Li Fransayê daxwaza wekheviya zimanan

Dewleta fransî ji ber helwesta wê ya li hember zimanên “herêmî” hat protestokirin.

Bi dehan xwendekarên lîseyê yên ji Bretonya, Korsîka, Alsas, Moselle, Oksîtanya û bakurê Baskê tevlî çalakiyê bûn.

Ji Fransayê hat daxwaz kirin, xala 2. a destûra bingehîn biguherîne û têra xwe fon ji bo perwerdeya zimanan terxan bike.

Li Fransayê protestoyeka ji bo zimanên ku ji aliyê sîstemê ve wekî “herêmî” tên pênasekirin, hat lidarxistin.

Ciyê vê çalakiyê pêşiya Wezareta Perwerdeyê ya Fransayê bû.

Çalakî li ser banga saziya Pour Que Vivent Nos Langues ve hat lidarxistin.

Bi dehan xwendekarên lîseyê yên ji Bretonya, Korsîka, Alsas, Moselle, Oksîtanya û bakurê Baskê tevlî çalakiyê bûn.

Beşdariya herî zêde bi 20 xwendekaran ji dibistanên duzimanî yên Bretonyayê pêk hat.

Hin ji çalakgeran, ji bo protestokirina helwesta dewletê devên xwe bi alên fransî girtin.

Çalakgerên xwendekar ji Fransayê daxwaz kirin, xala 2. a destûra bingehîn biguherîne û têra xwe fon ji bo perwerdeya zimanan terxan bike.

Xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê fransî wekî zimanê komarê pênase dike û rê li ber pêşketina zimanên din digire.

Wekîlên Parlamentoya Fransayê Paul Molac jî bi tevlî vê çalakiyê bû.

20 zimanên “herêmî”

Zimanên li herêmên Fransayê tên axaftin.

Li Fransayê ji bilî fransî li derdora 20 zimanên “herêmî” tên axaftin.

Li herêmên wekî Bretonya, Korsîka, bakurê Baskê û Alsacê li hin dibistanan perwerdeya zimanê dayikê tên dayîn.

Lêbelê aktîvîstên ziman vê têr nabînin û herî zêde li van herêman daxwaza perwerdeya bi zimanên dayikê dikin.

Infowelat

——————————-

Foto: Çalakiya aktîvîstên ziman a li Parisê. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal dikare bibe xwedî mîlyonek axêverên ziman?

Gelo Welatê Galê wê bikaribe heta sala 2050î hejmara kesên bi zimanê dayîkê diaxivin bike …