Ji bo zimanê baskî dimeşin

Bernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir.

Meşa 10 roj didome wê di 24ê adarê de li  bajarê Bayonayê ya li Fransayê bi dawî bibe.

Bernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî hat ragihandin.

Piştî vê, di 14ê adarê de beza Korrikayê ji bajarê Irunê ya Welatê Baskê dest pê kir.

Parazvanên zimanê baskî wê di 24ê adarê de bigihîjin bajarê Bayonayê ya di nava sînorên Fransayê de.

Bayona ji aliyê dîrokî ve parçeyeke Welatê Baskê ye û li herêma bakurê Baskê cî digire.

Peyama beza Korrikayê wê li ber Şaredarîya Bayonayê vê xwendin.

Tevlî meşa Irunê, beşdarên Korrikayê wê li tevahîya Baskê 2700 km bibezin.

Korrika meşa herî dirêj a cîhanê tê qebûlkirin û ji du salan carekê tê lidarxistin.

Beza Korrikayê 

Bernameya Korrikayê bi mebesta teşwîqkirina bikaranîna zimanê baskî, cara ewil di 1980an de dest pê kir.

Bernameya Korrikayê bi mebesta teşwîqkirina bikaranîna zimanê baskî, cara ewil di 1980an de dest pê kir.

Ji 1982an û vir ve AEK (saziya Xwendin-Nivîsandin û Baskîkirinê) vê meşa neteweyî bi rêxistin dike.

Yek ji armancên meşê jî berhevkirina alîkarîya aborî ya ji bo xebatên parastina zimanê baskî ne.

Di 10 rojên bezê de li her aliyê Welatê Baskê çalakiyên li ser giringiya zimanê baskî tên lidarxistin.

Hejmara beşdarên bezê li derdora 600,000î ye

Civak û zimanê baskî

Nifûsa Welatê Baskê 2,2 mîlyonî ye û % 36ê vê nifûsê anku 680,000 kes bi zimanê baskî diaxivin.

Welatê Baskê di çarçoveya sîstema sîyasî ya Îspanyayê de herêmeka otonom e.

Nifûsa Welatê Baskê 2,2 mîlyonî ye û % 36ê vê nifûsê anku 680,000 kes bi zimanê baskî diaxivin.

Herêmên di dîrokê de parçeyeka Welatê Baskê (Euekal Herria) bûne. Niha bi tenê Bizkaia, Gipuzkoa û Araba bi ser Welatê Baskê ya otonom ve ne. /

Di 1991’an de 24 ji % civakê, yanî li derdora 400,000 kes bi baskî diaxivîn.

Ev jî tê vê wateyê, di 30 salên dawî de 261,000 kes fêrî zimanê baskî bûne

Ev yek wekî serfirazîya têkoşîna parastina zimanê baskî tê qebûlkirin.

Infowelat

—————————————-

Foto: Dîmeneke ji beza Korrikayê/X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …