Hevpeyvîn: Necat Ayaz
Paul Bilbao Sarria aktîvîstekî naskirî ye ku di 30 salên dawî de di qada zindîkirina zimanê baskî de xebatê kirîye. Ew yek ji beşdarê Sempozyûma Perwerdehîya Zimanê Dayikê bû ku di 2014an de li Amedê hat lidarxistin. Sarria ji deh salan zêdetir wekî Sekreterê Giştî yê Konseya Civakî ya Zimanê Baskî xebatê kir. Me bi mebesta hin mijarên nîqaşbar ên di qada têkoşîna zimanê kurdî de bi Sarria re bi alikariya rêya ku tecrubeya Baskê li ber me vekiriye, hevpeyvînekê kir.
Çalakvanên zimanê kurdî di van bîst salên dawî de têkiliya navbera polîtîkayê û çalakvaniya zimanî niqaş dikin. Li gor hin çalakvanan, hewldanên têkçûyî yên di bin sîvana siyasetê de bûne delîl ku divê qada çalakvaniyê ji siyasetê cuda û serbixwe be. Ji hêla din ve, komeke din a çalakvanan jî xwedî vê baweriyê ne ku piştgiriya bihêz a siyasetê nebe tevgera zimanî bi ser nakeve. Wekî rêveberekî berê yê tevgera zimanê baskî, hûn dixwazin derbarê wan her du helwestên dijber de çi bibêjin?
Hemî hewldanên vejandina zimanî pêvajoyên sosyopolîtîk in. Mebesta min ew e ku divê çalakiyên wiha xwedî piştgiriya civakî bin û siyaseteke wan a zimanî hebe, an ku divê xwedî hêzeke siyasî bin. Li gor nêrîna min, tevgera ziman divê ji partîyên siyasî serbixwe be. Rast e, di rewşeke wiha de nakokiyên navbera tevgera civakî û tevgera siyasî jî dê bibe kêşeyeke din. Dema mirov bi vî awayî lê binêre, têkiliyeke ron û zelal, xebat û dahûrînên hevpar bêtir giring dibin … Lê bi baweriya min, divê tevgera civakî bi têra xwe xweser be da ku bikaribe pêşniyazan bike û rexneyên xwe pêşkêş bike. Vêca, peyva sereke ya ku têkiliya tevgera civakî û tevgera siyasî rave bike hevkarî ye.
Tevgera Kurd tu carî tekoşîna zimanî nekir rojeva xwe ya sereke û kêşeya ziman wekî kêşeyeke piştî şoreşê dît. Kesayetên ku mekanîzmaya biryarstandinê kontrol dikin xwedî vê angaştê ne ku dema statuyeke Kurdistanê hebe û bi perwerdehiya kurdî kêşeya zimanî dê bi hêsanî çareser bibe. Eger ku hûn vê helwestê berawirdî azmûna baskê bikin, hûn ê ji elîtên me yên siyasî re çi bibêjin?
Bi baweriya min, divê em dêna xwe bidin pêvajoyên din ên vejandina ziman, û di mînaka Îrlandayê de em dibînin ku her çi qas ew li ser piraniya axa xwe xwedî desthilatî bin jî, wan kêşeya xwe ya zimanî hîn jî çareser nekirine. Bi nêrîna min ev helwesteke xeternak e. Lewma jî divê em ziman jî bixin nav dîskûrsa xwe ya şoreşgerî. Tekoşîna ji bo mafên zimanî divê bibe stûneka esasî di tekoşîna rizgariya neteweyî de. Bê guman, statuya Kurdistanê di vejandina zimanî de stûneka sereke ye, lê belê pêwîstî bi zêdetir tiştan heye. Ji ber vê çendê jî, daxwaza ji bo jîyana bi zimanê dayîkê divê ji îro de hebe. Divê rewşa heyî wekî binpêkirina mafê mirovî yê zimanî bê dîtin.
Rewşa îro ya ku zimanê me di nav de ye, wekî encama rasterast a polîtîkayên dewletê yên li herêma me ye, an ku ew encamên siyaseta dewletê ne ku civaka zimanî ya herêma me marjînalîze kiriye. Lewma jî, dema em di wateya siyasî de behsa pêşveçûnekê dikin, divê em bikaribin behsa mafên zimanî yên rasterast jî bikin ku rêzê li biryarên gelê herêmê nîşan dide û daxilbûna tu hêzeke derveyê qebûl nake. Helbet divê dîskûrsa zimanî jî daxilî dîskêrsa giştî be. Li gor min ne mimkun e ku mirov qala azadiya neteweyî bike eger ku mijara ziman li paş mabe.
Dewleta Tirkiyeyê di çarçoveya reformên Yekîtiya Ewrûpayê de di sala 2012an de destûra du saet dersên bijarî da. Siyaseta Kurd bi angaşta ku dê rêya mafê perwerdehiya bi ziman kurdî bigire ev reform red kir û boykoteke nebinavkirî meşand li dijî dersên bijarî yên li dibistanan. Ji wê demê heta îro reformên dewletê, helwestên alîgir û yên dijî reforman bûye mijareke sereke ya civaka kurd. Gelo hûn derbarê wê mijarê de dixwazin çi bibêjin ku siyaset û çalakvanên kurd ji hev cuda kirine?
Ez bi rastî her du ranêzikiyan jî fêm dikim. Tiştekî zelal e ku ev derfeta Tirkiyeyê pêşkêş dike ji bo veşartina siyaseta wê ya glotofobîk (tirsa ji ziman) û totalîter a li pêş çavê Yekîtiya Ewrûpayê ye ku li dijî civaka kurd dimeşîne. Bi min jî siyasetmedarên kurd mafdar in ku dibêjin ew pêngav bi armanca astengkirina perwerdehiya bi zimanê dayîkê hatiye avêtin. Dema ez ji vê bergehê nêzikî mijarê dibim, ez helwesta boykota nebinavkirî fêm dikim. Lê belê, ji hêla din ve, derfeta dersên bijarî dê derîyekî veke da ku xwendekar bi zimanê kurdî re têkildar bibin. Bi raya min ev mijareke têkilhev e. Dilê min bi helwesta boykotê re ye, lê belê hişê min dibêje ku divê mirov vê derfetê bi kar bîne.
Namzetên şaredariyê yên DEM Partiyê yên bajar û navçeyên Kurdistanê berî hilbijartina 31ê adarê danezanek ragihandin ji raya giştî re. Namzetan soz dan ku ew ê di her şaredariyê de gerînendehiyeke ziman saz bikin û hin tewdîrên din bistînin ji bo parastina zimanê kurdî. Bi tecrûbeyên xwe yên li herêma Baskê gelo hûn dixwazin hin pêşniyazan li şaredarên paşerojê yên Kurdistanê bikin?
Berî her tiştî, ez dixwazim xwedîyên vê danezanê pîroz bikim. Karekî giring e ku mirov girêdana xwe ya bi zimên ve bi awayekî eşkere ragihîne. Xala duyem jî, jixwe hûn jî giringiya saziyên lokal a ji bo şêniyên bajêr dizanin, ji ber ku şêniyên bajêr ji bo alîkariyê berî her tiştî berê xwe didin wan saziyan. Xala sêyem jî, divê ew berî hatina ser kar pîlana gavên ku dê ji bo misogerkirina mafên zimanî bavêjin, çê bikin. Siyaseta zimên xwedî sê tewereyan e: qanûn, pîlansazî û çavkaniyên aborî. Di vê çarçoveyê de, divê ew armanc û gavên pêwîst kifşe bikin. Li gor nêrîna min, gava yekem ev e ku divê ew zimanê kurdî bêtir dîtbar bikin, divê zêdetir bala xwe bidin ser vî zimanî û xizmetên bingehîn bi vî zimanê bikin. Li ser vî esasî jî, divê ew armancên xwe yên dema navîn û dema dirêj diyar bikin. Ji bilî vê jî, divê ew bi tevgera civakî re xwedî siyaseteke hevpar bin da ku bibin xwedî piştgiriyeke xurt a civakî.
Bi nêrîna min, divê em bala xwe bidinê bê ka kîjan rêbaz dê zêdetir bandorê li ser gel bike û pêkanîna zûtir a kîjan rêbazan mimkun e. Wekî mînak, agahdariyên nivîskî, nîşaneyên cih û bergehan… Her wisa divê em bala xwe bidin xizmetên herî giring û ziman di wan qadan de bi kar bînin, wekî mînak qada xizmetên alîkariya civakî… Her wekî min got, gava yekem divê dîtbarkirina ziman be. Civaka zimanê kurdî divê bibîne ku zimanê wan di saziyên lokal de tê pejirandin û bikaranîn.
Piştî berpirsiyariya sereke ya li Kontseiluayê, niha jî hûn wekî rêveberê Ikastola yê Li Welatê Baskê xebatê dikin. Hûn dixwazin di derbarê Ikastolayan de ji xwînerên Infowelat re çi bibêjin?
Ikastola dibistanên zimanî yên hevpar in. Bi gotineke din em bibêjin, malbat xwediyê wan navendên perwerdehiyê ne û biryara her tiştî ew didin. Ez di ikastolayeka li paytexta parêzgehekê de ku zêdetirî 1,200 xwendekarên wê hene, xebat dikim. Îro li tevahiya Welatê Baskê (di nava sînorên dewleta Îspanya û Fransayê) 114 navend hene. Di dîroka hevdem de, Ikastolas 60 sal berî niha di serdema dîktatoriya Franco de bi awayekî veşartî hatin avakirin. Ew di qada pedagojiyê de bûn saziyên pêşeng û bala wan timî li ser ziman û çanda Baskê bû. Wan saziyan mufredata xwe ya perwerdehiyê çê kirin, wan statuya ziman ji xwe re nekirin sînor û di her du dewletan de li serdemên ku zimanê Baskê hêj nebûbû zimanekî fermî, ew sazî bûn modelên perwerdehiya zimanî.
Wergera ji îngilîzî: Samî Hêzil
————————-
Foto: Paul Bilbao Sarria/X.com