Yildiz Çakar/Arşîva şexsî ya nivîskar

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha

Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro li ber min, erebeyek Toros sekinî, du kes jê daketin û bera serê hesinkar dan. Dikana hesinkar û qehwexaneyek zilamên ku li ser lingan sekinandî… Weke bîranînekê û ku bû çîroka romanê her dem bandor li ser min çêdike. Da ku ew roj û bûyer neyên jibîrkirin, ji bo min romaneke giring e…

Eger em li dîroka jinên nivîskar binêrin em ê rewşa jinên nivîskar ên îro baştir fam bikin. Ji bo jinan di hemû qadên jiyanê de astengî, înkar, êrîş hene. Helbet di qada wêje û hunerê de ev bêhtir xûya dike.

Hemû rêyen ku îro tê re derbas dibim, têgehên bi vî rêngî tîne dike nava jiyana min, nava hunera min. Ji bo rizgariya ji van têgehan, rizgariya jiyana welatê min pêwist e. Ji ber ku me serdema xwe ya ku weke netew temam nekiriye. Hîn hevgirtineke me tune ye. Hîn em di nava sinorên xwe de bi bêminetiya warê xwe şa nebû ne.

Nivîskar Yıldız Çakar neh pirtûk nivîsandine. Ji van pirtûkên wê heyşt ji wan berhemên wêjeyî ne. Çakar nivîskareka kurd a sînorên Kurdistanê derbas kirîye û di qada navneteweyî de bi hevok û gotinên xwe hevingên wêjeyê dihûne û bûye peyambera qelemek qedîm ya gelê xwe. Li gel nivîskariya helbest û romanê, Çakar di van salên dawî de lîstikên şano jî dinivisîne. Lîstikên bi navê “Çavê Winda, Bîra Miriyan, Sirgunî û Mohra Reş” jî ji wan lîstikên wê ne ku ji bo şanoya Maxîm Gorkî, RSCê (Şanoya Kralîyetê ya Shakespeare) û şanoyên din hatine nivîsandin.

Wekî Infowelat, em bi Yildiz Çakar re li ser huner û berhemên wê, rewşa zimanê kurdî û  xewn û xeyalên wê peyivîn.

Yildiz  me hûn wek helbestvan û romanûs nas kir, lê bi taybetî di van salên dawiyê de ji bo hin şanoyên navneteweyî hûn çîrokên şanoyê jî dinivisînin. Cûdatiya di navbera nivîsa roman û lîstikê de çiye û çima  lîstikên şanoyê?

Heta mirov nekeve cihana şanoyê mirov zindîbûna wê, cûdabûna wê baş nabîne. Bo min jî wiha bû.  Du sal bi şanoger û rejîsorên dinyayê re xebitîm. Beşdarê laboratuvara dramayê ya navnetewî bûm. Di destpêkê de min çar-pênc metnên şanoyê nivîsand in, wek ceribandinê. Heta ku min ji xwe re rê û rêbazek çêkir, bo ku bikaribim wiha berdewam bikim. Ji ber ku ferqek mezin di navbera şano û romanê de heye. Şano peyvên zêde qebûl nake, te çi gotibe divê tu nîşan bidî. Ji ber ku şano dîtbarî ye, dîrekt e. Keseke xwendin û nivîsandinê jî nizanibe dikare were temaşe bike. Bandora wê li ser mirovan pir zêde ye, ji ber ku şano alavan di navbera xwe û temaşevan-guhdarvanan de radike. Tu û çîroka şanoyê bêyî ku astengiyek bijîn, dijîn. Di romanê de her çiqas qada te firehtir e jî, ji bo ku tu xwe bera nav çîrokê bidî divê tu hin amûran bi kar bînî. Ewil divê tu bixwînî. Herçiqas di vir de jî dîtbariyek çêbe, karekter an jî lîstikvan li gor famkirina te, li gor xewn û xeyalên te şikil digre. Hêdîye ev tevger. Ji ber ku hem lîstikvan, hem rejîsor hem çîrok hemû ji aliyê te ve tê çêkirin di hiş de. Loma jî hem roman hem jî şano her du jî bûn parçeyeke jiyana min. Vê gavê behtir li ser dramaya helbestî dixebitim. Yek ji van metnan min qedand û niha li ber destê rejîsorekî ye.

Yildiz Çakar

Di berhemên we de li gel gelek têgehan hinek têgehên sereke yê mirov li dora xwe doj dikin hene. Yek ji wan “rê û rêwîtî ye” ku herî bala mirov dikşîne. An bi awayekî din, “Rê û rêwitî” di berhemên we de cihekî xwe yê girîng heye, çima gelo?

Di vê sedsalê dawîn a dîroka kurdan de du têgehên sereke hene ku yek ji wan koçkirin û ya din jî sirgunî ye. Her çiqas nûanseke girîng di navbera  wan de hebe jî wateya wan weke hev e. Dema em bala xwe didin serhildan û berxwedanên kurdan em dibînin gelek eşîr hatine parçe kirin û gelek malbat hatine belav kirin. Çi were aqilê we hema hema hemû jî hatine serê kurdan. Kurd mecbûr mane berê xwe dane xerîbîyê. Her çiqas hinek di nava sinorên welat d mabin jî, hinek ji wan li derveyê sinoran e. Lê têgeha koçkirin û sirguniyê bi çi awayê dibe bila bibe dema “ji mal derket û pê ve” dest pê dike.

Mirovên ji “mal” derket û pê ve, pirtir birîndar dibin, pirtir parçe dibin, pirtir winda dibin. Bandora bêwarbûnê pir li ser min heye. Dema li dinyayê dinêrim û dibinim ku ên weke me li welatê xwe, di bin banê dewleta xwe de tenê xema tiştên gelek xezayî dikin û dijîn, xemên me yên ku li ber çavê dinyayê nayên dîtin, di çav û dilê me de hinekî din jî barê xwe giran dike.

Loma jî di nivîs û hunera me de koçkirin ciheke xwe yê mezin heye. Herçiqas carinan hin niqaşên gelek ecêb di vê qadê de werin kirin jî, rastiyeke me heye, ew jî em nivîskar û hunermendên serdema xwe ne. Em ê çawa çavên xwe ji vê zemanê re bigrin. Di nivîsên min de, di helbestên min de cihê vê xembarî yê mezin e. Çiqas bixwazim wê qada êşê biçûk bikim jî, ev zemanê ku em têde ne wê her mezin dike. Sê tegehên sereke heye di xebatên min de. Mirin, sirgunî, feqîrî… Her çiqas ev her sê têgeh di nivîsên min de ber bi çav be jî, pirs berê min her dide “hebûnparêzî” yê.

Hemû rêyen ku îro tê re derbas dibim, têgehên bi vî rêngî tîne dike nava jiyana min, nava hunera min. Bo rizgariya ji van têgehan, rizgariya jiyana welatê min pêwist e.  Ji ber ku me serdema xwe ya ku weke netew temam nekiriye. Hîn hevgirtineke me tune ye. Hîn em di nava sinorên xwe de bi bêminetiya warê xwe şa nebûne. Loma jî em van têgahana ji nivîsa xwe derbixin jî, wê van têgehan ji aliyê mekanên xwe, zemanê xwe û bûyerên xwe ve li cîyê xwe bimînin…

Di cîhaneke ku hişmendiya baviksalarîyê tê de serdest e, “jinbûn” her tim bi dijwarîyê re rûbirû maye. Gelo di huner û wêjeyê de “jinbûn” di çi rewşê de ye?

Ev Rê Naçe Bihuştê-2019/ Weşanxaneya Lîsê

Eger em li dîroka jinên nivîskar binêrin em ê rewşa jinên nivîskar ên îro baştir fam bikin. Ji bo jinan di hemû qadên jiyanê de astengî, înkar, êrîş hene. Helbet qada wêje û hunerê de ev bêhtir xûya dike.

Piştî avabûna dewletan û destguhertina hilberînê jinê di malan de kir girtîyekê. Ev asêbûn weke xeleka zincîran ket destê mêran. Îktîdareke xwe feraseta baviksalar xwe di her derê jiyanê de ava kir. Bo hêz û vîna jînê careke din xwe komî ser hev neke û venegere cihê xwe yê heq, gelek meselok, çîrok, gotinên olî, zagon û hwd li hember jinê hat ava kirin. Îcar bi sedansal in hin jin roja xwe dane ser eniya xwe û zincirên koletiyê şikandine, gelek berdel dane. Rê vekirine. Îro roj li ser vê doza ku bi berdêl hatiye avakirin em jî dixwazin rê firehtir, ronîtir û heqtir bikin. Em dinivîsin, diafirînin, çêdikin ji peyvan, fikran, hestan. Îcar di vê qada baviksalar ku hertiştê wê bi jiber tê çêkirin, gotina bi dengê berz ê jineke wê jê re pir xerabî û êrîşan bîne. Ji ber ku îktîdara baviksalar dixwaze biryar bidin ka wê kî bikaribe di vê qadê de hespê xwe bibezîne, gotina xwe bike. Ger jinek ji derveyê îktîdara baviksalar gotina xwe bike û ev gotin li hember hemû ezberan be, divê ew jinên nivîskar û hunermend ji xwe re wiha bibêjin;  “qedera te wê ji jinên nivîskar û hunermend yên ji dîrokê ne cûda be”.

Belkî ev xal jinan pirtir motîve bike, wan ji rêya wan neke. Îro roj hîn jî jin bi navê mêran dinivîsin û xeleka peşdaraz û êrîşan heta radeyekê dişkinin. Weke minak nivîskara romana “Der Ruf des Kuckuks” (J.K.Rowling) jinek e. Lê dema vê romana xwe dide weşanxanê edîtorê weşanxanê dibêje eger em navê nivîskar binivîsin wê pêşdaraz were xwendin û wê ev romana xweş were binax kirin. Li ser vê yekê biryar didin bi navê mêrek pirtûkê çap dikin. Helbet ez ê qala Charlotte Bronte, Emily Bronte û Anne Bronte, George Eliot (Mary Anne Evans), Louisa May Alcott, nekim ku ka bo çi bi navê mêran nivîsandine…

Ji bo hemû jinên dinyayê jiyan dijwar e, lê ya me du qat dijwartir e. Ji ber ku hem em li ser axa xwe ne azad in û hem jî zimanê me qedexe ye. Û zagoneke ku me ji hemû xerabiyên baviksalar biparêze tune ye. Loma jî jinên nivîskar kêm in. Ji aliyê aborî, perwerdehî û siyasî ve ji jinan re derfet lazim in. Mixabin heta îro ji bo kar û barên nivîskariya min tu saziyek piştgiriya min nekirine. Helbet lomeyan jî nakim. Ji ber ku heta cihek dikarim fam bikim ku rewşa welatê me di çi halê de ye. Ez dikarim fam bikim sazî û dezgehên me di nava çi şert û mercên zehmet de ne. Xwezî bi dehan sazî, weqf, komele hebûna ku weke li gelek welatên dinyayê pêk tê, bi tenê piştgirîya nivîskar û hunermendên xwe kiribana. Ji ber ku bandora wêje û hunerê ji ya siyasetê pirtir e. Ji bo vê jî desteka sazî û dezgeyan lazim e.

Di van demên dawî de ji bo xwedîderketina zimanê kurdî, di raya giştî de hesasiyetek xurt derketiye pêş. Di derheqê vê mijarê de hûn çi difikirin û li gor we ji bo parastina ziman hewceye çi bê kirin?

Gerîneka Guernicayê-2015/Weşanxaneya Lîsê

Di vê çil salên dawî de rêxistinên kurdan ji çand û hunerê bêhtir giraniya xwe dan qada siyasî. Tevî ku hin saziyên mezin ên çand û ziman hatibin avakirin jî rewş wiha ye. Dema em li vê pêvajoyê dinêrin, zimanê kurdî weke sembol di qadan de dihat bikaranîn. Bi “rojbaş”an destpê dikir û bi “xatirê we” diqediya. Lê ev neh-deh salên dawî de hişmendiyeke ji bo zimanê kurdî çêbûye. Lê dînamîzma di karûbarên kurdî de encax heta astekê dikare pêk were. Sebeba vê yekê jî tunebûna perwerdahiya bi zimanê dayikî ye. Siyaseta kurdan, hemû sazî û dezgeyên kurdan bi kurdî karên xwe bimeşînin jî, ev çerx domdar nabe. Ji bo ziman çerxeke domdar a jiyanê pêwiste. Zarokên divê bi zimanê dayikê perwerde bibin da ku xewn û xeyalên xwe li ser himê ziman ava bikin. Îro roj em di malên xwe de bi peyvên gelek hindik bi zarokên xwe re di jiyana rojane de dipeyivin. Ev heta cihekî nabe “zimanê dayikê”. Çima nabe? Ji ber ku zarok bi kijan zimanî karaktera xwe ava bike, bi kîjan zimanî bixwîne, binivîse û pê kar bike, ew ziman dikeve dewsa zimanê dayikî. Her ku îro gelek ziman li ber zimanên global di xetereyê de bin jî, rewşa me hîn bêtir awarte ye. Zarokek ji dibistana seretayî heta bibe xwedî pîşe û jiyana xwe ya aborî bi wê zimanî qezenç neke, çerxa zimanê kurdî wê domdar nebe. Ger zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê, wê welateke me jixweber çêbe. Zimanê mirov welatê mirov e. Em hemû nivco ne. Ji ber ku em nikarin jiyaneke kurdewar bi temamî bidin zarokên xwe, bidin nifşên nûh. Piştî perwedehiya zimanê serdest, zarok li mal li dora çendsed peyvan diçin û tên. Em xwe li ser vê axaftina rojane pênase dikin. Zimanê dayikê ne ev e. Weke minakeke biçûk; di dema pandemiya koronayê de gelek welat peyvên nû çêkirin. Peyvên nû ziman mezin dike, qada wê fireh dike. Lê dev ji çêkirina peyvên nû berde, em ketine dû peyvên ku hatine binax kirin -bo ku winda nebin, an jî windabûbin jî em bikaribin wan ji nû ve zindî bikin. Meseleya ziman encax bi zimanê fermî û bi perwerdehîyê dikare çareser bibe..

Heta niha we 9 pirtûk nivîsand in. Ji wan pirtûkan (Gerineka Guernicayê, Ev Rê Naçe Bihuştê, Hangar Fünf-Deriyê Wenda) roman in. Ez dixwazim di derheqê romanên we de pirsekê ji we bikim. Romana we ya herî zêde bandor li ser we kirîye kîjan e?

Hema hema hemû bandor li min kirine. Dema min Gerîneka Guernicayê nivîsand, salên 90î li taxa me û li bajarê me çi bûyerên kontrayan qewîmîbûn hemû yeko yeko hatin li ber min sekînin. Diviya bû min ew weke rojnivîskeka  taxa xwe binivîsanda. Her çiqas min romaneke li dijî romanên klasik nivîsandibe jî, herçiqas min teknîkek cûda ya sêwirandinê bikar anîbe jî, dawîya dawî çîrokên tê de çîrokên serdemeke me ya kurdan e û hema hema hatiye serê me gişan. Bi taybetî, sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro li ber min, erebeyek Toros sekinî, du kes jê daketin û bera serê hesinkar dan. Dikana hesinkar û qehwexaneyek zilamên ku li ser lingan sekinandî… Weke bîranînekê û ku bû çîroka romanê her dem bandor li ser min çêdike. Da ku ew roj û bûyer neyên jibîrkirin, ji bo min romaneke giring e… Hem ji aliyê mekanê, hem ji aliyê zeman, weke şahidek e. Lê ya herî bi bandor “Ev Rê Naçe Bihuştê” ye. Ji ber ku tiştên hatine serê Şemsîxanê, bi rojan ez girîyabûm û min xwe pir bêçare hîs kiribû. Tevî ku Şemsîxan dawî rêyek ji xwe re peyda dike û azad dibe jî, xemginiya wê, bêçaretiya wê hîn jî li cem min pir zindîye. Ji ber ku gotinên Şemsîxan min xemgîn kir in. Ger aramiyeke min a biçûk hebûna jî wê parçe parçe kir. Loma jî hinek roman ji bo aramîya mirov xera bikin, hene. Ji yek sedema hunerê jî qey ev e.

Wekî pirsa dawî, niha çi xebat li ber destê we hene û ji bo paşerojê wek nivîskarekê xewn û xeyalên we çi ne?

Wekî her kurdekî, xewn û xeyaleke min heye di dil de. Di bin ezmaneke heşîn de, bi aram, li deşt û çiyayên welat bikaribim kon vekim, xweşikiya mekan di zemanê xwe yê winda de li hebûna xwe vegerinim, ji bo birînên bêqalik.  Pir in xwestekên min ji bo axa welat.

Niha xwendina romana dawîn “xeyalfiroş” dikim da ku wê bişînim weşanxaneyê. Û li ser hin mijarên taybet weke “alavên malê, mulkiyet, îktidar û jin” xwendinan dixwazim bikim. Vê biharê heta havînê ez ê tenê bixwînim.

Fotoyê sereke: Yildiz Çakar/Arşîva şexsî ya nivîskar

——————————————-

Kî ye Yildiz Çakar?

Di sala 1978an de li Amedê ji dayîk bû. Di 2004an de pirtûka wê ya helbestê hat çapkirin. Çakar ji Şanoya Kraliyetê ya Shakespeare monologek û ji bo Şanoya Maxîm Gorkî şanoyek nivîsand. Lîstika bi navê “Çavê Winda” bi îngîlîzî, lîstika bi navê “Bîra Mirîyan” bi erebî, îngîlîzî û elmanî hatin wergerandin. Ji Theater Münchenê re ceribînek nivîsand û di nava bernameya romana Lion Feuchtwanger de bi navê “Wartesaal” de cih girt. Ev ceribîn bi almanî ji aliyê Theater Münchenê ve hat çap kirin. Nivîskar ji bo şanoya Theatre Eastnbullê  monologa bi navê “mohra reş” nivîsand. Ev berhem bi tirkî û bi îngîlîzî hat  wergerandin û li festiwala navneteweyî ya Atînayê xelata “metna orjînal ya herî baş” wergirt.  Nivîskar du caran ji Senatoya Berlînê xelata  “Ji bilî wêjeya elmanî” wergirt. Çakar heta niha neh pirtûk nivîsandine ku heşt ji wan berhemên edebî ne. Helbest û çîrokên wê bi tirkî, erebî, elmanî û îngîlîzî hatine wergerandin.

Derbarê Ronî Riha

Ronî Riha rojnamevan û nivîskarekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Riha demeke dirêj li Swîsreyî nûçegîhaniya Stêrk TV kir. Nivîsên rojnamevan di çapemeniya Swîsrî de jî tên weşandin. Riha di heman demê de xwediyê du pirtûkên bi navê Loristan û Savaş Duvaklari ye.

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …