û paytexta wê Cardif e.

Li Welatê Galê ligel îngilîzî zimanê galî xwedî statuya fermî ye.

Li derdora nîv milyon welatî bi zimanê galî diaxivin.

Brîtanya di 1999’an de bi awayekî fermî otonomiya Galê nas kir.

——————————

Foto: Wezîrê Perwerde û Zimanê Galî Jeremy Miles/Hukumeta Galê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …