Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku ew bi katalanî dizanin.

Bi heman qanûnê wê Desteya Kordînasyonê ya Ziman û Konseya Neteweyî jî bê damezrandin.

Tê ragihand pêşniyazqanûn wê bandorê li 3,000 kesên bîyanî bike.

Andorra naveroka pêşnûmaya ji bo parastina katalanî berfireh kir.

Bi pêşnûmaya nû ji bo hemû destûrên derbarê mafên welatîbûnê de zanîna katalanî tê ferzkirin.

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku ew bi katalanî dizanin.

Bi vê qanûnê, kesên dixwazin bibin welatî an jî destûra welatîbûnê dirêj bikin divê 30 saet bi katalanî perwerde bibin û bibin xwedîyê serfîfîkaya A1.

Piştî 3 salan heman kes îcar divê bibin xwedîyê sertîfîkaya A2.

Bi dûv erêkirinê re wê pêşniyazqanûn di 26ê nîsana 2026an de têkeve merîyetê.

Ji pêşnûmaya berê berfirehtir e

Di pêşnûmaya berê de zanîna katalanî ji bo welatîbûna karsaz, kesên çalakiyên spor, çand û zanistê li dar dixin nedihat ferzkirin.

Qanûna Zimanê Fermî yê katalanî bi naveroka xwe ya dawî ji pêşnûmaya berî niha hatibû amadekirin berfirehtir e.

Di pêşnûmaya berê de zanîna katalanî ji bo welatîbûna karsaz, kesên çalakiyên spor, çand û zanistê li dar dixin nedihat ferzkirin.

Piranîya derdorên navborî bi îspanyolî diaxivin û naxwazin fêrî katalanî bibin.

Loma pêşnûmaya dawî ya qanûnê wekî derbeyekê li hemberê vê networka îspanyolî tê qebûlkirin.

Bi heman qanûnê wê Desteya Kordînasyonê ya Ziman û Konseya Neteweyî jî bê damezrandin.

Sazîya nû wê berpirsê meşandina qanûna ziman be.

Tê ragihand pêşniyazqanûn wê bandorê li 3,000 kesên bîyanî bike.

Andora û zimanê katalanî

Andora welatekî biçûk a çîyayî ye ku di navbera Fransa û Îspanyayê de ye.

Katalanî zimanê  % 44.1ê nifûsa di ser temenê 14 salî re ye.

Îspanyolî zimanê % 40.3ê  yê heman koma nifûsê ye.

Andora welatekî biçûk a çîyayî ye ku di navbera Fransa û Îspanyayê de ye.

Welat ji aliyê siyasî ve xwedî rejîmeka prensî ya parlementer e.

Serokomarê Fransayê û Mezinê Olî yê Urgellê yê Katalonyayê prensên Andorrayê tên qebûlkirin.

Ji aliyê dîrokî û fermî ve zimanê Andorayê Katalanî ye.

Nifûsa Andorayê 80.000 e û piranîya civakê bi katalanî û îspanyolî diaxivin.

Nexşeya Andora û cîranên wê/Wikipedia

Katalanî zimanê  % 44.1ê nifûsa di ser temenê 14 salî re ye.

Îspanyolî zimanê % 40.3ê  yê heman koma nifûsê ye.

% 63.7 civakê diyar dikin, ew herî zêde katalanî bi kar tînin.

Foto: Consell General Pricipat d’Andorra (Parlamentoya Andorayê)

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …