Valencia ji bo katalanî meşiya

Li herêmên Valencia û Murciayê yên li rojhilatê Îspanyayê çalakiyên ji bo zimanê valensî hatin lidarxistin.

Di çalakiyên li bajarên Valencia, Castello de la Plana, Alicante û Gandiayê daxwaza parastina zimanê valensî hat kirin.

Di daxuyaniyan de bang li hukumet rastgir a Valenciayê hat kirin, “mafên ziman ên welatiyan misoger bike”.

Li herêmên Valencia û Murciayê yên li rojhilatê Îspanyayê çalakiyên ji bo zimanê valensî hatin lidarxistin.

Çalakiyên hemwext, li ser banga saziya Çalakiya Çandî ya Welatê Valenciayê (ACPV) ve hat pêk hatin.

Di çalakiyên li bajarên Valencia, Castello de la Plana, Alicante û Gandiayê daxwaza parastina zimanê valensî hat kirin.

Bi sedan aktîvîstên ziman ên tevlî çalakiyan bûn, reforma qanûna pirzimaniyê protesto kirin.

Nivîskar Tomas Llopis di çalakiya Valenciayê de daxuyaniya aktîvîstên ziman xwend.

Di daxuyaniyê de bang li hukumet rastgir a Valenciayê hat kirin, “mafên ziman ên welatiyan misoger bike”.

Herwiha, di daxuyaniyê de bal hat kişandin, reforma qanûna pirzimanîyê wê pêdiviya zanîna valensî ya ji bo  mamosteyên konservatûara muzîkê û hîndekariya meslekî ji holê rake.

Yek ji kiryarên hukumeta herêmî ya rastî reaksiyonên parazvanên ziman tê, polîtîkaya hukumetê ya ji bo akademiyên ziman e.

Hukumeta PP û VOXê Akademiya Çandê ya Valensiyayê muxatab qebûl dike.

Ev akademî qebûl nake ku valensî di eslê xwe de zimanê katalanî ye û lewma jî rastî reaksiyonên tevgera katalanî tê.

Parazvanên ziman diyar dikin, li gorî qanûna otonomiyê ya 1982an divê hukumet divê Akademiya Zimanê Valensî muxatab qebûl bike

Herêma Valenciayê

Nifûsa herêmê 5 milyon e û piraniya nifûsê bi îspanyolî diaxivin.

% 27ê welatiyên li vê herêmê bi valensî/katalanî diaxivin.

Zaravayên katalanî/Wikipedia

Valencia herêmeke otonom a Îspanyayê ku cîranê Katalonyayê ye.

Nifûsa herêmê 5 milyon e û piraniya nifûsê bi îspanyolî diaxivin.

% 27ê welatiyên li vê herêmê bi valensî/katalanî diaxivin.

Îspanyolî û valensî li herêmê zimanên fermî ne.

Hukumeta herêmî hebûna katalanî qebûl nake û ziman wekî valencià/valenciano pênase dike.

Infowelat

——————————

Foto: Dîmeneke ji çalakiyên ji bo valensî/X.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …