Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên Neteweyî de nameyekê ji hukumeta brîtanî re şand.

Ji Brîtanyayê hat daxwazkirin, çawa ku zimanên îrlandî, skotî û galî diparêze, zimanê kernewek jî bi vî awayî biparêze.

Cornwall ji Brîtanyayê daxwaz kir, zimanê kornî (kernewek) wekî zimanên din ên li nava sînorê xwe biparêze.

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên Neteweyî de nameyekê ji hukumeta brîtanî re şand.

Name ji aliyê 87 endamên konseyê ku 5 komên sîyasî temsîl dikirin ve hat îmzekirin.

Di nameyê de ji Brîtanyayê hat daxwazkirin, çawa ku zimanên îrlandî, skotî û galî diparêze, zimanê kernewek jî bi vî awayî biparêze.

Linda Taylor. Lîdera Konseya Cornwallê

Lîderên komên sîyasî di nameyê de dan zanîn, kernewek tekane zimanê li Brîtanya yê ye ku feydeyê  ji parastina Beşa III (Xalên 8-14) nabîne.

Lîdera Konseya Cornwallê Linda Taylor jî di salvegera naskirina ziman de axivî û giringiya ziman wiha îzeh kir:

“Zimanê me parçeyeka giring a nasnameya me ya çandî ye û divê em wê ji bo nifşên bê biparêzin.”

Cornwall û zimanê kernewek

Brîtanya di 2014an de bi awayekî fermî kernewek wekî zimanê kêmareka neteweyî nas kir.

Niha kernewek di nava “zimanê bi bin xetereya dijwar de” hatîye bicîkirin.

Li parêzgeha Cornwallê ji 8,000î zêdetir xwendekar fêrî zimanê kernewek dibin.

Cornwall (Kernow) parêzgeheke  li başûrê Brîtanyayê ye nifûsa wê 566,000 e.

Brîtanya di 2014an de bi awayekî fermî kernewek wekî zimanê kêmareka neteweyî nas kir.

Kernewek zimanekî kelt e ku heta sedsala 12. li beşeke mezin a Brîtanyayê hatiye bikaranîn.

Ziman di dawîya sedsala 18. de ji holê rabûye û heta sedsala 21. wekî zimanekî mirî hatîye qebûl kirin.

Nexşeya deverên bi ser Cornwallê ve. /Cornwalleng.com/

Di van salên dawî de ji bo vejandina ziman hewldanên mezin hatine kirin û UNESCO vî zimanî ji lîsteya “zimanê mirî” derxistî ye.

Niha kernewek di nava “zimanê bi bin xetereya dijwar de” hatîye bicîkirin.

Li parêzgeha Cornwallê ji 8,000î zêdetir xwendekar fêrî zimanê kernewek dibin.

Kernewek zimanê yekemîn ê 500 kesî yên li vê parêzgehê ne û 3,000 kes jî bi vî zimanî dizanin.

————————————

Foto: Ala Cornwallê (Kernow)

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 6. a LEWergerê hat weşandin

Kovara wergerê LEWerger ji 4 mehan carekê tê weşandin. Kovar 64 rûpel in û tê …