Erdogan li Bexdayê gef li kurdan xwar

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 12 salan, careke din çû serdana Iraqê.

Serdana lîderê otorîter ê tirk di dema operasyona mezin a li dijî herêma Metînayê pêk hat.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 12 salan, careke din çû serdana Iraqê û başûrê Kurdistanê.

Serdana lîderê otorîter ê tirk di dema operasyona mezin a li dijî herêma Metînayê pêk hat.

Di şandeya Erdogan de di serî de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, gelek wezîrên hukumeta tirk cî girtin.

Erdogan ewil li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re hevdîtinekê kir.

Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û der barê mijarê de agahî nehat dayîn.

Hevdîtina duyemîn di navbera Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de pêk hat.

Piştî vê hevdîtinê, daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê hat lidarxistin.

Gefên Erdogan

Lê dîsa jî ji niha ve nayê zanîn ka gotinên serokwezîrê Iraqê lihevhatineka di navbera her du dewletan de nîşan dide an jî wekî dûbareyek dîskûrseka dîplomatîk a ji rêzê ye.

Erdogan bi zimanekî êrişkar axivî û bi van gotinan careke din gef li kurdan xwar:

“Em dixwazin têkiliyên xwe yên bi Iraqê re xurtir bikin. Ev serdan û peymanên ku me bi Iraqê re îmze kirin, wê bibe xala guherînê di têkiliyên me yên bi Iraqê re. Tirkiye bi kêfxweşî nasandina PKKê li Iraqê wekî ‘rêxistineke qedexe’ ya ji alîyê Iraqê dike û em bang dikin ku rojeke berîya rojekê PKKê bixin nava lîsteya ‘terorê’.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî di axaftina xwe de îşaretên hevkarîya bi dewleta tirk re da.

Hevkarî an gotinên dîplomatîk?

Lê dîsa jî ji niha ve nayê zanîn ka gotinên serokwezîrê Iraqê lihevhatineka di navbera her du dewletan de nîşan dide an jî wekî dûbareyek dîskûrseka dîplomatîk a ji rêzê ye.

Sûdanî wiha axivî:

“Yek ji lihevkirinên me yên din jî lihevkirina derbarê ewlehiyê ya ji bo rûbirbûna pirsgirêkan bû. Ev jî şerê li dijî terorê û kontrolkirina sînorên hevbeş ên di navbera her du welatan de bû. Em ê rê nadin ti hêzek axa Iraqê ji bo êrişkirina welatên cîran bikar bîne.”

Lê dîsa jî ji niha ve nayê zanîn ka gotinên serokwezîrê Iraqê lihevhatineka di navbera her du dewletan de nîşan dide an jî wekî dûbareyek dîskûrseka dîplomatîk a ji rêzê ye.

Di daxuyanîya çapemenîyê de peymaneke li ser enerjî, aborî û bazirganîyê ve nehat ragihandin.

Li alîyekî din, îxracata petrola başûrê Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhanê ya li Tirkiyeyê jî di daxuyanîyê cî negirt.

———————————

Foto: Daxuyanîya çapemenîyê ya serokomarên Tirkiye û Sudanî/Rojnews

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir. Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya …